Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Di çalakiyên gerîlayên azadiyê de 3 dagirker hatin ceza kirin

Artêşa Tirk a dagirker ku nikare berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bişikîne bê navber bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî bi kar tîne. Dagirkeran 19'ê Cotmehê 16 caran li hemberî tunelên şer bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî bi kar anîn.

Edîtor: Nucan Serdoz
20/10/2022 - 14:51
di nav Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Li Kurêjahroyê gerîla li dagirkeran da – 6 dagirker hatin ceza kirin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got; “Artêşa Tirk a dagirker bi bikaranîna bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî yên li dijî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê hem qanûnên navneteweyî bi nemerdane binpê dike, hem jî bi rengekî ji exlaqê bêpar bêyî li ber xwe bikeve vê yekê înkar dike. Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ya sûcdarê şer û hevkarên wê, çiqasî înkar bikin jî hatiye belgekirin ku sûcê şer kirine û wê teqez hesab bidin. Artêşa Tirk a dagirker tevî ku ji bo xapandina raya giştî ya cîhanê îdîa dike ku çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî bi kar nîne jî tenê 19’ê Cotmehê 16 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî êrîş bir ser tunelên şer. Li gel bikaranîna çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî 15 caran bi balafirên şer, 56 caran bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran jî bi tankan bombardûman kir. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi îradeyeke mezin û baweriyeke xurt li ber xwe didin. Li hemberî tunel û çeperên şer ên gerîla, niha jî bombardûmana kîmyewî û bombeyên qedexekirî dewam dike.

Di encama çalakiyên hêzên me de 3 dagirker hatin ceza kirin, di heman demê de 2 sîstemên kamera yên mobesse û droneyek hatin îmha kirin.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan wiha ne;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

19’ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Sacayê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin.

19’ê Cotmehê saet di 15:30’î de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, li hemberî dagirkerên ku dixwestin mobesseyê li dora çeperên şer ên li Şehîd Agir bi cih bikin, bi sabotajê çalakî hate li darxistin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin ceza kirin, droneyek û sîstemeke kamera ya mobesse hatin îmha kirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

17’ê Cotmehê saet di 16:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tîmên me yên bi tevger bi sûîqestê li dagirkeran xistin, di encamê de dagirkerek hate ceza kirin.

19’ê Cotmehê saet di 09:00 de sîstemeka kamera ya mobesse ku dagirkeran li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi cih kirin, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê ve hate îmha kirin.

19’ê Cotmehê saet di 12:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

19’ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê dagirkeran carekê bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî êrîş birin ser çeperên şer ên li Şehîd Pîrdogan.

18 û 19’ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, çeperên şer ên li Şehîd Felat 9 caran bi bombeyên qedexekirî û 4 caran bi çekên kîmyewî hatin bombe kirin.

19’ê Cotmehê dagirkeran 2 caran bi çekên kîmyewî bombe li çepreên şer ên li Şehîd Agir ên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê barandin. Piştre jî plastîk û lastîkên wesayitan şewitandin û dûyê bi jehr ber bi çeperên şer ve şandin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

19’ê Cotmehê li Metînayê qadên Girê Çarçel, Golka, Serê Metîna û zeviyên gundên Beşîlî û Şêlazê, her wiha Qadên Berxwedanê yên Çemço û Sîdayê 15 caran bi balafirên şer hatin bombe kirin.

19’ê Cotmehê Qadên Berxwedanê yên Saca, Kurojahro, Girê Hakkarî, Girê Cûdî û Girê Amediyê 56 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombe kirin.

19’ê Cotmehê Qada Berxwedanê ya Çemço bi dehan caran bi tankan hate bombe kirin.

19’ê Cotmehê artêşa Tirk a dagirker li Qadên Berxwedanê yên Girê FM û Şehîd Fedakar ji bo dagirkeriyê rê çêkirin. Di heman demê de li Qada Berxwedanê ya Karker hewl dan bi kepçeyan çeperên şer hilweşînin.

29’ê Cotmehê drone li ser Qadên Berxwedanê yên Çemço, Sîda, Girê Cûdî û Girê FM’ê geriyan.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Jinên Tîrêjên Rojê 3 polîsên faşîst ceza kirin

Nivîsa Pêş

Ji bo çûyîna Îmraliyê ji parêzeran serlêdan

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ji bo çûyîna Îmraliyê ji parêzeran serlêdan

Ji bo çûyîna Îmraliyê ji parêzeran serlêdan

li Reqayê êrîşên bi çekên kîmyawî hatin protesto kirin

li Reqayê êrîşên bi çekên kîmyawî hatin protesto kirin

Manşet

  • Li Bejahiya Siwêdayê şer
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.