Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

HPG: Hevrêyê me Egîd Zîlan di encama nexweşiyekê de şehîd bû

Edîtor: Nucan Serdoz
06/05/2023 - 19:36
di nav Biranîna Şehîdan, Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
HPG: Hevrêyê me Egîd Zîlan di encama nexweşiyekê de şehîd bû
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê şehadeta gerîlayekî ragihand.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Hevrêyê me Egîd Zîlan ê li herêma Zapê bi erka xwe radibû û li dijî êrişên dagirkeriyê di nava têkoşîneke fedaî de bû, di 29’ê Çileya 2023’yan de di encama nexweşiyekê de şehîd bû. Tevî ku hevrêyên wî yên di heman çeperiyê de şer dikirin bi hemû derfetên xwe mudaxele kirin jî nekarîn pêşî li nexweşiya hevrê Egîd bigirin. Şehadeta hevrêyê me Egîd ku di encama nexweşiyekê de pêş ket, hemû hevrêyên wî xemgîn û bandor kiriye. Em sersaxiyê ji malbata hevrêyê me Egîd ya hêja û gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin.

NASNAMEYA ŞEHÎD

Nasnav: Egîd Zîlan

Nav û paşnav: Muzaffer Elwan Derwîş

Cihê jidayikbûnê: Tirbespiyê

Navê dê û bav: Melîke – Elwan

Dem û cihê şehadetê: 29 Çile 2023, Zap.

 

Di encama ked û hewldanên mezin ên Rêberê me li Rojavayê Kurdistanê de, gelê me îdolojiya Rêber Apo qebûl kiriye û nas kiriye. Gelê me yê Rojavayê Kurdistanê ku bi salan berdêl û kedeke mezin daye, li beramberê wê şoreşa azadiyê pêk aniye û gihiştiye jiyana azad a ku bi sedsalane hesreta wê dijiye. Tirbespiyê yek ji wan bajaran bû ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava lê pêk hat û hemû gelên tê de paradîgmaya Neteweya Demokratîk a Rêberê me bi jiyanî kir. Hevrêyê me Egîd li vî bajarê qedîm ku gelan bi hev re dest bi jiyaneke nû kirin, di malbateke welatparêz de hat dinê. Hevrêyê me Egîd ê ku di nava şert û mercên Şoreşa Azadiyê ya Rojava de derbasî ciwaniya xwe bû, mîna her ciwanekî bi rûmet ê Rojava xwe berpirsyarê parastina şoreşê dît û ji bo parastina destkeftiyên gelê me li dijî hemû êrişên dijmirovahiyê bi awayekî aktîf beşdarî şer û berxwedanê bû. Hevrêyê me Egîd hevrêyên me yên ji bo parastina Şoreşa Azadiyê ya Rojava demekê li wir têdikoşiyan nas kir. Ew bi têkiliyên hevrêtî, nêzîkatî û jiyana hevrêyên me yê ku bi wan re di heman çeperê de şer kir, bi bandor bû. Di vê pêvajoyê de derfet çêbû ku îdeolojiya Rêber Apo ji nêz ve nas bike. Di serî de Şoreşa Azadiyê Rojava ku bi keda Rêber Apo û bi hezaran şehîdên me yên qehreman pêk hatiye derxist zanabûnê. Çiqas pirtûkên Rêber Apo xwend, ewqas xwe bi rêxistin kir. Hevrêyê me Egîd ku her cure êrişên qirkirinê ji nêz ve dît, parçekirin û dagirkirina welatê me qebûl nekir. Hevrêyê me Egîd fêm kir ku rêya xwedîderketina li Şoreşa Azadiyê ya Rojava û têkbirina êrişên dewleta Tirk a qirker li dijî Rojava, bi têkoşîna li nava refên PKK’ê dibe. Di sala 2014’an de bi vê zanabûn û hişmendiyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me û rizgarkirina parçeyên din ên Kurdistanê ji dagirkeriyê tevlî nava refên gerîlayên azadiya Kurdistanê bû.

