Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Nûçe Kurdistan Bakur

4’ê Nîsanê dê meşa ‘ji bo azadiyê ber bi Amarayê ve’ bê lidarxistin

Edîtor: Nucan Serdoz
27/03/2023 - 21:01
di nav Bakur, Giştî, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe, Rêber APO
Reading Time: 6 mins read
A A
4’ê Nîsanê dê meşa ‘ji bo azadiyê ber bi Amarayê ve’ bê lidarxistin
ParvekeTweet

AMED – Bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber APO, li avahiya MED TUHAD FED’ê civîneke çapemeniyê hat lidarxistin. Civîn bi tevlîbûna Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Medê (MED TUHAD FED) û nûnerên rêxistinên sivîl hat pêkanîn. Her wiha ji civînê re endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Parlamentera HDP’ê Remziye Tosun jî beşdar bû.

‘Bi sedan daxwazên hevdîtinê hatin redkirin’

Hevseroka MED TUHAD FED’ê Safiye Akdag ku daxuyaniya hevpar xwend, bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO û wiha axivî:

“Ev 24 sal in Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan li Girtîgeha Girava Îmraliyê di bin tecrîda giran de ye. Li gel ku bi sedan caran ji aliyê parêzerên wî û malbata wî ve serlêdanên hevdîtinê hatine kirin jî, ev hewldan bêbersiv man. Ji xeynî 25 ê adara 2020’an ku li ser telefonê hevdîtin hate kirin û çendek deqe piştre hate qutkirin, tu agahî jê nehatine girtin.  CPT’yê jî têkildarî hevdîtinê heta niha tu agahî bi raya giştî re parve nekirine. Ev pêkanîn û bêdengiya li hemberî bertekên raya giştî ya demokratîk, li dijî hiquqa neteweyî û navneteweyî, li dijî hemû nirxên mirovahiyê ne û bi tu awayî nayên qebûlkirin.”

‘Abdullah Ocalan di çareseriya pirsgirêka Kurd de navê herî bibandor e’

Safiye Akdag dest nîşan kir ku Rêber APO di çareseriya pirsgirêka Kurd de navê herî bibandor e û wiha got: “Rista birêz Ocalan a di derheqê pirsgirêka Kurd de û bandora wî ya li ser gelên Rojhilata Navîn û cîhanê baş tê zanîn. Di Newroza 2013 an de bi xwendina nameya wî re bi milyonan kes ber bi qadê ve herikîbûn û nîşan dan ku bi vîna xwe li pey wî ne û li gel rêya ku daye pêşiya gelan de ne. Piştî ku Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan maseya mûtabeqetê hilweşand, li Tirkiyê û li Kurdistanê pêvajoya herî reşetarî ku di dîrokê de kêm hatiye dîtin, dest pê kir. Bi awayekî hovane û bênavber polîtîkayên qirêjî, kuştin, îşkence, girtin û bêhiquqîyên li ser gelê kurd, kes û saziyên demokratîk hatin meşandin û ev kiriyar hêj didomin.”

‘4’ê Nîsanê li dijî şer bû sembola aştiyê’

Safiye Akdag balkişand ku tevî hemû pêkanînên zextan jî gelê Kurd û derdorên wan li qadên 8’ê Adarê û Newrozê azadiya Reber APO qîriyane û wiha axivî: “Gelê kurd û derdorên azadîxwaz li dijî van hemû pêkanînan, îsal jî hem di 8 ê Adarê de û hem jî di Newrozê de li qadan tecrîda hovane ya li ser birêz Ocalan şermezar kirin û li dijî daxwaza  radestirinê bertekên xwe nîşan dan. Li her çar aliyên Kurdistan û cîhanê gelê kurd û gelên din herikîn qadan û daxwaza azadiya birêz Ocalan û hemû girtiyên azadiyê kirin û dîsa destnîşan kirin ku navnîşana çareseriya demokratik birêz Abdullah Ocalan e.”

