Enter your email Address

Salı, Haziran 24, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
nuceciwan2@gmail.com
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Meşa Gel a Azadiyê Esase

Rêber APO

Edîtor: Nucan Serdoz
15/03/2023 - 0:05
di nav Analîz, Giştî, Kûr Bûyin, Manşet, Mijarên Girîng, Rêber APO
Reading Time: 6 mins read
A A
Meşa Gel a Azadiyê Esase
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – 

Ev bîst salin barê şoreşê radikim. Çalekiya min a destpêkê, ji ber bûyera Kizildere 31’ê Adara sala 1972’an bû. Ango me tam salvegera wê ya 20. li pey xwe hişt. Me li dijî faşîzma 12’ê Adarê boykota yekemîn pêk anî. Ji wê rojê heta niha Şoreşa Tirkiye jî di navê de û her ku çû di asta nav-netewî de ji bo em nirxên şoreşgerî nedin binpêkirin, bi her awayî me xwe tevlî têkoşînê kir. Ev bîst salin em ji vî karî re rêbertiyê dikin û heta vir jî hat. Lê hêjî acizbûn û westandin nîne. Berovajî, em hewl didin nûnertiya bîranîna hemû şoreşgerên li ber xwe dayîn bikin û hesabên îşkenceyên hatine kirin bipirsin. Tevlî vê bibin! Xwîna şoreşgeran vale nerijiya. Îşkenceyên hatin jiyîn ne vale bûn. Bi hezaran li Ewrûpa, deh hezaran jî li welat xwe avêtin erdê. Dîsa jî nirxên ku pêwîste li ser piyan bimînin û bên parastin hene. Weke min hûn jî bibin xwedî wijdan an jî girêdayî van nirxan bin. Divê şehîd ne bêxwedî bin.

Ji bo miletan şoreş hewce dike. Hinek pir erzan dixwazin kedxwariyê bikin. Ew rêberê noker derketiye sûka Enqereyê, dixwaze xwîna ewqas peşmergeyan bifiroşe çend quruşan. Misoger ez bi karên xwe pesnê xwe nadim û dibêjim ev peywirek devjê nayê berdane. Lê rewş xetere. Nirxên ku pêwîste mirov xwedî lê derbikeve hene. Ev deynê her kesî û kesên kêm-zêde dibêje mirovime. Ji ber vê aciz nebin, hêrs nebin, divê em vî deynî bidin. Ev deynê şerefê ye, deynê namûsê ye. Êdî min tişta ji destê min tê kir. Çarçove destnîşan kirin, qenal vekirin, çek bidest xistin. Hemû jî yek bi yek di bin berpirsyariya min de pêk hatin. Qet nebê ji vir û şûn de hûn jî xwe winda nekin û dev ji xwe bernedin.

Divê doza miletan evqasî erzan ji dest neçe û erzan neyê firotin. Divê em bikarin hinekê bi namûs bin. Ti eleqeya vê bi nîqaş û bîrdoziyê re nîne. Di encamê de hemû bîrdozî –baş an jî xirab- ji bo parastina hinek tiştane. Lê usulê yên me dev ji xwe berdane, ketina nav çiravê ye. Hem jî bi şêwaza herî xirab!

Em naxwazin dev ji xebat û hewldanan berdin. Ya esasî meşa gel a azadiyê ye. Her tişt ji bo siûdek serkeftinê bide vê meşê çêdibe. Hûn tev jî tenê dikarin pişgiriya vê meşê bikin. Ger li ser vî bingehî be, dê wateyek jiyana me hebe. Ger hûn dibêjin amade ne, bijî ji me re. Hesabê baş bikin. Ev peywirek fedekarî û hewldanek zêde dixwaze. Bêku bersiva wê bixwazin raber bikin, ev hewce ye. Ev ne tenê ji bo rizgariya netewî ye, ji bo li Tirkiyê demokrasî û cîhanê sosyalîzm pêk were jî hewce ye. Em nirx didin vê.

Emê li ser vî bingehî xebatên xwe bi we re berdewam bikin. Me rojên xweş bidest xistine. Çiqas zehmet be bila be, em xizmetê dikin, ji nû ve avabûna hevdu re dibin alîkar. Ev cîhanek tevgerekê ye, cîhana ji nû ve çêbûnê ye. Tevî vî temenê xwe hêjî dibêjim; “Ez amade me.” Ji bo doza gelan beşdarî vî karî dibim. Ev milet jî vê ji me dixwaze. Em jî wisa beşdar bibin. Hêviya min hûnê zehmetiyên ku heta niha we jiyane di doza miletê me de bi bûna xwedî cihek baş ve ji bîr bikin. Li ser vî bingehî hûn dikarin biçin Siwêdê jî, ji çiyan û zindanan jî werin. Ev hemû karên ku teqez divê pêk werine. Ger kêmasiyên we hene, emê bêjin; “Li qusurê nenêrin.” Ez jî li karên heta niha min kirine dinêrim, we tawanbar nakim. Lê em ji vir û şûn de her tiştî li ser bingeha hîn baştir û serkeftinê bikin.

