Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê 5 leşkerên dagirker ceza kirin

Di çalakiyên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin ceza kirin, yek jî birîndar bû. Derb li helîkoptereke bi tîpa Skorsky hate xistin.

Edîtor: Nucan Serdoz
19/10/2022 - 15:10
di nav Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê 5 leşkerên dagirker ceza kirin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê de hate gotin, “Li hemberî êrîşên dewleta Tirk a sûcdarê şer, ku dixwaze planên xwe yên dagirkerî û qirkeriyê yên li ser Kurdistanê bibe serî, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê di nava şert û mercên herî giran de li ber radibin, berdêlên giran didin û nîşan didin ku parêzvanê yekane yên destketiyên gelê Kurd in. Berdêlên têne dayin çiqasî giran jî be ewladên leheng ên gelên bindest ên bi pêşengiya ciwanên Kurd wê ji têkoşînê gavekê bi paşve neavêjin. Li gel êrîşên giran ên dijmin, ev berxwedana bi heybet a ku bi biryardarî, werekî û ruhê fedaî yê Apoyî tê meşandin, bi çalakiyên hêzên me dewam dike.

Di encama çalakiyên hêzên me de 5 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû û 120 kîlo teqemeniya ku dagirkeran ji bo bombekirina çeperên şer amade kiribûn, hate îmhakirin. Derb li helîkoptereke bi tîpa Skorsky hate xistin. Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 6 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî, 15 caran bi balafirên şer, 58 caran bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran jî bi obusan bombe kir.”

HPG’ê li ser çalakiyan û êrîşan ev agahî parve kir:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

17’ê Cotmehê saet di 13:00 de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, dagirkeran xwestin li pêşiya çeperên şer ên li Şehîd Botan plastîk û lastîkên wesayitan bişewitînin, dûyê bi jehr berdin nava çeperan. Li hemberî van dagirkeran çalakiya sabotajê hate lidarxistin. Di encama çalakiyê de dagirkerek hate ceza kirin.

18’ê Cotmehê saet di 06:30’î de li Qada Berxwedanê ya Sacayê tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi çekên giran li dagirkeran xistin.

18’ê Cotmehê saet di 14:20’î de tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê xistin. Di encamê de 2 dagirker hatin ceza kirin.

18’ê Cotmehê saet di 20:15’an de helîkopter li ser Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil firiyan. Tîmên me yên bi tevger derb li helîkoptereke bi tîpa Skorsky xistin ku hewl dida hêzên xwe li qadêy deyne. Helîkoptera Skorsky beriya ku karibe hêzên xwe deyne ji neçarî ji qadê çû.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

18’ê Cotmehê saet di 20:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Derwêş a li Xakurkê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

16’ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Bektorya ya Heftanînê, tîmên me yên bi tevger komek ji dagirkeran xistin bin kontrola xwe. Piştî ku demekê şopand saet di 20:45’an bi çekên ferdî lê dan. Dagirkerê ku derb xwarin li qadê belav bûn. Hêzên me ku bi astekê xwe vekişandin, da pey koma dagirker. 17’ê Cotmehê saet di nvabera 08:00 û 09:00 de hêzên me bi çekên ferdî careke din li koma dagirkeran xistin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin ceza kirin, dagirkerek jî birîndar bû.

18’ê Cotmehê saet di 08:30’î de 120 kîlo teqemeniya ku dagirkeran ji bo bombekirina çeşerên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê amade kiribûn, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hate îmha kirin.

18’ê Cotmehê saet di 11:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

18’ê Cotmehê saet di 22:15’an de çeperên şer ên li Şehîd Sîpan ê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê carekê bi çekên kîmyewî hatin bombekirin. Hate tepsîtkirin ku gaza bi jehr a ji ber bombardûmanê bi qadê ket, qirik û sînga mirovan dişewitand.

18’ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, çeperên şer ên li Şehîd Botan û Şehîd Serxwebûn 5 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî hatin bombe kirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

18’ê Cotmehê li herêma Gargê zeviyên Gundê Sêdarê, Gundê Kanîsarkê û Gundê çemrobotkî 15 caran bi balafirên şer hatin bombe kirin.

18’ê Cotmehê Qadên Berxwedanê yên Karker, Saca, Kurojahro, Şehîd Fedakar, Girê Cûdî û Girê Amediyê 58 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombe kirin.

18’ê Cotmehê drone li ser Qadên Berxwedanê yên Saca, Girê Cûdî û Girê Amediyê geriyan.

18’ê Cotmehê Qadên Berxwedanê yên Çemço, Girê Cûdî û Girê Amediyê bi dehan carî bi obusan hatin bombe kirin.

18’ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Karker, artêşa Tirk a dagirker hewl da bi kepçeyan çeperên şer hilweşîne.

Artêşa Tirk a dagirker li Qadên Şehîd Fedakar û Girê FM’ê ji bo dagirkeriyê rê çêdike.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

YPG’ê nasnameya şervanekî xwe ragihand

Nivîsa Pêş

Ciwanên Minbicê li dijî bi kar anîna çekên kîmyawî daketin qadan

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ciwanên Minbicê li dijî bi kar anîna çekên kîmyawî daketin qadan

Ciwanên Minbicê li dijî bi kar anîna çekên kîmyawî daketin qadan

Komalên Ciwan: Êdî dem hatiye ku ciwanên Kurdistanê rabin ser piyan

Komalên Ciwan: Êdî dem hatiye ku ciwanên Kurdistanê rabin ser piyan

Manşet

  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê
  • Li Kopê, Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Meşek Ji Bo Rojava Hate Lidarxistin
  • Li Dû Navçeyên Colemêrgê, Ciwanan Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Li Dar Xistin
  • “Em Li Hêviya Gelê Xwe Yê 4 Parçeyên Kurdistanê Ne Ku Sînorê Kobanê Rakin”
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.