Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HBDH: Zimanê ku bi wê bersiva dijmin bidin, zimanê çalakiyên şoreşgerî ye

HBDH'ê banga serhildanê li dijî êrîşên çekên kîmyewî kir û got, "Yekane zimanê ku dijmin jê fêm dike, zimanê çalakiyên şoreşgerî ye."

Edîtor: Nucan Serdoz
20/10/2022 - 16:11
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
HBDH: Zimanê ku bi wê bersiva dijmin bidin, zimanê çalakiyên şoreşgerî ye
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê her kes li dijî êrîşan rabe ser piyan û xwedî li şoreşa yekbûyî derkeve û hat gotin, “Yekane zimanê ku dijmin jê fêm dike, zimanê çalakiya şoreşgerî ye.”

Daxuyaniya HBDH’ê bi vî awayî ye:

“Êrîşên dagirkerî yên mêtingeriyê ya bi pêşengiya faşîzma AKP-MHP’ê, bi piştgiriya hêzên emperyalîst ên navneteweyî her ku diçe zêde dibin. Ev şer derketiye asteke wisa ku dewleta faşîst êrîşên bi gaza kîmyewî yên ku bikaranîna wan qedexe ye aniye asta herî jor. Ji 14’ê Nîsanê heta 14’ê Cotmehê herî kêm 2467 caran bombe û çekên kîmyewî yên qedexe ji aliyê desthilatdariya faşîst ve hatine bikaranîn.Tevî ku gelek peymanên qedexekirin û nebikaranîna gaz-çekên kîmyewî hene jî, dewleta Tirk ti carî van qanûnan bi cih neaniye. Di encama bikaranîna van çekên kîmyewî yên qedexekirî de sala derbasbûyî 46; heta vê roja îsal 44 gerîlayên şoreşger ên yekbûyî nemir bûne.

Faşîzma AKP-MHP’ê bi awayek hovane êrîş dike. Her êrîşa wan sûcê şerekî nû ye. Her êrîşa wan ji bo tasfiyekirina gerîlayên şoreşa yekbûyî ye. Ji bo vê jî desthilatdariya faşîst bi hemû têkiliyên qirêj ên tifaqê hewl dide van êrîşan li cîhanê rewa bike. NATO, DYE, Ewropa, KDP’ê û her kesê ku destekê dide van êrîşên bi çekên kîmyewî yên faşîzmê parçeyek ji vê ‘hewldana rewabûnê’ ye. Bi van tifaqên ku faşîzm tê de xwe xurt dike, li dijî gelê Kurd, gerîla û hemû bindestan bi sûcên şer ên mezin êrîş tên kirin. Faşîzma AKP-MHP’ê bi polîtîkayên xwe yên qirêj li ser her bingehê van sûcên şer dimeşîne, weke berdewamiya polîtîkayên xwe çekên kîmyewî bi kar tîne. Loma jî hilgirê xwînê, komkujî, qirkirin û her tiştê xerab in. Lê divê bizanibin ku ev dawiya xemgîn dê ya wan be. Serkeftin wê şoreşa yekbûyî be.

Li hemberî van hemû sûcên şer ên faşîzmê, gerîlayên yekbûyî yên azadî û şoreşê bi qehremanî li ber xwe didin û çalakiyên xwe yên şoreşgerî mezin dikin. Li hemberî çalakiyên gerîla yên şoreşgerî ku roj bi roj mezin dibû, artêşa tirsonek êrîş di çarçoveya sûcên şer de bi çekên kîmyewî berdewam kirin. Ji vî şerî encamê ku dixwestin bi dest bixin, negirtin. Ji ber ku li herêmên Şikefta Birîndara, Karker, Werxelê, Girê Hakkarî, Girê FM, Girê Cûdî, Girê Amediyê li hemberî sûcên şer ên dewleta faşîst berxwedan hê jî didome. Di şexsê 17 gerîlayên ku li herêmên Werxele yên Şikefta Birîndara, Karker û Avaşînê şehîd bûne de hemû şervanên me yên nemir ên Tirk, Kurd, Ereb, Çerkez û Ermenî lehengê hemû gelan in. Desthilatdariya faşîst a ku difikire qehremanên şoreşê gerîla û şervanên azadiyê bi van rêbazan biqedîne, xwe dixapîne. Û wê gelek mezin têk biçe.

