Enter your email Address

Cuma, Aralık 12, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Nûçe Kurdistan Başûr

Hêlîn Umît: Li ber xiyaneta PDK’ê rabin û li dijî dagirkeriya Tirk dengê xwe bilind bikin

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît beşdarî bernameyeke taybet a televîzyona Medya Haberê bû û serdana Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan a li Başûrê Kurdistanê nirxand.

Edîtor: Nucan Serdoz
29/08/2023 - 16:17
di nav Başûr, Giştî, Hevpeyvîn, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe, Şerê Gelê Şoreşgerî
Reading Time: 8 mins read
A A
Hêlîn Umît: Divê her kes tevlî têkoşîna ekolojiyê bibe
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Hêlîn Umît destpêkê bal kişand ser çalakiyên gerîla yên 15’ê Tebaxê û hêzên HPG û YJA Starê ji ber çalakiyan silav kir. Hêlîn Umît got, “Bêguman çalakî di çarçoveya plansaziyekê de hatin kirin. Me xwest îsal bi van çalakiyan Pêngava 15’ê Tebaxê pêşwazî bikin. Çalakiyên hatibûn plankirin bûn û bi serketî hatin bicihanîn. Rastiyeke bi vî rengî heye, şerekî giran diqewime. Ne mîna îdîayên medya şerê taybet a Tirk e. Êrîş heye. Rastiyeke dagirkeriya Tirk heye ku dixwaze bi derfetên xwe yên teknîkê li ser herêmê serwer be. Tirkiye Başûrê Kurdistanê dagir dike. Li hemberî vê yekê bêguman berxwedaneke gelekî bi heybet a gerîla heye. Bi rêbazê gerîla.”

‘EM XAKA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ LI HEMBERÎ DAGIRKERIYA TIRK DIPARÊZIN’

Hêlîn Umît anî ziman ku ew Herêmên Parastinê yên Medyayê, Başûrê Kurdistanê diparêzin û wiha dewam kir, “Em xaka Başûrê Kurdistanê li hemberî dagirkeriya Tirk diparêzin. Em planên Tirkiyeyê dibînin. Plana Mîsakî Mîllî, Mûsil, Kerkûkê dibînin. Dixwazin Mûsil û Kerkûkê bi dest bixin. Ji Derya Spî heta bi Mûsilê dixwazin xetekê diyar bikin, plana wan a dagirkirinê heye. Li hemberî vê yekê jî brexwedaneke gelekî bi heybet a gerîlayên me heye.”

‘DAGIRKERÎ METIRSÎ YE LI SER GELÊN HERÊMÊ’

Di dewama axaftina xwe de Hêlîn Umît işare bi hewldanên dewleta Tirk ên ji bo berfirehkirina dagirkeriyê kir, “Dixwazin êrîşî Rojava bikin. Dixwazin li Başûr hîn bêhtir bi pêş ve biçin. Bi vî rengî dagirkeriya Tirk ji bo gelên herêmê metirsiyeke cidî ye.”

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît bi bîr xist ku piştî hilbijartinê dîplomasiyeke xurt ji aliyê dewleta Tirk ve destpê kir û anî ziman ku bi vê yekê hewl didin destpêkê zemînekê ji dagirkeriyê re amade bikin.

‘WÊ NIKARIBIN LI IRAQÊ ENCAMÊ BI DEST BIXIN’

Hêlîn Umît serdana Hakan Fîdan a li Iraqê jî di vê çarçoveyê de nirxand û got, “Li Iraqê bi derdorên cuda re hevdîtin kir. Tişta ku ji Iraqê dixwazin çi ye? Ji Iraqê dixwazin ku PKK’ê bixe lîsteya terorê. Em ne bawer in ku di vê mijarê de karîbû encamê bi dest bixe. Ji ber vê yekê em yeqîn nakin. Li Rojhilata Navîn di nava rastiya sêgoşeya Sûriye, Iraq û Tirkiyeyê de, di nava vê netewe dewleta hişk de bi taybetî piştî hilweşandina Saddam welatê ku rastiya Kurdan nas kir Iraq e. Em qala wê dewletê dikin ku hebûn û nasnameya Kurdan nas kiriye û pergaleke federe ya xweser pêşkêş kiriye. Bi vî rengî çareserî ji pirsgirêka Kurd re afirand. Binihêrin, têkoşîneke me li dijî Iraqê, li dijî hikumeta Iraqê, li dijî hêzên li Iraqê nîne. Ji bo bibe welatekî hîn demokratîk û demokrasiya radîkal lê serwer be, ji bo birêxistinkirina îradeya gel hin hewldanên me hene, em şîretan dikin, hewldanên me yên rêxistinî hene, lê belê ji bilî vê yekê tiştekî me bi dewletê re nîne. Lewma em ne bawer in ku ne hikumeta Bexdayê ne jî hêzên li herêmê bi bandor in wê nebin zemîn ji van lêgerînên dewleta Tirk re. Em hêvîdarin ku wê bi vî rengî nebe. Naxwe wê bi destê xwe pirsgirêka Kurd jinûve biafirînin.

