Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Sîsê: Ez Dixwazim Weke şehîd Bêrîtan Bibim Gerîla – 24

Edîtor: Nucan Serdoz
24/09/2022 - 0:06
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 10 mins read
A A
LEZGÎN: Artêşa Tirk li dijî gerîla bi dehan caran çekên kîmyewî bikaranîn – 4 dagirker hatin ceza kirin
ParvekeTweet

NAVENDA NûÇEYAN –

Ji Bîranîna Gerîla…..

Di heman demê de jina xwediyê malê ya mezin hatiye odeya ku heval tê de nivistibû. Ji heval re gotiye:
-Heval, pasdar hatin zilamê me birin! Mêrik ji me re got; “heval westiyayî ye. Ji xewê şiyar nekin.” Lê mêr ê min ji ber ku ji gurçika xwe ameliyatkirî ye, em ditirsin ku di êşkencê de li xwe mikur were! Ji ber vê yekê, tu ji gund derkevî ji bo te jî, ji bo me jî çêtir e…
-Ez di ku re dikarim derkevim derveyî hewşê?
-Were heval; di vê sêlimê re derkeve ser banê xanî. Pişta xanî şiverê ye. Di wê şiverê de biçe û bi dizîka ji gund derkeve, bila kes bi te nehese. Dibe ku hîna pasdar li nav gund bin…
Heval spasiya wan dike û xatirê xwe ji jinikê dixwaze. Di sêlimê diçe ser ban. Di ser ban re xwe davêje xwarê û dikeve ser şiverê. Lê, kûçikên gund hemû çûne heval. Heval ji bo ku xwe ji kûçikan biparêze, xwe avetiye bin sîwaneka lembeya elektrîkê ya pêketî…
Wexta ku heval ji bo xwe ji kûçikan biparêze çûye bin sîwanekê, dibîne li quncikekî sîwaneyê ku çewqa lembê lê nade mêr û jina malê rûniştî ne. Bi dengekî bi tirs ji heval re gotine, “tu kî yî?
Tu li vê derê li çi digerî? Pasdaran hîna niha zilamekî me girtin birin. Eger tu kesekî qaçax bî, bi lêz ji gundê me derkeve; serê me jî û yê xwe jî nexe belayê!
Heval jî ji wan re gotiye; “van kûçikan bêdeng bikin, ez ê ji gund derkevim.” Zilam û jina wî kûçik bêdeng kirine û heval wisa ji gund derketiye… Ji gund derketiye û xwe daye serê girekî bi ewle. Ji bo ku li wir hem aliyê ku pê de biçe bibîne, hem jî karibe çolterê keşf bike. Aliyê ku wê pê de biçûna bêdeng xûya dike. Ji dûr ve jî şewqa lembeyên gund û bajarokan xuyanî dike. Rêya ku pê de biçe li gorî zêdebûna elektrîkên pêketî tespît dike. Ji ber ku texmîn dike, wê elektrîkên kêm pêketî yên gundan bin. Heval jî dixwaze biçe bajar an jî bajarokekî.
Heval, li gorî zêdebûna lembeyên pêketî çolebir dikeve ser rê û dimeşe… Li hin deveran bi hêsanî, li hin deveran bi zehmetî derbas dibe… Car caran, ji neçarî di dolek tarî û cokên avê de dimeşe. cihê ku tê re derbas dibe jî hemû kelemê diriyan e. Ji stirî û diriyan dest, rû û kincên wî çiriya ne. Di rê de gelek caran dikeve radibe, dikeve radibe… Ji ber ketin û rabûnê dest û lingên wî reş bûne… Qederekê rê meşiyaye. Çemekî mezin û çêlû derdikeve pêşiya wî. Çem bi heybet diherike. Ji ber ku çem çêlû ye, kûraniya wî nediyar e. Ji bo demeke kin dikeve nava dudiliyê; gelo xwe li çem bide û derbas bike yan neke? Dawiyê ji neçarî li çem dide. Ava çem daye heya ber qirika wî. Pir bi zehmetî çem derbas kiriye. Ber destê sibehê dengê xwendina dîkan tê guhê wî. Ber bi dengê dîkan ve dimeçe. Di rê de rastî pezê meşin hatiye. Lê, şivan pê nehisiyaye. Jixwe heval jî nexwestiye şivan bi wî bihise… Bi vî rengî ketiye nava gund. Gundekî li serê girekî, ber bi bajarok dirêjkirî… Di hewşekê de çend mirov dîwarê xaniyekî lêdikin. Du mirov jî çayê vedixwin. Heval silavê li wan dike û dikeve wê hewşê. Ji zilamên ku çayê vedixwin pirs kiriye; “taksiyên diçin fino, li ku disekinin?” Her du zilaman jî qet negotine, “kerem bike bira, çayeka me vexwe.” Tenê bi destê xwe rawestgeha taksiyên diçin bajêr nîşanî wî dane û ji heval re gotine “ma tu bazirgan î?
