Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Hêzil Ozgur: Ji bo ku jin bigihijin azadiya xwe, pêwîstî bi sîstem û rêxistinbûnekê heye

Endamê Konseya Fermandariyê ya YJA Starê Hêzil Ozgur bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji gerîla re axivî.

Edîtor: Nucan Serdoz
10/03/2023 - 12:42
di nav Giştî, Hevpeyvîn, Kûr Bûyin, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
Hêzil Ozgur: Pêwîste jinên Rojhilata Navîn bi yek fikrî li dijî şer derbikevin û jiyana azad ava bikin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Endamê Konseya Fermandariyê ya YJA Starê Hêzil Ozgur bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji gerîla re axivî. Hêzil Ozgur diyar kir ku 8’ê Adarê gelekî bi wate û hêja ye û got, “Beriya her tiştî vê rojê li mîmarê azadiyê li Rêber Apo pîroz dikin ku jin gihandiye vê astê. 8’ê Adarê li dayikên şehîdan, jinan û hevrêyên xwe yên li çeperan li ber xwe didin, pîroz dikin. 8’ê Adarê rojeke gelekî bi wate ye. Bi berdêlên giran hate afirandin, jinan bi agirê bedena xwe ava kirin. Jinan li hemberî desthilatdariyê û sîstema ku mafên jinan desteser dikin, her tim serî hildan, li ber xwe dan, ji bo maf û azadiyê têkoşiyan. Di dîrokê de dem bi dem raperînên jinan çêbûn û jinan ji bo mafên xwe bi dest bixin, ji bo nasnameyeke azad biafirînin gelek pêşeng ji nava xwe afirandin.

Lewma jin bê navber rû bi rûyê êşkence, girtin û kuştinan maye. Lê dest ji têkoşîna azadiyê ne berdane. 8’ê Adarê jî wiha xwedî mîrateyek bi wate ye. Sîstema desthilatdariyê û zihniyeta mêrserwer sîstemek li ser esasê koletiya jinê ava kiriye û ti maf nedaye jinê. Rolê ku dayîne jinê ev e, zarok anîna dinê, meyzekirina malbatê û kengê keyfa xwest jin firotine û weke amûrekê bi kar anîne. Sîstemek wiha hatiye avakirin ku nasname û îradeya jinê nas nake. Gelek têkoşîn li dijî vê sîstemê hatine kirin, lê têkoşîn sînordar mane û negihiştiyek astek wisa ku jin azad bibin.

Pêngava Rêber Apo, avabûna îdeolojiya PKK’ê û îdeolojiya Apoyî guhertinên mezin bi xwe re anî. Rêber Apo dîroka desthilatdariyê, dîroka jinê û bi awayek giştî dîroka mirovahiyê ji nû ve nirxand û şîrove kir. Li gorî vê yekê xwest ku civakek di formê jina azad ava bike û li ser vî esasî paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ava kir. PKK’ê li ser esasê azadiya jinê têkoşiya. Di dîroka cîhanê de gelek îdeolojî û rêxistin derketine holê, lê ev qas girîngî nehatiye dayîne azadiya jinê û lewma têkildarê vê mijdarê pêşketinên mezin hatin bidestxistin. Gelek şexsên dîrokî ku ji bo azadiya jinê rol lîstine, nehatine qebûlkirin.

BI DIRÛŞMEYA ‘JIN JIYAN AZADÎ’ TÊKOŞÎN GEŞTIR DIBE

Rêber Apo ji van hemûyan encam girt, têkildarî rastiya civak û malbatê nirxandinên rast kir. Bi azadiya jin û wekheviya jin-mêr civakek azad dikare were avakirin. Civaka ku were avakirin wê li ser esasê demokrasî û wekheviyê be. Îro jinên di nava PKK’ê de xwedî nasnameyek azad in û di civak, sisayet û artêşê de rolê xwe yê pêşeng girtiye. Tevlî her qada têkoşîna azadiyê dibe û bi rengên xwe pêşengiyê ji şoreşê re dikin. Ev yek li Rojava hat îspatkirin. Niha jî li Rojhilat û Îranê jin bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ pêşengiyê ji serhildanan re dikin. Eger jin di civakê de bi rêxistinkirî û îrade be, ti sîstema desthilatdar nikare wan asteng bike. Îspata vê yekê niha li Rojhilat û Îranê diqewime.