Têkoşîna li Iraqê meseleya birêxistinkirina jiyana bi hev re ya di çarçoveya neteweya demokratîk a gelan, derdorên mezhebî û etnîkî û azadiya jinê ye. Bala xwe bidin ser; pirsgirêkên li Iraqê hemû ne şerê etnîkî, mezhebî ne? Li hemberî vê yekê em jî weke tifaqa Kurd û Ereb, nêzîkatiya xwe ya neteweya demokratîk li Iraqê destnîşan dikin. Em dixwazin vê yekê jî bi rê û rêbazên herî demokratîk pêşkêşî civaka li Iraqê bikin.”

‘PDK BÛYE ŞERMA KURDÎTIYÊ’

Hêlîn Umît bi bîr xist ku Hakan Fîdan di roja duyemîn de hevdîtin bi PDK’ê re kir û li ser vê mijarê jî got, “Di wê mijarê de rêveberiya tevgera me gelek daxuyanî da. PDK gav bi gav dibe şerma Kurdîtiyê. Gotinek heye bi Tirkî, dibêje ‘Ji min re qala hevalê xwe bike, ez jî ji te re bibêjim bê tu kî ye’. Nêçirvan Barzanî, Mesrûr Barzanî bi kê re tevdigerin? Bi Hakan Fîdan re. Ew jî alîgirê gelê Kurd in, an jî li aliyê planên qirkirinê yên dewleta Tirk in? Civaka Kurd jî ji vê yekê gelekî aciz e. Gelê me yê li Başûr ji vê yekê gelekî aciz e. Civaka Başûr ku ewqas komkujî û qirkirin bi ser ve hatiye, gelekî welatparêz e. Gelê Başûr bi salan li ber xwe da. Niha jî mîrateya berxwedana gelê Başûr ji aliyê malbata Barzanî ve tê pêşkêşkirin. Bazirganeke.

Tifaqa herî xurt di sala 1998’an de bi Peymana Washîngtonê re hate kirin. Ew peymana li dijî PKK û li dijî Rêbertî bingeh ji komploya navneteweyî re amade kir û PDK û YNK jî di nav de bû. Hingî dema komploya navneteweyî bû. Dewleta Tirk cîhan dabû pişta xwe. Bi komployeke navneteweyî Rêberê me dîl hate girtin. PKK di demeke gelekî zehmet de bû, bi dîlgirtina Rêbertî re. Ji vê wêdetir nikarin tiştekî mezintir bikin. Lewma PDK û Tirkiye dema li hev ibkin, wê nikaribin tiştekî welê mezin bikin. Roleke bi vî rengî ya PDK’ê nîne. Daxuyaniyên tevgera me jî divê bi vî rengî bêne fêhmkirin. Ne ji ber tengaviyê ye. Tirk ji zûdeyî baweriya xwe bi vê anî ne. Dewleta Tirk dibêje, eger ez Kurdan bi hev bidim şerkirin wê êdî PKK nemîne. Me pêvajoyên bi vî rengî gelekî dîtin. Em niha hîn bêhtir xurt in, hîn bêhtir li her qadê belav bûne, li her qadê hene.”

