Enter your email Address

Cuma, Aralık 12, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

BI Helbestên Cîgerxwîn Mezin Bû: Mazlûm Qamişlo

Mazlûm Qamişlo ku bi helbestên Cîgerxwîn mezin bû, bû xwedî hişmendiya Kurdîtiyê û ji bo hesreta azadiyê ya gelê xwe pêk bîne ji Qamişloyê berê xwe da çeperên berxwedanê yên li çiyayên Kurdistanê, bû navê jiyaneke berxwedêr.

Edîtor: Nucan Serdoz
26/01/2023 - 11:13
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Hevpeyvîn, Manşet, Nûçe
Reading Time: 3 mins read
A A
BI Helbestên Cîgerxwîn Mezin Bû: Mazlûm Qamişlo
ParvekeTweet

QAMİŞLO – Dewleta Tirk di Sibata 2021’ê de li Garê li dijî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê dest bi êrîşê kir û ev êrîş li qadên Zap, Avaşîn û Metînayê belav kir. Yek ji gerîlayên ku li hemberî van êrîşên dagirkeriyê li ber xwe dan Mazlûm Qamişlo bû.

Mazlûm Qamişlo (Raman Şêxmûs) bi destpêkirina Şoreşa Azadiyê ya Rojava re sala 2015’an ji Qamişloyê tevlî nava refên şoreşê bû, li dijî DAÎŞ’ê bi erka parastina destketiyên gel rabû. Di pêvajoya şoreşê de firsend dît, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê ji nêz ve nas bike û têgihişt ku hesreta azadiyê ya gel û têkoşîna xwebûnê tenê bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibe.

Ji bo bersivê bide êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên ji bo tunekirina destketiyên gelê Kurd, di sala 2017’an de tevlî nava refên gerîla bû. Bû heyranê çiya û xwezaya Kurdistanê.

Mazlûm Qamişlo ji ber hişmendiya Kurdîtiyê ya malbata xwe bi dilsoziya bi nirxên xwe yên civakî mezin bû û li dijî bombardûmana artêşa Tirk a dagirker bi îrade, bawerî û dilsoziyeke mezin şer kir.

Mazlûm Qamişlo bi kesayetiya xwe ya pak, durust û fedakar li nava hevrêyên xwe bû cihê hezkirin û hurmetê û sala 2020’î derbasî herêma Heftanînê bû. li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dijmin ên li ser Heftanînê bi rengekî çalak tevlî gelek çalakiyan bû, bi rola pêşengiyê rabû û di 11’ê Sibata 2022’an de li Heftanînê şehîd bû.

Dayika Şehîd Mazlûm Salîha Derwîş û bavê wî Şêxmûs Şêxmûs qala jiyana kurê xwe yê gerîla kirin.

Salîha Derwîş got, “Li malê herî zêde bi min re li hev dikir. Ji her kesî hez dikir, lê belê gotina min timî bi cih dianî. Ji her kesî re bira bû. Silav bida kê, dihate hezkirin.”

Salîha Derwîş dema tevlîbûna kurê xwe wiha vegot, “Bêyî ku xatir bixwaze ji malê çû. Dema ku êvarê nehat malê, me meraq kir. Bi carekê telefonê lê da û Mazlûm geriya. Got ku ew gihîştiye hevalan, lewma wî meraq nekin. Min jî jê re got bila rêya te vekirî be û bi vî rengî me xatir ji hev xwest.”

Dayik Salîha anî ziman ku beriya agahiya şehadetê bê, ew pê hesiya û got, “Meha Sibatê timî bi birîndarî diket xewna min. Dilê dayikê ye, diyar e min hîs kiriye û piştre jî agahiya li ser şehadeta wî hat.”

BI HELBESTÊN CÎGERXWÎN MEZIN BÛ

Bav Şêxmûs Şêxmûs diyar kir ku Kurdistan timî li ser zimanê Mazlûm bû û got, “Gelekî dilsozê neteweya xwe bû. Bi Kurdîtiyê têgihiştî bû. Bi helbestên Cîgerxwîn mezin bû. Gelek jê jî ji ber kiribû. Bi taybetî helbesta wî ya ‘Em Kurd in, serbilind in’ digot.”

Bav Şêxmûs bal kişand ser gerîlayên li çiyayên Kurdistanê û got, “Eger ne ji wan bûya Şengal rizgar nedibû. Ne ji wan bûya Kerkûk azad nedibû. Ne ji wan bûya Hewlêr rizgar nedibû. Heta ku hebim ne kurê xwe ne jî gerîlayên leheng ji bîr nakim. Serê me timî bilind e. Kurê min ji bo gelê Kurd têkoşiya, di vê dozê de canê xwe da.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Artêşa Tirk a dagîrker li hemberî xwezayê jî sûc dike

Nivîsa Pêş

HPG 5 gerîlayên tekoşina rizgariya Kurdistan îlan kir ku li Cîlo di sala 2017 şehîd ketin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
HPG 5 gerîlayên tekoşina rizgariya Kurdistan îlan kir ku li Cîlo di sala 2017 şehîd ketin

HPG 5 gerîlayên tekoşina rizgariya Kurdistan îlan kir ku li Cîlo di sala 2017 şehîd ketin

YPG: Li Kobanê bi dehan destan têde hate nivîsandin

YPG: Li Kobanê bi dehan destan têde hate nivîsandin

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr
  • Komîteyên Hişyarkirina Ciwanan a Li hember Hişbirê Hatin Avakirin
  • Li Siwêdayê Ciwanek Hat Kuştin

Herî zêde hatine xwendin

  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn bi dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Rêxistina Exlaqî û Siyasî ya Ciwanan: Avakirina Sosyolojiya Azadiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.