Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Peyama KCK’ê: Em bi boş 1’ê Gulanê pêşwazî bikin û di hilbijartinan de tifaqa AKP û MHP’ê were hilweşandin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya 1'ê Gulanê bang li her kesî kir ku piştgiriyê bidin Tifaqa Ked û Azadiyê û Partiya Çepên Kesk.

Edîtor: Nucan Serdoz
29/04/2023 - 8:46
di nav Daxuyanî, Dîrok û Berxwedan, Giştî, Kûr Bûyin, Manşet, Mijarên Girîng
Reading Time: 5 mins read
A A
KCK: ‘Ti rastiya nûçeyên medyaya PDK’ê nîne’
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya 1’ê Gulanê bang li her kesî kir ku piştgiriyê bidin Tifaqa Ked û Azadiyê û Partiya Çepên Kesk.

Peyama KCK’ê ya ji bo 1’ê Gulanê Cejna Karkeran wisa ye

“Em 1’ê Gulanê roja ked, hevgirtin û têkoşînê di serî de li çîna karkeran ya hemû gel, jin û bindestan pîroz dikin. Ji ber ku 1’ê Gulanê bûye rojeke dîrokî û tê pîrozkirin, bi berdêlên mezin û di encama têkoşînê de pêk hatiye. Di vî warî de 1’ê Gulanê hem cejna karker, kedkar û bindestan e, hem jî tê wateya berxwedan û têkoşînê. Em careke din di şexsê şehîdên 1’ê Gulanê de hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê bi bîr tînin û soza berxwedan, têkoşîn û serkeftinê ya ku me dabû şehîdan dubare dikin.

Têkoşîna çîna karkeran a li dijî pergala kapîtalîst a mêtingeriyê di dîroka mirovahiyê de xwedî cihekî girîng e. Têkoşîna çîna karker û kedkaran a ji bo wekhevî, azadî û demokrasiyê, weke berdewamiya têkoşîna dîrokî ya mirovahiyê pêş ketiye û mîrateyeke mezin ji mirovahiyê re hiştiye. Têkoşîna çîna karkeran a ku bi îdeala jiyana sosyalîst pêş ket, ji bo civakê di warê newekhevî û mêtingeriyê hişyar bike û karakterekî têkoşer bi dest bixe, tevkarî li hemû mirovahiyê kir. Di vî warî de têkoşîna çîna karkeran cihê xwe di têkoşînên wekhevî û azadiyê de girtiye ku di dîrokê de xwedî karaktereke gerdûnî ye û di vê astê de pêşketinan diafirîne.

Îdealên di 1’ê Gulanê de, ku lêgerîna wekhevî û azadiya çîna karker, kedkar, jin û gelên bindest îfade dike, îro wateya xwe winda nekiriye. Îro mêtingeriya ku ji modernîteya kapîtalîst derdikeve pir zêde bûye, newekhevî kûr bûye, talan û wêrankirina xwezayê; pêşxistina pergala xizanî, şer û qetlîamê, îdeala cîhanek wekhev, azad û bêmêtingerî di 1’ê Gulanê de anî ziman û têkoşîna ji bo van îdealan hîn girîngtir kir. Di vî warî de pîrozkirina 1’ê Gulanê ya bi xurtî û mezinkirina têkoşînê ji bo jiyînê, ji her demê zêdetir pêdivî pê heye.

Şoreşa Kurdistanê û têkoşîna gelê Kurd ji destpêkê heta roja me ya îro pêkanîna daxwazên çîna karker, kedkar, jin û gelên bindest ên wekhevî û azadiyê ye. Rêber Apo ji bo pêşxistina têkoşîna sosyalîzmê di nava lêgerîneke mezin de bû û ev yek bi avakirina tevgera PKK’ê û destpêkirina têkoşîna li dijî mêtingeriyê nîşan da.

Taybetmendiya herî girîng a 1’ê Gulanê pêşxistina yekîtî û hevgirtinê ye û bindest encax bi yekîtî û hevgirtinê wê di têkoşîna li dijî mêtingeriyê de bi ser bikevin. Ji ber ku ji bo serkeftina têkoşîna wekhevî û azadiyê gelekî girîng e ku yên li dijî fermana mêtingeriyê têdikoşin yekîtî û hevgirtina xwe xurt bikin. Ji ber vê sedemê pêşengên çîna karkeran ku dîrok nivîsandine, bal kişandin ser girîngiya yekîtî û hevgirtinê û ji bo pêşxistina yekîtiyê hewl dan. Îro li hemberî kûrbûna mêtingeriya modernîteya kapîtalîst ji berê zêdetir pêwîstî bi yekîtiyê heye. Rêvebirên tevgera sosyalîst a Tirk bi helwestên xwe ev yek nîşan didin. Rêber Apo her wiha helwesta hevpar a Denîz, Mahîr û Îbrahîm berdewam kir û ji bo hevgirtin û hevpariya têkoşînê ya gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê kedeke mezin da. Tevgera me bi hişmendiya têkoşîna hevpar girîngiyê dide yekîtiya gelên Rojhilata Navîn, bi taybetî jî hevgirtina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û têkoşîna gelên Tirkiyeyê û çîna karkeran.

Tifaqa Ked û Azadiyê ya ku ji aliyê gelê Kurd û hêzên şoreşger û demokratîk ên Tirkiyeyê ve hatiye avakirin, ji bo yekîtî û hevgirtinê gaveke gelekî girîng e. Di demeke ku Tirkiye di pêvajoyeke girîng a hilbijartinê re derbas dibe, gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê weke tifaqa Ked û Azadiyê li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bûne yek. Di vî warî de divê her kesê alîgirê demokrasî, azadî, wekhevî û edaletê ye, ji bo ku Tifaqa Ked û Azadiyê û Partiya Çepên Kesk di hilbijartinan de xwedî hêzeke xurt bin, têbikoşin. Parastina mîrateya Denîz, Îbrahîm, Mahîr û têkoşîna sosyalîzmê, bi taybetî jî bîranîna kesên di 1’ê Gulana 1977’an de şehîd bûne, vê yekê ferz dike. Tevgerîna bi van hest û ramanan di heman demê de pêkanîna daxwazên Rêber APO ye.

Bi hestên yekîtî û hevgirtinê em 1’ê Gulanê li hemû kedkar, gelên bindest û jinan bi taybet çîna kedkaran pîroz dikin û bang li hemû kesan dikin ku bi boş 1’ê Gulanê pêşwazî bikin û di hilbijartinan de piştgiriyê bidin Tifaqa Ked û Azadiyê û Partiya Çepên Kesk û da ku tifaqa AKP û MHP’ê were hilweşandin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Naskirin

Nivîsa Pêş

Buyerên xwekuştina ciwanên li Iraqê bilind bûye

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Buyerên xwekuştina ciwanên li Iraqê bilind bûye

Buyerên xwekuştina ciwanên li Iraqê bilind bûye

Ji ber xebatên hilibjartinê li Mûşê 2 ciwanên hatin girtin

Ji ber xebatên hilibjartinê li Mûşê 2 ciwanên hatin girtin

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.