Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Nûçe Kurdistan Bakur

HPG şehadeta Heval Azad Serdem êşkere kir

Edîtor: Nucan Serdoz
10/03/2023 - 12:37
di nav Bakur, Biranîna Şehîdan, Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
HPG şehadeta Heval Azad Serdem êşkere kir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Di daxuyaniya nivîskî ya HPG’ê de hate gotin,  “Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Azad ê di dema berxwedana xwerêveberiyê de şehîd bû û dema bûyera şehadetê ji ber ku zelal nebûbû, nehatibûn eşkerekirin.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, “Berxwedana Xwerêveberiyê ya Nisêbînê, ku lehengiyên bêhempa lê bû û bi fedakarî û kedeke mezin a hevrêyên me yên hêja, hate afirandin, di nava hêzên dewleta Tirk a faşîst de bû sendromek ku weke Sendroma Nisêbînê cihê xwe di dîrokê de girt.

Bi vê berxwedana dîrokî, biryardariya gelê me ya ji heft heta heftê salî ji bo jiyaneke demokratîk û azad ji cîhanê re ragihand. Gelê Kurd li gel her cûre êrîşan jî ji daxwaza xwe ya jiyana azad, mafdar û rewa venegeriya û ev yek jî nîşanî dost û dijminan da. Di nava vê berxwedana destanî de hevrêyê me Azad Serdem ku salên dûr û dirêj li nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ma, ji bo piştgiriya berxwedana gelê me bike derbasî Nisêbînê bû û cihê xwe di nava pêvajoya berxwedanê de girt. Hevrêyê me Azad di pêvajoya berxwedanê de şehîd ket, lê belê ji ber ku agahiyên li ser nasnameya wî û dema bûyera şehadetê eşkere nebû, nekarî bê ragihandin. Di serî de malbata hêja û welatparêz a hevrêyê me Azad Serdem bila serê gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Azad Serdem ê şehîd bûye, wiha ne:

Nasnav: Azad Serdem
Nav paşnav: Haci Oran
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Fatima-Beşîr
Dem û cihê şehadetê: 2016 / Mêrdîn

Hevrêyê me Azad Serdem li navçeya Mîdyad a Mêrdînê li nava malbateke dilsozê nirxên neteweyî û welatparêz ji dayik bû. Malbata hevrêyê me Azad ji salên destpêkê yên têkoşîna me, Tevgera Apoyî nas kir û kete bin bandora têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo. Bavê hevrêyê me Azad di salên 1980’î de dîl kete destê dijmin û êşkenceya giran lê hate kirin. Di pêvajoyekê de ku dewleta Tirk a mêtinger bi rêbaza darbeya leşkerî ya faşîst dixwest bi êşkence, zext û komkujiyan gelê me teslîm bigire, beşdarî berxwedana zindanan a bi rûmet a bi pêşengiya partiya me PKK’ê bû, li gel êşkenceya dijmin jî tawîz ji sekna xwe neda. Piştre jî têkoşîna xwe dewam kir û bû welatparêzek ku ji her kesî re bibe mînak. Malbata wî ji ber zexta dijmin neçar ma koçî Êlihê bike. Hevrêyê me Azad jî li nava malbateke bi vî rengî mezin bû, hîn biçûkanî partiya me bihîst û nas kir. Ji ber ku xelkê me yê ji ber zexta dijmin ji gelek bajarên Kurdistanê koçî vê herêmê kir, hevrêyê me Azad kete bi bandora giran a vê yekê. Di dema ciwantiya xwe de kete nava lêgerîna têkoşînê, di pêvajoyeke welê de ku êrîşên tasfiyekirinê li ser partiya me hebûn û bi tasfiyekirina partiya me dihate xwestin ku derfetên azadiyê yên sed salî ji destê gelê me bê standin, di sala 2003’an de tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me perwerdeya xwe ya destpêkê ya li nava refên gerîla li herêma Qendîlê wergirt, derfet dît ku ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve xwe bi pêş ve bibe. Piştî ku demekê li herêma Qendîlê ma derbasî herêma Heftanînê bû, li wir jî bi hesasiyet û berpirsyariyeke mezin tevlî kar bû. Demeke dirêj ev kar meşand û bi kedkarî û fedakariya xwe li pêş bû. Piştî pratîka serketî ya li Heftanînê derbasî herêma Botanê bû û di serî de qadên Gabar, Mawa û Kerboran, li gelek qadan gerîlatî kir. Dema ku li Botanê bû bi tevlîbûna xwe bû yek ji wan hevrêyên me ku bû mînak. Di sekna xwe ya dilnizm, kedkar û tevlîbûna xwe ya fedakar li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmetê. Li qada Botanê tevlî gelek karên cuda bû, bi rengekî rast nêzî wezîfeyên demê bû, weke milîtanekî wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih anî. Li hemberî êrîşên dijmin ên ji bo tepisandina daxwaza azadiyê ya gelê me û pêkanîna komkujiyên mezin ku ji sala 2015’an û pê ve da destpêkirin, di sala 2016’an de derbasî qada Nisêbînê bû û beşdarî Berxwedana Nisêbînê bû ku ji bo dijmin bû sendrom. Di Berxwedana Nisêbînê de cih girt, ku berxwedaneke dîrokî bû û dijmin gelek caran neçar ma hêzê biguherîne. Hevrêyê me Azad di nava vê berxwedanê de ku demeke diyarker a têkoşîna azadiyê ya gelê me bû, di sala 2016’an de şehîd bû.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Peyman Viyan: Bi jehrî kirinê dixwaze ku îradeya jinên ciwan, teslîm bigre.

Nivîsa Pêş

Hêzil Ozgur: Ji bo ku jin bigihijin azadiya xwe, pêwîstî bi sîstem û rêxistinbûnekê heye

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Hêzil Ozgur: Pêwîste jinên Rojhilata Navîn bi yek fikrî li dijî şer derbikevin û jiyana azad ava bikin

Hêzil Ozgur: Ji bo ku jin bigihijin azadiya xwe, pêwîstî bi sîstem û rêxistinbûnekê heye

‘Her der Newroz, her dem Azadî’ – Deklarasyona Newrozê eşkere bû

'Her der Newroz, her dem Azadî' - Deklarasyona Newrozê eşkere bû

Manşet

  • Bi Deh Hezaran Kes Li Wanê Ji Bo Rojava Meşiyan
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin
  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî
  • Kovara ‘Ozgur Halk’ Dest Bi Weşana Dijîtal Kir
  • Ji Bo Bîranîna Şehîd Karker û Şehîd Brûsk
  • Karasu: Êrîşên Li Ser Rojava Provokasyoneke Li Dijî Pêvajoyê Ne

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Hogir Dêrik û Hevrêyên Wî Destaneke Nû Ya Berxwedanê Nivîsand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berxwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.