Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Peyman Viyan: Bi jehrî kirinê dixwaze ku îradeya jinên ciwan, teslîm bigre.

Endama Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Peyman Viyan bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê û her wiha bûyerên jehrîkirinê ya desthilatdariyê ya li Îranê li dijî jinên ciwan ên xwendekar, ji ajansa ANF’ê re bi berfirehî nirxand.

Edîtor: Nucan Serdoz
10/03/2023 - 10:55
di nav Giştî, Hevpeyvîn, Jinên Ciwan, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe, Rojhilat, Şerê Gelê Şoreşgerî, Xwendekarên
Reading Time: 7 mins read
A A
Peyman Viyan: Bi jehrî kirinê dixwaze ku îradeya jinên ciwan, teslîm bigre.
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Endama Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Peyman Viyan bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê û her wiha bûyerên jehrîkirinê ya desthilatdariyê ya li Îranê li dijî jinên ciwan ên xwendekar, ji ajansa ANF’ê re bi berfirehî nirxand.

ÇALAKIYÊN 8’Ê ADARÊ HATIN SILAV KIRIN

Peyman Viyan di destpêka axaftina xwe de 8’ê Adarê li tevahiya jinan pîroz kir û wiha got, “Em çalakiyên 8’ê Adarê ku bi têkoşîn û afrîneriyeke mezin li her deverê cîhanê pêş ketin, silav dikin. Bi wesîleya vê rojê jinan careke din diyar kirin ku; Çi dibe bile bibe, wê serî li hemberî desthilatdarî û zihniyeta serdest a mêr netewînin. Her wiha carek din bi gavên xwe ên têkoşînê diyar kirin ku, çiqas di azadiyê de bi îsrarin. Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, çalakiyên ku bi pêşengtiya Dayikên Aştiyê û Dayikên Parkên Lale hatin bi rêve birin, gelek girîng û xwedî wateye. Em van çalakiyan silav dikin. Bi heman awayî komîteyên jinan ên ku li Kurdistan,Tehran û bajarên cûda bi boneya 8’ê Adarê hatin damezrandin, em van komîteyana silav dikin. Ev yek dide diyar kirin ku, jin êdî bi awayekî bê navber ketine nava pêvajoya xwe rêxistinkirin û hevgirtinê. Êdî tevahiya jin ketine wê ferqê ku, çiqas xwe bi rêxistin dikin, ewqas ber bi serkeftinê ve diçin. Em bawer dikin ku, ev komîteyên hatine avakirin, wê bi şêwazekî sîstematîk xwe bi rêxistin bikin û felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bixin malê her ferdekî civakê. Pêwîste ev yek bibe sedem ku jin di her warî de rêxistinbûna xwe berfireh bikin.”

‘JIN TEVAHÎ QAD KIRIN QADÊN TÊKOŞÎNÊ’

Viyan di berdewamiya axaftina xwe de mexdûrên erdheja ku li Bakur û Rojavayên Kurdistanê rû dan bi bîr anî û ev tişt got, “Ji bo karesata ku bi erdhejê li Bakur û Rojavayên Kurdistanê pêk hat, jin bûn bersiv û bê navber xebat kirin. Çalakiyên jinên di vê pêvajoyê de çalakiyên pir bi heybet in, xwedî li hev derketin. Jinan îsal 8’ê Adarê kirin roja xwedî li hev derketê. Em van jinan û çalakiyên wan, silav dikin. Wek jin li her aliyê cîhanê me 8’ê Adarê pir girîng pêşwazî kir. Jin îsal her li qadan bûn û li ber xwe dan. Ev berxwedana jinan bi awayekî eşkere bi serhildanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê re derket pêş. Jinan, tevahiya qadan kirin cihê têkoşînê. Em dikarin bi rehetî bibêjin ku, qad bû mala hevbeş a têkoşîna jinan. Ligel berdêlên giran gav paşve neavêtin û her kêlî qad tejî kirin. Ji ber vê yekê di têkoşîn û azadiyê de, her îsrar kirin. Rengê ku îsal jinan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê derxistin pêş, ji hemû 8’ê Adarên ku derbas bûne, cûdatir bû. Serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ a li dijî rejîma dîktator, encama berxwedana jinan ya siyasî, civakî û leşkerî ya 44 sal in. Jinan îsal bi israra xwe ya ji bo têkoşîn û azadiyê, mêr jî daxist qadên têkoşînê. Ev pêng jî bê guman pêngavek pir girînge. Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji bo rejîma Îranê bû derbeyeke herî mezin.”

‘JI TÊKOŞÎNA JINAN DITIRSIN’  

Viyan bal kişande ser politîkayên rejîma Îranê a zayendperest ên li dijî jinan û wiha axivî, “Rejîma Îranê ya desthilatdar, ji bo ku vê şoreşê ango dengvedana jinan a ji bo azadiyê bitepisîne, çi ji destê wî tê dike. Yek ji wan politîkayên rejîmê yê ku xwe rû da, jehrî kirina jinên ciwan ên xwendeker e. Ev pêkanîn tirsa rejîma Îranê ya li hemberî jinan eşkere kir. Di asta herî jor de ji azadiya jinan, ditirsin. Ji rêxistinbûna jinan û hevgirtina gelan ditirsin. Ji ber vê jinên ciwan hedef digire. Ev şoreş bi pêşengtiya jinan, jinên ciwan û ciwanan pêş ket û heta roja îro jî didome. Cihê ku jin û ciwan lê hebin, bê guman potansyela azadiyê bi hêz e. Ji ber ku ciwan serî li ber desthilatdariyê natewînin.