Ger hinek radibin û dibêjin; “Ezê biçewsînim, tine bikim”, emê jî vê bêjin; “Ey zalim de berde, em hinekê henase bigirin, em hinekê xwe binasin. Tiştek din naxwazin. Evqasî me nexe, evqasî me tine nehesibîne, evqasî pêl me neke! Bese evqasî me dikujî, dixî û pêl me dikî!” Belê emê vê bêjin. Jixwe ev ne axaftinek zêde girane. Ji roja em xwe dinasin ve, me di roja destpêkê de jî ev axaftin kir, niha jî dibêjin. Ev di heman demê de axaftina ku hewce dike em bêjine. Lê em niha dixwazin vê ji pêşeng re, bi şêweyek hêjayî şerê gelê me bêjin. Mijara eve. Em mezin nakin û xwe naxin dewsa her tiştî. Ev xizmeteke, ger bê pejirandin, bijî ji me re!

Miletê me ev pejirandiye, em jî ji vê bextewarin. Hûn jî hêja dibînin û beşdar dibin. Em ji vê jî bextewarin. Lê beriya her tiştî peywirên me jî hene. Peywirên şer û têkoşînê yên gel û yên we jî hene. Peywir beriya her tiştî ye. Ev peywir, tenê bi girtina hemû tevdîran, hiş û rêxistinî bi ser de çûnê tê serxistin.

Weke her carê dibêjim, ji bilî serxistina peywiran ti meş û jiyana me çênabe. Lewra em ne tenê yên serkeftinê dixwazin, di heman demê de teqez pêşengên mehkumê serkeftina teqezin. Em ew rastî bi xwe ne. Her tim di nav hewldana vê de ne. Heta ji destê we tê şiyar bin, bêku bêwate bikevin nav dudilî û nebesiyek herî biçûk hewl bidin beşdar bibin. Weke partiya me jî selmandî, em serkeftina zêdetir weke siûdekê binirxînin. Em ji bilî serkeftinê tiştek din nepejirînin.

Em dixwazin her roj heta dawî bi we tevan re eleqedar bibin, hemû mijaran hûrûkûr nîqaş û çareser bikin. Ji bo hemû partiyê û milet, emê vê xizmetê bêhempa ji vir û şûn de jî berdewam bikin. Hêvîdarim hûn jî wisa berdewam bikin û ser bixin.

2 Nîsan 1992

ABDULLAH OCALAN

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 15’Ê ADARÊ 2023’YAN

Nivîsa Pêş

Agirê Çarşema Sor serhildana jin, jiyan, azadî gurtir kir

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Agirê Çarşema Sor serhildana jin, jiyan, azadî gurtir kir

Agirê Çarşema Sor serhildana jin, jiyan, azadî gurtir kir

​​​​​​​Şêniyên Kobanê cejna Newrozê pîroz kir

​​​​​​​Şêniyên Kobanê cejna Newrozê pîroz kir

Manşet

  • Ji Ciwanên Helebê çalakiyek werzîşî
  • (başlıksız)
  • Ciwanan li Tişrînê “Em ji mirinê mezintir in”
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê
  • (başlıksız)
  • Banga û Wêneyê dîrokî yê Rêber APO
  • (başlıksız)

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê 4 şehîd bi rêzdarî bi bîr anî

    HPG-NRÇ’ê 4 şehîd bi rêzdarî bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Portre: Ji Bo Bîranîna Şehîd Vejîn Jîyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên PYD’ê: Hesab ji sûcdaran bixwazin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 5’êmin Festîvala Şehîd Zîlan ya jinên ciwan tê li darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Parêzerên Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li rayedaran dan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Serlêdanên ji bo ezmûnên dibistana amadehî dest pêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi pêşengehekê çand û mîrateya Jjinên DêraZorê hat nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hêlîn Umît: Têkoşînê kir ku CPT bigihêje vê nuqteyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji bo bîranîna Şehîd Çekdar Canfeda Med

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DOSYA: PDK partiya dagirkirina Kurdistanê ye! – III

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.