Safiye Akdag dest nîşan kir ku ji aliyê gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn û gelên cîhanê yên azadîxwaz ve rojbûna Rêber APO anku 4’ê Nîsanê li dijî şer bûye sembola aştiyê, li dijî koletiyê bûye sembola azadiyê û li dijî mêtîngeriyê bûye sembola wekheviyê û wiha got: “Li dijî zextê bû sembola wekheviyê.”

Ber bi Amarayê re meş bê lidarxistin

Safiye Akdag bi bîr xist ku her sal boneya 4’ê Nîsanê pîrozbahî û bernameyên cuda tên lidarxistin, dar tên çandin û ber bi Amarayê ve meş tên lidarxistin, der barê bernameya îsal de van agahiyan da:

“Îsal bi diruşmeya “Ji bo Azadiyê ber bi Amarayê ve’ ji daxwaza azadiyê ya hemû gelan hemû bihevra herin Amarayê. Ji bo pêkhatina daxwaza me kurdan û hemû gelên azadîxwaz a herî xwezayî, neteweyî û civakî ya ji bo ewlehî, tenduristî û azadiya Ocalan a fizîkî, ji bo şikandina tecrîdê û çareserkirina demokratîk û aştiyane em we vedixwînin meşa Amarayê. Em ê bi hev re, bi têkoşîneke domdar û encamgir tecrîdê bişikînin û azadiya birêz Ocalan a fizîkî û ya hemû dîlgirtiyên azadiyê pêk bînin. Bernameya îsal di navbera 1 û 10 ê nîsanê de çandina daran, li her bajarî plansaziyên pîrozbahiyê û 4’ê Nîsanê jî bi gelemperî meşa ber bi Amarayê pêk tê.”

‘Em ê ji bo azadiyê, demokrasiye, jinûveafirandinê bang bikin’

Piştî daxuyaniyê, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz axivî û destnîşan kir ku Rêber APO di her şert û mercan de jî mîsyona xwe ji bo aştiyeke birûmet xerc dike. Aydenîz, axaftina xwe wiha domand: “Birêz Ocalan ji bo kurdan şexsiyeteke gelemper nîne. Statuya gelê kurd, jiyaneke wekhev, ziman, çand pê xwe rêvebirin e ji bo kurdan. Ez dixwazim bibêjim ku ji bo birêz Ocalan rola xwe ya çareserkirina pirsgirêka gelê kurd, demokratîkkirina Tirkiye û Rojhilata Navîn bike, divê azadiya wî ya fîzîkî çêbibe. Ji bo birêz Ocalan û gelê kurd hemû kesan vedixwînim meşa 4’ê nîsanê. Em ê li wir ji bo azadiyê, demokrasiye, jinûveafirandinê bang bikin.”

‘Bêyî Ocalan çareserî û demokrasî nabe’

Piştre jî Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axivî û ev tişt anî ziman: “Birêz Ocalan ne tenê serokê gelê kurd, bi felsefe û paradîgmaya xwe ve serokê Rojhilata Navîn tevahiyê ye. Her wiha rojbûna wî rojbûna gelê kurd e. Bêyî Ocalan pirsgirêka kurd çareser nabe û demokrasî nayê. Em bang li gelê xwe dikin. Em ê bi hev re ber bi Amarayê ve bimeşin û li wir peyamekî girîng bidin. Bêyî Ocalan çareserî, demokrasî, azadî û jiyana wekhev nabe.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

​​​​​​​Xwendekarên Şehbayê Komkujiya Cindirêsê şermezarkirin

Nivîsa Pêş

KCK biryar girt ku çalakiyên leşkerî heya hilbijartinê bên rawestandin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
KCK: Bê dengî êrîşên dîktatoriya Erdoxan zêdetir dike

KCK biryar girt ku çalakiyên leşkerî heya hilbijartinê bên rawestandin

Ciwan û jinên ciwan li Helebê bi meşekê komkujiyê Cindirêsê şermezar kirin

Ciwan û jinên ciwan li Helebê bi meşekê komkujiyê Cindirêsê şermezar kirin

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Li her qadê kedeke bêsînor da û ciwanên Kurd tevlî nava refên têkoşînê kir”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Desteya Werzîşê tamîrata stadyuma Şaredariya Reqayê dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.