Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

PAJK: Bêrîtan dîroka me, duh, îro û sibeha me ye

Koordînasyona PAJK'ê got; "Ruhê fedaî yê jinên Kurdistanê, bi heval Bêrîtan re bûye xet. Bêrîtan tarza me ya şer e, fermandar û pêşenga me ye. Bêrîtan hiş û dilê meye, taktîk û xeta me ye. Bêrîtan dîroka me, duh, îro û sibeha me ye. Helbest Koçerîn sonda me ya tolhildanê ye. Xeta me ya Bêrîtanê ya dema nû ye. Dîroka me ya zindî ye. Helbest Koçerîn hêrsa me ye."

Edîtor: Nucan Serdoz
25/10/2022 - 12:24
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 9 mins read
A A
PAJK: “Kêlî kêliya afirandina dîrokê û serdema xwe ye”
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Koordînasyona PAJK’ê di salvegera 30’emîn a şehadeta wê de Bêrîtan a ku di 25’ê Cotmeha 1992’an de şehîd bûbû, bi bîr anî û got “Vê çalakiyê derb li xeta teslîmiyet û xayîntiyê daye.”

Di daxuyaniya PAJK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Têkoşîna azadiya Kurdistanê dikeve sala 50’emîn a Rêbertî, em jî di van rojên girîng de ne ku qedera şerê hebûn û tunebûnê ya dîrokî tê diyarkirin. Berxwedana me ya Rêbertî ya nîvsedsalî, gelê Kurd ji tunebûnê rizgar kiriye. Di vê meşa destwanwerî de jinên Kurdistanê, bi rola pêşeng a ku di têkoşîna hebûn û azadiyê de stendiye, ji jinên dinyayê re berxwedaneke mînak û îdeolojiya jiyana azad afirandiye. Rêber Apo vê felsefeya jiyanê bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan xistiye lûtkeyê û diyarî hemû gelên dinyayê kiriye. Ji bo jiyanîbûna paradîgmaya me û avakirina hebûna wê, divê xweparastin li ser bingeha bîra hebûn û azadiyê bidome. Gelê ku nikaribe hebûna xwe biparêze wê nikaribe azad bibe. Yek ji rêgeza herî sereke ya parastina hebûna jî ev e ku li hemberî hêzên qirker şer bike û hebûna xwe teqez bike. Mirov û civakên ku hebûna wan hatiye teqezkirin, wê bikaribin têkoşîna azadiyê bidin meşandin û avakirina civaka azad pêk bînin.

ÇALAKIYA BÊRÎTANÊ YEK JI QONAXA SEREKE Û GIRÎNG E

Yek ji qonaxa sereke û girîng a têkoşîna me ya azadiyê çalakî û şehadeta bi heybet a heval Bêrîtan (Gulnaz Karataş) e. Li hemberî PDK’ê ya îxanetkkar û teslîmiyetkar wê got ‘Bijî Serok Apo’ û çalakiya xwe pêk anî, wê bîrbûna azadbûnê di lûtkeyê de jiya. Li hemberî îxaneta ku li ser hebûna wê hatiye ferzkirin, nokerî û mirinê wê bi pratîka xwe ya têkoşînê û şehadeta xwe nîşan da ku divê parastina rêgeza azadiyê çawa be. Berxwedana heval Bêrîtan, nîşanî hemû dinyayê daye ku li ser xeta jiyana Apoyî teslîmiyet û nokerî tune. Hêza wateyê ya di çalakî û şehadeta heval Bêrîtan e, bi qasî têkoşîna azadiya jinan, aliyê têkoşîna neteweya demokratîk jî diyar kiriye. Vê çalakiyê derb li xeta teslîmiyetkar û nokeriyê daye û nîşan daye ku di netewebûna demokratîk a Kurdan de, cihê PDK’ê tune.