‘DIKARIN KERKÛKÊ JÎ WEKE WARÊ TIRKAN ÎLAN BIKIN’

Hêlîn Umît destnîşan kir ku divê kes bi dû xeyalan nekeve û got, “Ji aliyê pîvanî ve em yekîtiya neteweyî ya Kurd diparêzin. Ji aliyê pîvanî ve em naxwazin ku di rastiya dîrokî ya gelê Kurd de rêxistiniyeke bi vî rengî ya xiyanetkar, xiyaneta xwe dewam bike. Bi vî rengî hêsan e. Tiştekî ku civaka Kurd birîndar dike. Mesele hemû ev e. Ya rast ew e ku bi vî rengî bê fêhmkirin. Bi esasî bang li civaka Kurd, bi taybetî jî xelkê Kurd ê li Başûrê Kurdistanê, rewşenbîr, siyasetmedarên Kurd ên li Başûrê Kurdistanê dikim ku bi baldarî tevbigerin. Bi rastî jî planeke xwe ya cidî li ser Mûsil-Kerkûkê heye. Hêzên demokratîk ên Tirkmen li aliyekî, dixwazin Tirkmenan bi rêxistinb ikin, xwe bispêrin hebûna Tirkmenan û Kerkûk a ku ji aliyê dîrokî ve parçeyekî Kurdistanê ye weke warê Tirkan ragihînin. Amadekariyê ji vê yekê re dikin.”

‘PKK LAWAZ BIBE, HINGÎ TIŞTEKÎ BI NAVÊ PDK’Ê NAMÎNE’

Hêlîn Umît anî ziman ku xwedî planeke bi vî rengî ya berfireh in û got, “Meseleya esasî ne PKK ye. Eger PKK lawaz bibe wê hingî tiştekî bi navê PDK’ê nemîne. Wê tiştekî bi navê statuya Başûr nemîne. Tirkiye ji xwe timî dibêje ku şaşitî kiriye. Dibêje ‘me şaşitî’ kiriye. Niha di nava şert û mercên şer ê cîhanê yê sêyemîn de ji xwe re firsendê bibîne, hingî wê bixwaze van deveran bi dest bixin. Dixwazin xera bikin. Ji ber ku li cihekî hebûna Kurdan hebe, li gorî nêrîna serwerên Tirk gefeke li ser hebûna neteweyî ya Tirk. Ev yek pêvajoyeke welê ye ku dikare heta bigihêje parçebûna Tirkiyeyê.

Rewşenbîr, siyasetmedar, mirovên xwedî hesta berpirsyariyê divê li berjewendiyên rojane nefikirin, li gorî berjewendiyên demokratîk ên neteweyî tevbigerin, li ber xiyaneta PDK’ê rabin, nerazîbûnê nîşan bidin, firsendê nedin û li dijî dagirkeriya Tirk dengê xwe hîn bêhtir bilind bikin. Tevgera Bedir jî ji Tirkan re got ‘Ji vir derkevin’. Ereb û Şîa vê dibêjin. Çawa Kurd nikaribin bibêjin? Gelo me ev ne şerm e? Divê ev serdan jî di vê çarçoveyê de bê nirxandin. Belê tê gotin ku hewldane tiştên nû plan bikin. Bi gotina ‘Gelo wê careke din êrîşî Qendîl bikin? Li Zapê wê nizanim çi bikin?’ hewl didin serê mirovan tevlîhev bikin. Em tevgereke ku şer dikin. Di vê mijarê de dikarim vê bibêjim.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên Tirbespîyê xwe perwerde dikin û li hember kevneşopiyên civakê tedikoşin

Nivîsa Pêş

Eyn Îsa-ciwanan bi meşekê tecrîd şermezar kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Eyn Îsa-ciwanan bi meşekê tecrîd şermezar kirin

Eyn Îsa-ciwanan bi meşekê tecrîd şermezar kirin

Ciwanan li Mexmûrê kampanya nameya ji bo Rêber APO dan destpêkirin

Ciwanan li Mexmûrê kampanya nameya ji bo Rêber APO dan destpêkirin

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr
  • Komîteyên Hişyarkirina Ciwanan a Li hember Hişbirê Hatin Avakirin
  • Li Siwêdayê Ciwanek Hat Kuştin

Herî zêde hatine xwendin

  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn bi dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkek di Roja Şeşemîn a Lîga Dibistanên Jinan de

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Rêxistina Exlaqî û Siyasî ya Ciwanan: Avakirina Sosyolojiya Azadiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 4. Rewşa Ciwanan di Serdema Dîjîtal de: Dîlgirtina Sanal û Berxwedana Rastîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.