Herî zêde di nava pêvajoya şoreşê de, têkoşîn di dibistan û zanîngehan de geş bû. Di dibistana de bi taybet jinên ciwan, bi awayekî pir radîkal û dijwar, li dijî zihniyeta rejîma Îranê rawestiyan. Her wiha di zanîngehan de jî dîsa jinên ciwan rol û têkoşîna xwe bi awayekî pir ber bi çav lîstin. Li van herdu qadan jinên ciwan ruhê hevgirtina gelan xurt kirin. Bi van bertek û helwestên xwendevanan re, siyaseta ku bi salane rejîma Îranê li dibistan û zanîngehan dide meşandin, vala derket. Ev siyaseta jehrîkirinê, bi sîstematîk qetil kirina jinan e. Her wiha bi sîstematîk bê deng kirina şoreşa azadiyê ye. Di şexsê jinên xwendekar de hewl tê dayîn, tol ji şoreşa jin jiyan azadî bigirin. Ev sûcekî mezine, wê rejîma destpot hesabê van kiryarê xwe bide. Ji bo ku tirs bixe nava dilê ciwan û malbatên wan de, van pêkanîn xwe ên tirsandin û serkut kirinê dide meşandin. Ev 44 sal in bi polîtîkayên qetilkirin, êşkence û darvekirinê hewl dide vîna gelan teslîm bigire. Lê belê rejîma Îranê bi taybet di nava vê şoreşê de bi zelalî dît ku heta niha ev êrîş û politîkayên wî vala derketine. Ji ber vê bi awayekî hê hovtir di van politîkayên xwe de îsrar dike. Bi jehrî kirinê dixwaze ku îradeya jinên ciwan, teslîm bigre. Em vê yekê pir metirsîdar dibînin, ji ber vê yekê pêwîste di asta cîhanî de xwedî  derketinek hêj bi hêztir çêbe. Pêwîste her kes dakeve qadan û ji rejîmê hesab bipirse. Saziyên mafê mirov pêwîste zextên pir cidî çêbikin, ev kiryarên hovane yê rejîmê werin eşkere kirin.  Bila rejîma Îranê baş bizane ku, nikare bi qetil kirinê, bi jehrî kirine jinan bê deng bike.”

‘EM Ê HÊZA XWE LI HER QADÊ MEZINTIR BIKIN’  

Endama Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê Peyman Viyan di dawiya nirxandinên xwe de îdîa û bangên xwe wek (KJAR) wiha anî ziman, “Li dijî politîkayên êrîşkar ên desthilatdariyê pêwîste ku her jineke bibe xwedî hêza parastina cewherî. Her komîteyek bibe komîteya parastin û xwe parastinê. Ev yek hem di warê fîzîkî de û hem jî di warê îrade û hişmendî de derbasdar e. Em xwedî vê îdîayêne ku em ê sîstema xweparastina jin, hêj mezintir bikin. Em ê hêza xwe di her warî de, mezintir û bi hêztir bikin. Pêwîste ku parastina cewherî bikeve nava her qadeke jiyanê de. Ji bo wê jî em amadene ku di vê salê de pêngavên hêj girîngtir bavêjin. Ji bo ku em sîstema konfederalîzma jinan hêj zêdetir berfireh bikin, em ê bi hêz û ezmûnên xwe, xebatên xwe mezintir bikin. Em ê wek jin bi vî rengî, azadiyê misoger bikin. Em ê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, sala 2023’yan bikin sala serkeftin û azadiyê. Em di vê baweriyê de ne ku wê tevahiya jinan û gelê me yê azadîxwaz bi vê hêz û kelecanê Newroza 2023’yan pêşwazî bike û bi rêve bibe. Ji niha de Newroza jinên ku dilê wan ji bo azadiyê lê dide û tevahî gelê me yê ku li hemberî sîstema zordest a rejîma Îranê li berxwe didin pîroz dikim. Em ê teqez îsal bikin sala serkeftina jinan.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Gerîla YJA Starê Kajîn Brûsk: Bila kes gumanan neke, em ê heta dawiyê xak û gelê xwe biparêzin

Nivîsa Pêş

HPG şehadeta Heval Azad Serdem êşkere kir

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
HPG şehadeta Heval Azad Serdem êşkere kir

HPG şehadeta Heval Azad Serdem êşkere kir

Hêzil Ozgur: Pêwîste jinên Rojhilata Navîn bi yek fikrî li dijî şer derbikevin û jiyana azad ava bikin

Hêzil Ozgur: Ji bo ku jin bigihijin azadiya xwe, pêwîstî bi sîstem û rêxistinbûnekê heye

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.