Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

FLAŞ: Ciwan diherkin nava refên gerîla – 20 ciwanên Bakur-Rojhilatê Sûriyê tevlî PKK’ê bûn

Ji bo rakirina tola 17 gerîlayên ku di êrîşên kîmyawî de li Herêmên Parastina Medyayê şehîd bûne, 20 ciwanên Bakur-Rojhilatê Sûriyê berê xwe dan çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bûn.

Edîtor: Nucan Serdoz
04/11/2022 - 0:20
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe, Taybet
Reading Time: 6 mins read
A A
ParvekeTweet
NAVENDA NÛÇEYAN – Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a qirker û hevkarê wê PDK’ê, ku ji 17’ê Nîsanê de, li ser Herêmên Parastina Medyayê dane destpêkirin, heya roja îro bi hemû rê û rêbazên hov dewam dike. Dewleta Tirk a dagirker ku dixwaze di şexsê Tevgera Azadiya Kurdistanê û Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de tevahî gelê Kurd û Kurdistanê qir bike, her roj êrîşên xwe bikaranîna çekên kîmyawî re hovtir dike. Bi van êrîşên xwe re zagonên navnetewî bin pê dike, sûcên şer ên der-mirovî bi piştgriya NATO her roj zêdetir dike. Herî dawî jî ji ber zêdebûna bikaranîna çekên kîmyawî û tevahî çekên qedexe, û ji ber bê dengiya hêzên navnetewî, 44 Gerîlayên Azadiya Kurdistanê şehîd bûn. Ji nava wan nasnameya 17 gerîlayan ji aliyê NPG’ê ve hate eşkere kirin. Li ruxmî hemû êrîşên hovane ku hikumeta AKP-MHP’ê di bin mîmariya NATO’yê de li ser gerîlayên azadiyê dayî destpêkirin, Li gel van êrîşan hemûyan, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi rihê fedayî ya Apoyî û wêrekiya mezin bi rêbazên cihêreng derbên giran li dagirkeran dixin û berxwedana xwe bi awayekî destanî di dîrokê de dinivîsin.

Li ser esasê ku êrîşên dagirkeriyê yên bê navber bi hevkariya PDK’ê û tevahî hêza NATO’yê li ser gelê Kurd û Kurdistanê dewam dike, ji aliyê Komalên Ciwan û Komalên Jinên Ciwan ve seferberî di bin dirûşmeya “LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û ÎXANETÊ, WERIN CENGA AZADIYÊ” hatibû ragihandin. Piştî eşkerekirina nasnameya 17 gerîlayên ku di encama çekên kîmyawî de şehîd bûne banga seferberiya giştî ya tolhildanê kir.

Ciwanên Kurdistanê ji bo ku bersiva bangê bidin û seferber bibin bi rojan li qadane û li dijî dagirkeriyê çalakiyên cihêreng li dar dixin. Herî dawî jî piştî şihadeta 17 gerîlayan bi çekên kîmyawî ji Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyê ciwan bê navber diherkin nava refên gerîla. Di vê çarçoveyê de herî dawî jî 20 ciwan ji bo tolgirtina şehîdên azadiyê ji Bakur-Rojhilatê Sûriyê tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bûn.

Ciwanan bi daxuyaniyekê tevlîbûna xwe ya nava refên gerîla ragihandin û bang li tevahî ciwanan kirin ku cihê xwe di têkoşîna azadiyê de bigirin û tevlî PKK’ê bibin.

Daxuyaniya ku hatî dayîn;

JI BO TEVAHÎ GEL Û CIWANÊN ME YÊN WELATPARÊZ
“Dewleta Tirk a faşîst li hember rêhevalên me yên ku keç û xortên vî gelî ne komkujiyekî hovane pêk anî, di vê komkujiyê de çekên nûkleer û kîmyawî hat bikaranîn. Ev yek li pêş çavên her kesî pêkhat û di encamê de 17 şoreşgerên qehreman ji Gerîlayên Azadiya Kurdistanê gihîştin şihadetê. Armanca van êrîşan ne tenê tunekirina şoreşgerên vî gelî ne, armanca wan şikandina vîna gelên berxwedêr û azadîxwaze ên ku li hemberî dagirkeriya wana li heremê dibin asteng û qebûl nakin. Her wiha armanca wan qirkirina gel e.
Ev 17 hevalên ku bi çekên kîmyawî şehîd ketine praniya wan di şerê li dijî DAIŞ’ê li Rojavayê Kurdistanê, ji Kobanî heya Baxozê cih girtine, şerkirine û birîndar bûne. Koalisyona ku li dijî DAIŞ’ê ava bûye ew jî dizane ku PKK’ê heya niha bi hezaran fermendar û şervanên xwe di şerê li beramberî DAIŞ’ê de li Sûriyê û Îraqê şehîd dane. Emêrîka û Ewrupa jî baş dizanin ku kî çeteyên DAIŞ’ê têk bir û kî sînorên xwe ji DAIŞ’ê re vekiriye.
Îro jî em dibînin ku dewleta Tirk a dagirker li hemberî ew kesên ku DAIŞ têk birine dixwezin tola DAIŞ’ê hilînin, ev yek jî bi alîkariya NATO û dezgehên wê tê pêkanîn. Li aliyekî Koalisyona li dijî çeteyan ava dikin û li aliyekî din jî dewleta çete a Tirk piştgirî dikin, ev dûrûbûnek mezin e. Di dîroka 18 Cotmehê de dîmenê 2 gerîlayên ku bi çekên kîmyawî bandor bûne û li ber şihadetêne hat weşandin.
Em wekî ciwanên Bakur-Rojhilatê Sûriyê li beramberî vê kiryarê bê deng namînin, bê deng mayîn şirîkbûna komkojiya ne, tiştên ku me nekiriye emê ji vir û şûnde bikin. 17 hevrê û hevalên me di vê êrîşa hovane de şehîd bûn em niha li şûna 17 hevalan bi 20 ciwan û jinên ciwan ên ji Bakur-Rojhilatê Sûriyê çekên van hevalan radikin û tevlî nava refên gerîla dibin.
Bila herkes bizanibe ku di Kurdistanê de nislê qehremanan naqede, heya ku yek ciwanekî bi rûmet bimîne wê ev têkoşîn berdewam bike û biçe serkeftinê. Tekane riya ku em bikaribin li şehîdan xwedî derkevin ewe ku em çeka wan rakin û ala wan rakiriye bilindtir bikin. Di demekî wekî niha de tevlîbûna nava refên PKK’ê bûye erka xwe yê mirovatî li beramberî şehîdan pêk anîn e. Bangewaziya me ji bo gelê me yê qehreman bi teybet jî ji bo ciwan û jinên ciwan re heye.
Werin tevlî cenga azadiyê bibin, werin li erk û berpirsyariyên xwe xwedî derkevin, werin li şehîdên xwe xwedî derkevin, werin tevlî pêngava serkeftinê bibin, werin tevlî nava refên gerîlla bibin.”
Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Bîrdozî û dilxweşî ji bo mirovê destpêkê û mirovê dawî jî hewce dike

Nivîsa Pêş

Ji bo bîranîna jina têkoşer Zinarîn Cûdî

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ji bo bîranîna jina têkoşer Zinarîn Cûdî

Ji bo bîranîna jina têkoşer Zinarîn Cûdî

Gerîla TV dîmenê çalakiya li Girê Hekarî weşand – 5 dagirker hatin ceza kirin

Gerîla TV dîmenê çalakiya li Girê Hekarî weşand - 5 dagirker hatin ceza kirin

Manşet

  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.