Stûna din a sûcên şer ên ku wî kiriye, NATO û PDK ye. Ev çekên kîmyewî bi taybetî ji aliyê welatên endamên NATO’yê ve tên hilberandin, ji bo dewleta Tirk di vî şerê qirêj de bi kar bîne, bi eşkere yan veşartî tên firotin. Dewleta Tirk a ku heta îro di her pêvajoyên cuda de ev çekên kîmyewî bi dest xistiye, bi awayekî plankirî û sîstematîk bikar aniye. Yê vê xisletê lê zêde dike faşîzma AKP-MHP’ê ye. Di berdewamiya vê de AKP-MHP’ê ku PDK’ê kir amûra van sûcên şer, rê li heyetên ku dixwestin bên herêmê û lêkolînan bikin girt. Hin heyetên ku pir nêzî herêmên ku çekên nukleerî yên taktîkî, termobarîk û çekên kîmyewî lê hatine bikaranîn bûn, qet destûr nedan ku lêkolîn bikin. Bi van aliyan ve jî bi zelalî tê dîtin ku îro gerîlayên şoreşger ên yekbûyî rastî êrîşên dorpêçkirin û tasfiyeyê yên topyekûn tên. Û xeyalên faşîzmê yên dagirkerî û mêtîngeriyê yek bi yek dikevin avê.

Faşîzma AKP-MHP’ê ya ku li hemberî berxwedaneke mezin nekarî weke ku dixwaze şer bimeşîne, êdî ketiye rewşa ku nikare welat bi rê ve bibe. Li pêşiya wî ji aborî heta siyasetê di her warî de krîzên ku nayên birêvebirin heye. Ji ber vê çareserî bi tasfiyekirina hêzên şoreşger ên yekbûyî û bikaranîna her cure çekên qedexe dibîne. Naxwaze pratîka herî biçûk a şoreşgerî jî bike nava qadên têkoşîna rewa ya rasteqîn. Qetil dike, digre, hewl dide sîxurî pêş bixe û tasfiye bike. Yek ji wan jî fêde nake, hêrsa gelê me jî qet naqede. Ji ber vê yekê banga me ji hemû hêzan re ye: Têkoşîna li dijî çekên kîmyewî têkoşîna jiyan û mirina her kesî ye. Ferqa di navbera tunelên şerê şoreşgerî û meydanên bajaran de ji bilî cudahiya şiklê tu tiştek wê nîne. Her der qada şerê şoreşgerî ye. Piştguhkirina vê rastiyê, tê wateya hevkariya faşîzmê. Lewma divê her kes rabe ser piyan û hêzê bide şoreşa yekbûyî.

Di vê pêvajoyê de berpirsyariyeke dîrokî ya hemû gelê me heye, di vî şerî de rola hêzên me yên HBDH’ê wê diyarker be. Em bi berpirsyariya ku hemû bajaran, bi taybet metropolan veguherînin qadên şer, derbên bi bandor li faşîzmê bidin, li ber me ne. Divê her qada çalakiya bejahî, her sazî û dezgehên dijmin û hevkarên wê bibin hedefa me. Wezîfeya me ya dîrokî ye ku em bi çalakiyên xwe li dijî dijminê ku çekên kîmyewî bikar tîne, têk bibin. Yekane zimanê ku dijmin jê fêm dike, zimanê çalakiya şoreşgerî ye.

Roja serketinê ya ku şoreşa yekbûyî ya ji çiyayan heta bajaran wê faşîzmê têk bibe, hîn nêzîktir e. Niha dema bihêzkirina şoreşa yekbûyî ye!

Em ê faşîzmê hilweşînin û azadiyê bi dest bixin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

​​​​​​​Li Qamişloyê bi hezaran kes li dijî êrişên dagirkeriya Tirk daketin qadan

Nivîsa Pêş

Jinên ciwan ên Minbicê 2’yemîn konferansa xwe darxistin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Jinên ciwan ên Minbicê 2’yemîn konferansa xwe darxistin

Jinên ciwan ên Minbicê 2’yemîn konferansa xwe darxistin

Ciwanên Efrînê banga mezinkirina çalakiyan kirin

Ciwanên Efrînê banga mezinkirina çalakiyan kirin

Manşet

  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû
  • Mirina Gumanbar a Du Jinên Ciwan
  • Li Humsê cenazeyê ciwanekî hat dîtin
  • Encûmena Ciwanan a Bajarê Dêra Zorê merasîmek bîranînê ji bo Şehîd Mihemed Hesen li dar xist

Herî zêde hatine xwendin

  • TCŞ li Qamişlo  komungeha nû avakir

    TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mirina Gumanbar a Du Jinên Ciwan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Encûmena Ciwanan a Bajarê Dêra Zorê merasîmek bîranînê ji bo Şehîd Mihemed Hesen li dar xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê cenazeyê ciwanekî hat dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Berçem Kobanê li Hesekê hat bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan li Dêrîkê Şehid Berçem Kobanê biranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.