Enter your email Address

Perşembe, Aralık 4, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

​​​​​​​Li Qamişloyê bi hezaran kes li dijî êrişên dagirkeriya Tirk daketin qadan

Edîtor: Çekdar Amed
20/10/2022 - 15:56
di nav Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
​​​​​​​Li Qamişloyê bi hezaran kes li dijî êrişên dagirkeriya Tirk daketin qadan
ParvekeTweet

QAMIŞLO- Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û êrişên bi çekên kîmyewî yên li dijî gerîlayên azadiyê li Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi hezaran şêniyên kantona Qamişlo daketin qadan.

Roja 18ʹê vê Cotmehê NPGʹê nasnameyên 17 gerîlayên ku bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker li Zap, Avaşîn, Metînayê yên Başûrê Kurdistanê şehîd bûbûn, eşkere kirin.

Meş bi dirûşma “Nebin şirîkên qetilkirina me û dagirkirina xaka me” dest pê kir. Bi hezaran şêniyên kantona Qamişloyê tev li meşê bûn.

Meşê ji Çerxerêya Cotkaran ber bi navenda hêzên Rûsyayê ya li balafirgeha Qamişloyê ve dest pê kir. Di meşê de wêneyên şehîdan, wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pankartên “Ji ber bêdengiya we sûcên qirkirinê didomin” û “Bêdengiya we me dikuje” hatin hildan.

Meş li ber navenda Rûsyayê ya li nêzî balafirgeha li Qamişloyê veguherî mîtîngê. Li wir endama rêveber a Kongra Star Şeha Xelîl axivî û îşaret bi hewlên dewleta Tirk a dagirker ên dagirkirina xaka Sûriyê kir û wiha got: “Dewleta Tirk bi rêya şerê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Sûriyê bi giştî hewl da bi rêya êrişên xwe yên bi navê Cebhet El Nusra, DAIŞ’ê û çeteyên din xaka Sûriyê dagir bike.”

Şeha Xelîl da zanîn ku bi têkoşîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û berxwedana hêzên wî yên leşkerî hemû êrişên li ser xaka Sûriyê hatin têkbirin û wiha got: “Rûsya û Amerîka beriya çend salan bi Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re li ser bingeha parastina xaka Sûriyê û danîna çareyeke demokratîk ji bo krîza wê peyman îmze kirin, lê belê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî radestî dewleta Tirk a dagirker kirin ku tê de hemû çekên kîmyewî li pêş çavanên wan bi kar anîn û heta roja îro dagirkeriya Tirk sûcên xwe li dijî gelê me pêk tîne.”

‛GERÎLA HEBÛNA ME DIPARÊZE’

Şeha Xelîl xîtabî Rûsya kir û wiha pê de çû: “Hûn bi bêdengiya xwe li hember sûcên li dijî gelê me, şirîkên dewleta Tirk in. Her wiha mîna beriya çend salan Sedam Hisên li ser sûcên wî û bikaranîna çekên kîmyewî li dijî Helebceyê hate bidarvekirin, dê dawiya Erdogan jî li ser destê têkoşîna gelê me yê berxwedêr be.”

Şeha Xelîl bal kişand ser êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê û ev tişt anî ziman: “Li gel bêdengiya civata navneteweyî çekên kîmyewî yên qedexekirî li dijî keç û xortên me ku garantiya hemû krîzên li Rojhilata Navîn in tên bikaranîn.”

Şeha Xelîl wiha li gotina xwe zêde kir: “Hebûna bi hebûna gerîlayan ve girêdayî ye. Ji lew re em ê heta dawî destekê bidinê. Ew me diparêzin û garantiya serkeftina me ne. Divê civata navnetewey qada hawayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigire û helwesta xwe li hember sûcên dewleta Tirk zelal bike.”

Li ser navê pêkhateya Ereb, nûnerê eşîrên Benî Sebe Hisên El Sade bêdengiya navneteweyî li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Sûriyê şermezar kir û ev tişt got: “Bêdengiya civata navneteweyî me dikuje. Dewleta Tirk û çeteyên wê yên terorîst ji Cebhet El Nusra bigire heta bi Ehrar El Şerqiye û DAIŞ’ê welatê me wêran kir. Ha îro jî çekên kîmyewî li dijî gerîlayên ku bawerî bi doza gelê xwe kir, bi kar tîne.”

Li ser armancên hêzên navneteweyî li hember bêdengiya wan têkildarî sûc û binpêkirinên dewleta Tirk El Sade ev tişt anî ziman: “Ji bo berewjendiyên xwe bê deng in. Dewleta Tirk beriya niha jî çekên kîmyewî li Sûriyê bi kar anîn û xaka me dagir kir. Li Şengalê jî DAIŞ li dijî civata êzidî bi kar anî û komkujî li dijî wê kirin. Îro jî careke din bi çekên kîmyewî êrişên Herêmên Parastinê yên Medyayê dike.”

El Sade wiha gotina xwe bi dawî kir: “Dewleta tirk hewl dide Mîsaqî Millî bi dagirkriina herêmên zêde yên ji Sûriyê û Iraqê pêk bîne. Lê em wê red dikin, dê xaka xwe biparêzin û dewleta Tirk jê derxin. Ji ber wê divê civata navnetewey jî van êrişên kîmyewî bi dawî bike.”

Di dawiyê de Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê peyam radestî hêzên Rûsyayê kir, tê de sûc û binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gerîlayên li çiyayên Kurdistanê, her wiha banga li hêzên navneteweyî ku erkên xwe pêk bînin, van êriş û sûcan bi dawî bikin, hebûn.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

li Reqayê êrîşên bi çekên kîmyawî hatin protesto kirin

Nivîsa Pêş

HBDH: Zimanê ku bi wê bersiva dijmin bidin, zimanê çalakiyên şoreşgerî ye

Çekdar Amed

Nivîsa Pêş
HBDH: Zimanê ku bi wê bersiva dijmin bidin, zimanê çalakiyên şoreşgerî ye

HBDH: Zimanê ku bi wê bersiva dijmin bidin, zimanê çalakiyên şoreşgerî ye

Jinên ciwan ên Minbicê 2’yemîn konferansa xwe darxistin

Jinên ciwan ên Minbicê 2’yemîn konferansa xwe darxistin

Manşet

  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû
  • Mirina Gumanbar a Du Jinên Ciwan
  • Li Humsê cenazeyê ciwanekî hat dîtin
  • Encûmena Ciwanan a Bajarê Dêra Zorê merasîmek bîranînê ji bo Şehîd Mihemed Hesen li dar xist

Herî zêde hatine xwendin

  • TCŞ li Qamişlo  komungeha nû avakir

    TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê cenazeyê ciwanekî hat dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mirina Gumanbar a Du Jinên Ciwan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Encûmena Ciwanan a Bajarê Dêra Zorê merasîmek bîranînê ji bo Şehîd Mihemed Hesen li dar xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Berçem Kobanê li Hesekê hat bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Berpirsyariya Me Girtiye Ser Milê Xwe Nîşaneya Armanca Me Ya Jiyana Hevpar e

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPJ’ê Şehîd Aryen Arê û Êrîş Berxwedan Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan li Dêrîkê Şehid Berçem Kobanê biranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.