GELÊ KURD PDK’Ê NAXWAZE

TC’ya faşîst û qirker, ji bo tunekirina Kurdan , ji bo her hucreya berxwedêr a îradeya azadiya Kurdan tune bike, her cure hovîtiya dermirovahiyê dike. Li hemberî gerîlayên azadiya Kurdistanê êrîşên hewayî, bomberdûman, êrîşên bi çekên kîmyewî û taktîk nukleerê pêk tînin. Bêguman TC’ya faşîst, bi alîkariya pergalên hegemonîk ên ku pergalibûna serwermiya mêran a li hemû dinyayê ye, wekî dewleteke ku endamê NATO’yê ye van êrîşan dike. Lê îroj êrîşên dijmin li hemberî gerîlayan bi hezaran caran têk diçe lê PDK dike ku dijmin dîsa êrîş bike. PDK di dîroka Kurdistanê de ketiye nav îxanet û ketina herî mezin. Di bin alaya rêveberiya herêmî ji artêşa Tirk, leşker û çeteyan re çeperan çêdike, erzaq û cebilxaneyê dide artêşa Tirk. Ji bo ku qirkirina Kurdan pêk were, her cure derfetan amade dike. Gelê Kurd PDK wekî partiya ku ‘jê nayê hezkirin’ îlan kiriye. Li her çar parçeyên Kurdistanê û li dinyayê jinên Kurd xeta îxanet û teslîmiyetê ya PDK’ê red dikin.

ÇALAKIYA HEVAL BÊRÎTAN DÎROKÎ YE

Çalakiya hevla Bêrîtan çalakiyeke dîrokî ye ku rûyê rast ê PDK’ê derdixîne holê.

Heval Bêrîtan di têkoşîna azadiyê ya salên 90’î de li Bakurê Kurdistanê tevlî nav têkoşîna azadiyê bûye û di salên zehmet ên têkoşînê de rola xwe ya pêşeng lîstiye. Jinên Dêrsimê li hemberî êrîşên qirkirinê ji bo ku nekevin destê leşkerên dijmin xwe ji teht û zinarên Dêrsimê avêtin û nîşanî gelê Kurdistanê dan ku divê exlaqê azadiyê çawa be. Bêrîtan jî cewhera xwe ji berxwedana Dêrsimê û Besêyan stendiye. Ew avakereke mezin a jiyanê û fikirmend bû. Hezkirina wê ya ji bo mirovan, bawerî, girêdan û bi keda mezin a ku daye hevalên xwe, ev tişt hatiye dîtin.

RÛPELÊN ZÊRÎN ÊN ROMANA AZADIYÊ

Heval Bêrîtan dema ku rapor ji Rêber Apo re nivîsandiye wê diyar kiriye ew dixwaze romana evîna azadiyê ya Rêbertî û jinên Kurd binivîse. Wê fermandariya xwe ya mînak nîşan daye ku bi berxwedan, jiyan, şer û divê jinên Kurdistanê çawa bijîn û şer bikin, wê çawa berxwedanên dîrokî yên wê mirov ji bo wê xwe feda bikin, nîşan daye. Îro li çiyayên Kurdistanê jinên Kurd rûpelên zêrîn ên romana azadiyê ya ku Bêrîtan dixwest binivîse, bi berxwedana xwe dinivîsin. Ji 6 mehan zêdetir e ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şerê azadiyê yê bi pêşengiya gerîlayên azaadiyê yên YJA Starê didome, datîne holê ku divê destan û romana azadiyê wê çawa were nivîsandin.

Em dikevin sala 30’emîn a şehadeta heval Bêrîtan. Di sala 30’emîn de xwedîlêderketina berxwedan, xet û rêgezên azadiyê yên heval Bêrîtan, rêgeza jiyana bingehîn a hemû jinên Kurd e. Çawa ku Bêrîtanê teslîmiyet qebûl nekiriye, li hemberî çeteyên PDK’ê yên îxanetkar xwe ji zinarê avêtiye, îro jî jinên Kurd ên li ser heman xetê şer dikin, li hemberî PDK’ê ya îxanetkar û TC’ya faşîst a qirker heta nefesa xwe ya dawîn li ber xwe didin. Şervanên Bêrîtanê û têkoşerên li ser xeta Bêrîtanê li ser xeta wê dibin fermandar û li hemberî êrîşên dermirovayetî û hovîtiyê nîşan dane ku divê berxwedan çawa be. Di heman demê de di şexsê PDK’ê de ya ku di warê îxanet û nokeriyê de tu sînorekî wê tune, nîşanî hemû dijminên Kurdan û dijminên azadiyê jî dane ku divê çawa were jiyîn.

