Enter your email Address

Pazar, Aralık 21, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Ji bo bîranîna şehîd Demhat Cizîr

Dosyaya me taybet di beşa xwe ya 11'emîn de derbarê têkoşîna şehîd Demhat Cizîr de ye.

Edîtor: Nucan Serdoz
01/11/2022 - 1:00
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe, Taybet
Reading Time: 3 mins read
A A
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel NPG’ê kesayetê têkoşer û şehîdê azadiyê Demhat Cizîr bi vê rengî dinirxîne;

“Hevrêyê me Demhat Cizîr di malbateke welatparêz a ji eşîra Kiçî de li Cizîra Botan hatiye dinê. Hevrêyê me Demhat ê ku bi xeyalên gerîlatiyê mezin bû, di zarokatiya xwe de bû şahidê her cure êrîş û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker. Hevrêyê me Demhat jî weke her ciwanekî Cizîrî li hemberî hemû polîtîkayên zext û tirsandinê yên rejîma faşîst tawîz neda welatparêziya xwe. Di destpêka Şerê Gel ê Şoreşgerî de weke ciwanekî Kurd xwe berpirsyar dît û li Cûdî tevlî nava refên gerîla bû. Çû Herêmên Parastinê yên Medyayê û perwerdeya xwe ya bingehîn dît. Hevrêyê me Demhat ji ber ku ji eşîra Koçer bû, di adaptasyona xwe ya li çiyê de ti pirsgirêk tune bû. Hevrêyê me Demhat di zarokatiya xwe de bi kedê re hat naskirin. Di jiyana gerîla de girîngiya kedê û nirxên ku pê re hatine afirandin fêm kir. Bi hestên paqij û durust ên ku neketine nava qirêjiya pergalê, bi Rêber Apo û şehîdan ve girêdayî bû û di her kêliya jiyana xwe de helwesteke milîtanî ya mînak nîşan da. Hevrê Demhat ku dikeve ferqa tenê hestên paqij têr nake, bi perwerdeya ku dîtiye û bi desteka hevrêyên xwe re hewl dide xwe di aliyê bîrdozî de pêş bixe. Weke bi sedan hevrêyên xwe li dijî hovîtiya DAÎŞ’ê qêrîna gelê me yê Êzidî bilind kir û heta rizgarkirina Şengalê li wê herêmê di gelek pêngavan de cih girt û xwedî kedeke mezin bû. Hevrêyê me Demhat ê ku piştî pratîka Şengalê ya serkeftî derbasî Zapê bû, bi fedakarî beşdarî xebatên li vir bûye. Di amadekirina tunelên şer de û bi tevlîbûna xwe ya pêvajoya şer, têkoşînê şopên watedar li dîroka me nivîsandin. Heya şehadeta xwe hewl da ku bibe layîqê Rêber Apo û şehîdan û bi îradeya xwe ya bilind ev yek pêk anî.

Li hemberî êrîşên dijmin ên di 14’ê Nîsana 2022’an de hevrêyê me Demhat cihê xwe di nava komên ku pêşî li bersiva dijmin dan de girt û bi bersiva xwe pêşî nederbasbûna Zapê nîşanî dijmin da. Di rojên dawî yên şer de di nava tîmên gerîlla de cih girt û taktîkên gerîla yên serdema nû bi hostayî bi kar anî û derbeyên mezin li dijmin xist. Piştî ku dijmin berê xwe da tunelên şer, vê carê bi hevrêyên xwe yên di tunelên şer de berxwedaneke destanî nîşan da û tunelên şer veguherand keleyên berxwedanê. Artêşa Tirk a dagirker ku nekarî berxwedana dîrokî ya hevrêyên me bişkîne û roj bi roj zêdetir winda dike, bi dehan caran bi bikaranîna çekên kîmyewî hewl da vîna hevrêyên me bi dest bixe. Hevrêyê me Demhat jî weke gelek hevrêyên xwe heta nefesa xwe ya dawî weke milîtanekî Apoyî şer kir, gihişt şehadete.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Sorxwîn Cûdî: Berxwedana Kobanê ya netewî DAIŞ bi bin xist

Nivîsa Pêş

Di serhildanan de taktîkên gel -II

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Di serhildanan de taktîkên gel -II

Di serhildanan de taktîkên gel -II

Rojnameya Serxwebûn a meha Cotmehê derket

Rojnameya Serxwebûn a meha Cotmehê derket

Manşet

  • Parastina Ciwanan ê Kobanê perwerdeyê bîrdozî dibînin
  • Komkujiya Mereşê Li Stuttgartê Bi Pêşengiya Ciwanan Hate Bîranîn
  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist
  • Kongra Star Qetilkirina Jina Ciwan a li Efrînê Şermezar Kir
  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongra Star Qetilkirina Jina Ciwan a li Efrînê Şermezar Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komkujiya Mereşê Li Stuttgartê Bi Pêşengiya Ciwanan Hate Bîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karasu: Berfîn Nûrhaq, Hevaleke Ku Hemû Bedewî Di Xwe De Dihewand Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.