Hevrêyê me Egîd bi sekna xwe ya dilsoz û bi biryar, zû hînê jiyana çiyayên Kurdistanê bû û pîvanên jiyana PKK’ê bi jiyanî kir. Wî fêm kir ku bi beşdariyeke asayî ne pêkan e ku serkeftineke mutleq bi dest bixe. Bi tevlîbûna xwe ya fedakar, bi coş û kedkar sekna milîtaniya bi mînak nîşan da. Bi perwerdeya ku dît, pêşî xwe nas kir û piştre jî rastiya dijmin nas kir. Ji bo ku bibe milîtanekî fedaî yê Rêber Apo, xwe di oxirê vê rêyê de feda kir. Ji bo Gerîlaya Modernîteya Demokratîk kedeke mezin da, di gelek branşan de perwerdeya xwe bi serkeftî qedand û bû gerîlayekî pispor. Ji bo tecrûbeyên ku wergirtiye bi pratîk bike û derbên bi bandor li dagirkeran bixe, ketiye nava lêgerînan. Nirxek mezin daye hevrêtiya ku wî bandor kiriye û parastina wê esas girtiye. Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, derbasî herêma Avaşînê bû. Li Avaşînê tecrubeya leşkerî bi dest xist, rastiya dijmin bi çavê xwe dîtiye û di pêşketinê de asteke girîng bi dest xist. Hevrêyê me Egîd ê ku xwe li ser esasê gerîlatiya Modernîteya Demokratîk ava kiriye, bûye milîtanekî Apoyî yê wêrek û leheng. Ji ber sekna xwe ya bi mînak ji aliyê hevrêyên xwe ve dihate hezkirin û rêzgirtin. Egîd ku di şopa fermandarê me yê efsanewî û mezin Şehîd Egîd de namzetê fermandariyê yê mezin e, têkoşînek layiqî hevrêyê me da meşandin.

Hevrêyê me Egîd ê ku mixabin dema li ser erka xwe bû nexweş ket, bi seferberkirina derfetên heyî hewl hat bê dermankirin. Ji ber êrişên dagirkeriyê û şert û mercên dijwar ên şer derfetê dermankirina wî zehmet bûye û piştre hevrêyê me şehîd bûye. Bi şehadeta xwe ya ku heq nedikir, em hevrêyên wî gelekî xemgîn bûn. Careke din em sersaxiyê ji hemû gelê xwe yê welatparêz re û di serî de ji malbata hêja ya hevrêyê me Egîd re dixwazin. Em di şexsê hevrêyê xwe Egîd de ku wê bi bîranîn û têkoşîna xwe me ronî bike, soza xwe ya serkeftinê ji hemû şehîdên xwe re dubare dikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Lehengiya Goga Piyan ya Remezanî ê bi navê Şehîd Şervan Kobanê 2023

Nivîsa Pêş

HPG: Artêşa dagirker 31 caran qadên Berxwedanê êriş kir

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ji Pênûsa Gerîla – 15’ê Tebaxê herî zêde ji bo jinê watedar e

HPG: Artêşa dagirker 31 caran qadên Berxwedanê êriş kir

ROJEVA 1’Ê GULANÊ 2023’YAN

ROJEVA 7’Ê GULANÊ 2023’YAN

Manşet

  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû
  • Mirina Gumanbar a Du Jinên Ciwan
  • Li Humsê cenazeyê ciwanekî hat dîtin
  • Encûmena Ciwanan a Bajarê Dêra Zorê merasîmek bîranînê ji bo Şehîd Mihemed Hesen li dar xist

Herî zêde hatine xwendin

  • TCŞ li Qamişlo  komungeha nû avakir

    TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mirina Gumanbar a Du Jinên Ciwan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Encûmena Ciwanan a Bajarê Dêra Zorê merasîmek bîranînê ji bo Şehîd Mihemed Hesen li dar xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Berçem Kobanê li Hesekê hat bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şandeya Îmraliyê Ji Îmraliyê Vegeriya

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.