SONDA TOLHILDANÊ YA HEMÛ JINÊN KURDISTANÊ

Jinên Kurd ên ku ji bo di salên 90’î de şer bike berxwedaneke mezin kiriye û şer kiriye û îspat kiriye ku ew dikare xwe wekî hebûneke azad biafirîne, bi pêşengiya Bêrîtanê heta îroj hatiye. Îro artêşa me ya jinan a YJA Starê pêşengtiyê ji vî şerî re dike. Him di taktîk de him di jiyanê de û him jî di her qada berxwedanê de pêşengiya vê têkoşîna azadiyê dike. Dijminê qirker ê faşîst jî li xwe mikur tê ku jin pêşengên têkoşîna me ne. Dijmin me ji Bêrîtan û Zîlanan nas dike. Ji ber vê ligel hemû hovîtiya ku di şer de kiriye, dizane ku ew nikare xeta berxwedanê û xeta serfiraziyê bişikîne. Heval Helbest Koçerîn û 16 hevalên ku bi wê re di êrîşa kîmyewî de şehîd bûn, ligel ku texrîbateke mezin pêk hat jî wan dev ji jiyana azad û hevaltî û berxwedanê bernedan û heta nefesa xwe ya dawîn berxwedan, azadî, têkoşîn û Rêbertî jiyan. Berxwedan û şehadeta van hevalan sonda tolhildanê ya hemû jinên Kurdistanê ye.

BÊRÎTAN DÎROKA ME, DUH, ÎRO Û SIBEHA ME YE

Ruhê fedaî yê jinên Kurdistanê, bi heval Bêrîtan re bûye xet. Bêrîtan tarza me ya şer e, fermandar û pêşenga me ye. Bêrîtan hiş û dilê meye, taktîk û xeta me ye. Bêrîtan dîroka me, duh, îro û sibeha me ye. Helbest Koçerîn sonda me ya tolhildanê ye. Xeta me ya Bêrîtanê ya dema nû ye. Dîroka me ya zindî ye. Helbest Koçerîn hêrsa me ye.

Em PAJK soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna xwe ya azadiyê li ser xeta Bêrîtanê bidin meşadnin û ber bi serfiraziyê ve biçin. Di şexsê heval Helbest Koçerîn û 16 hevalên şehîd bûne, em hemû fermandar û hevalên xwe yên şervan ên ku li ser xeta Bêrîtanê li ber xwe dane û şehîd bûne, bi rêzdarî silav dikin û bi hezkirin wan bi bîr tînin. Em ê hêrsa xwe mezin bikin, em ê teqez tola wan bistînin, di şer û jiyanê de, em ê xeta Bêrîtanê bigihînin serfiraziyê.

BANGA GEŞKIRINA ÇALAKIYAN

Di şexsê Helbest Koçerîn, Sara Tolhildan û Rûken Zelal de, di sala 30’emîna artêşa me de, em ê pêşengiya xwe ya jinê ya bûye Bêrîtan li hemû şervanên YJA Starê, li hemû gelê xwe, li gelên Kurdistan û jinên dinyayê pîroz dikin. Em hemû çalakiyên tolhildanê yên ji bo bîranîna heval Bêrîtan bi rêzdarî silav dikin.

Xwedîlêderketina xeta azadiyê tê wateya xwedîlêderketina dahatûya azad. Em bang li hemû jinên ciwan ên Kurdistanê dikin ku rahêlin çeka heval Helbest Koçerîn û 16 gerîlayên şehîd, berxwedanê geş bikin, tola wan bistînin, xwe biparêzin û tevlî pêngava tunekirina dijminê faşîst û qirker bibin. Li ser vî esasê rêgeza azadiyê em bang li hemû jinên Kurd dikin ku li hemû qadan berxwedanê geş bikin, derbê li dijmin bixin û bi pêşengiya PAJK’ê jiyana azad ava bikin. Em bang li hemû jinên dinyayê dikin ku dewleta Tirk a dagirker mehkûm bikin, jiyana demokratîk, ekolojîk û li ser azadiya jinê ava bikin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku dewleta Tirk a faşîst û PDK a ku me ew wekî ‘partiya ku jê nayê hezkirin’ îlan kiriye çalakiyan geş bike û berxwedana topyekun geş bikin û di şerê hebûn û azadiyê de bi ser bikevin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

KJK: Li ser esasê bersivdayînek xurt emê têkoşînê mezin bikin

Nivîsa Pêş

YJA Star ji bo bîranîna şehîd Bêrîtan Lêda – Helîkoptereke Skorsky hatiye xistin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
YJA Star ji bo bîranîna şehîd Bêrîtan Lêda – Helîkoptereke Skorsky hatiye xistin

YJA Star ji bo bîranîna şehîd Bêrîtan Lêda - Helîkoptereke Skorsky hatiye xistin

Jinên Tîrêjên Rojê li dijî polîsên faşîst çalakiya sabotajê li dar xistin

Jinên Tîrêjên Rojê li bazirganên mirovan û narkotîkê xistin

Manşet

  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karasu: Êrîşên Li Ser Rojava Provokasyoneke Li Dijî Pêvajoyê Ne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.