Her kesê heskiriyê azadiyê ku dixwaze li dijî dîktatoriyê şer bike, divê tevlî serhildanê bibe. Ev serhildanên ku di encama xwedî derketina li Jîna Emînî de çêbûn, di heman demê de serhildanek e ku li dijî sîstem û zihniyeta mêrserwer e. Ev serhildan û têkoşîn bi îdeolojiya Rêber Apo pêş dikeve. Ji ber ku dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ji aliyê Rêber Apo ve hatiye avakirin. Ev jî nîşan dide ku jinên Kurd sînorên têkoşîna azadiyê rakirine û bûne pêşengê têkoşîna azadiya civakan.

Ji bo ku jin bigihijin azadiya xwe, pêwîstî bi sîstem û rêxistinbûnekê heye ku piştgiriyê bide jinan. Rêber Apo jî bal dikîşîne ser vê yekê, destnîşan dike ku jin bibin xwedî îradeyek serbixwe û azad, divê pêşengiyê ji têkoşînê re bikin. Têkoşîna Rêber Apo bi temamî li ser esasê azadiya jinê hatiye avakirin. Lewma gelek rêxistinên jinan û rêxistinên femînîst ên li cîhanê, bawerî bi îdeolojiya Rêber Apo tînin û xwe weke parçeyek a wê dibînin.

SEDSALA 21’EMÎN SEDSALA JINÊ YE

Piştî ku Talîban li Efxanistanê car din hat ser desthilatdariyê, jinên Efxan destpêkê ji jinên Kurd alîkarî xwest. Êdî çavê hemû kesê li jinên Kurd e. Bi taybetî jinên li Rojhilata Navîn hatine çewisandin, bala xwe didin têkoşîna jinên Kurd û bi hêz dibin. Car din derket holê ku ti eleqeya sîstema kapîtalîst û bi jin û azadiya jinê re nîne. Êdî li ser esasê îdeolojiya Rêber Apo jin ji bo azadiya civakê bûye pêşeng û bûye îradeya her kesê. Deskeftiyên jinan ên heyî, bê guman bi rengekî hêsanî nehatine bidestxistin.

Di nava PKK’ê de dema li dîroka têkoşîna jinan tê nêrîn, em dikarin bibînin ku gelek berdêlên giran hatine dayîn û bi hezaran jinan canê xwe feda kirine. Em bi têkoşînek bê hempa, hatine vê astê. Jin bi îradeyek mezin li hemberî zihniyeta mêrserwer li berxwe dide. Îro tevgera jinên azad li her qadê rol dilîze. Jinan li Rojava di şexsê YPJ’ê de li dijî çeteyên DAÎŞ’ê têkoşînek mezin raber kirin. Cîhan hemû bû şahîdê vê têkoşînê. Dîtin ku çawa jinên Kurd hem xwe û hem jî civakê diparêzin.

Lewma cîhan hemû êdî tevgera jinên Kurd weke piştevana herî mezin dibînin. Her kes di têkoşîna jinên Kurd de dibe xwedî tecrube û li gorî vê yekê bi xwe serbilind e. Weke hêzên YJA Starê niha em li dijî dagirkeriya dewleta Tirk têkoşînek mezin didin. Êdî jinên cîhanê jî YJA Starê weke artêşa xwe ya rizgariyê dibînin. Niha berxwedana ku gerîlayên jin dimeşîne, hêvî û azadiyê pêşkêşî her kesê dike. Têkoşîna ku Zîlan, Besê, Bêrîtan û Sarayan pêş xistî, di sala 2022’an de di şexê Rûken, Mizgîn, Rojda, Çiya û Şevînan de gihişt asta herî jor. Ji bo em cîhanek hîn bedewtir û azad ava bikin, divê em vê sîstema desthilatdar biguherînin. Weke ku Rêber Apo gotiye, sedsala 21’an wê bibe sala azadiya jin û civakê. Em îro deyndarê Rêber Apo û şehîdên xwe hemûyan e ku têkoşînê jinê gihiştiye asta herî jor. Tişta ku dikeve ser milê ew e ku em xwedî li keda wan derkevin, têkoşînê geş bikin û xeyalê wan ê azadiyê pêk bînin. Em gelek bi şans in ku em di nava PKK’ê de ne û bi îdeolojiya Rêber Apo têdikoşin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HPG şehadeta Heval Azad Serdem êşkere kir

Nivîsa Pêş

‘Her der Newroz, her dem Azadî’ – Deklarasyona Newrozê eşkere bû

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
‘Her der Newroz, her dem Azadî’ – Deklarasyona Newrozê eşkere bû

'Her der Newroz, her dem Azadî' - Deklarasyona Newrozê eşkere bû

HPG: Êrîşên dagırkeriyê dewam dike – 1 dagirker hate cezakirin

HPG: Êrîşên dagırkeriyê dewam dike - 1 dagirker hate cezakirin

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.