Heval, ji helwesta wan gundiyan matmayî dimîne; çawa negotibûn, ‘kerem bike bira, çayeke me vexwe’. Ji ber ku, li gorî çand û adetên Kurdan kesek li wan bibe mêvan, yan jî bikeve hewşa xaniyê wan, divê wî dawetî rûnîştinê, xwarin û vexwarinê bikin…
Heval, ji cem wan zilaman heya rawestgeha wesaîtên diçin fino peya çûye. Kêliya ku gihiştiye rawestgehê taksiyek jî di heman demê de hatiye wê derê… Heval ji şofêrê taksiyê pirsî ye; “heya fino tê min bi çend tumenan bibî?” Zilam gotiye; “bi hezar tumenî.” Heval ji şofêr re gotiye; “wê wextê, tê min derberst (xisûsî) bibe fino?” şofêr jî gotiye “baş e…”
Di rê de, heval ji şofêr re dibêje; “Lê min hîna taştê nexwariye. Em li fino taştê bixwin, paşê jî ber biçin.
Şofêr ji heval re gotiye; “tu biyanî-xerîb î, ez ji vê halî dibim (fêm dikim). Lê, liv û tevgera te wek ya Apoyîyan e.” û şofêr di nav axaftina xwe de diyar dike ku ew sala 1992’an li Xakurkê mîlîstî kirîye û navê hevalên ku nas dike ji heval re dibêje. Li ser pirsa heval bi şofêr re bo çi te dev ji mîlîstîye berda?
Şofêr dibêja hevalan ji bo hin karên taybet ez rêkir im…
Heval jî radibe serpêhatiya xwe ji serî de ji şofêr re vedibêje. Şofêr matmayî dimîne! Tenê, ji heval re gotiye; “wellehî hûn Apoyî hemû zîrek in, bêtirs in. Ez bûma, min ji sînor heya vir ji tirs û xofa ajalên dinyayê û mirovan gavek jî nedavêt…” şofêr ji heval re dibêje:
-Min gelek heval xwedan kirine. Em biçin mala me taştê bixwin. Piştre, ez ê bixwe te bibim Ûrmiyê. Heval jî qebûl dike. Şofêr ji rê dizivire û heval dibe mala xwe. Jin û zarokên şofêr an xerîbdost bûn an jî ji bo ku heval binasîn, wek yekî ji malbata xwe pêşwazî kirine. Keçek û du kurên şofêr hene. Ya herî biçûk keçik e. Heya ku heval ji mala wan rabû ew her di hembêza heval de rûniştiye. Heval, bi wî rengî taştêya xwe xwariye. Wexta ku heval xatirê xwe xwestiye, keçikê nexwestiye ku heval ji mala wan biçe û pêsîra heval bernedaye. Dayîk û birayên wê jî ji heval re gotine; “ji bo xatirê keça mê, tu îro li gel me bimîne… Heval ji wan re gotiye ku ev yek, ne gengaz e. Jiber ku karên wî yên bi lez û girîng hene û careke din xatirê xwe ji wan xwestiye û ber bi Ûrmiyê ve bi rê ketine. Di rê de şofêr û heval qet bi hev re neaxifî ne. Carekê tenê şofêr ji heval re gotiye,
“em di kîjan rêkê re biçin?” Heval jî gotiye, kîjan rê bi ewle ye, em di wê rêkê re biçin baştir e…” Di rêka bi ewle de çûne û bi hêsanî gihîştine Ûrmiyê… Heval kiriye nekiriye şofêr ji heval dirav-pere wernegirtiye. Di taksiyê de çûne rûyên hev û xatirê xwe ji hevdu xwestine…
Ji Ûrmiyê heya cihê ku karmendê dewletê heval teslîmî qaçaxçiyan kiriye, ev serpêhatiya heval wekî xelekên zincîra fîlmekî di ber çavên heval re derdas bibû. Lê belê, ev serpêhatiya mîna fîlmekî sê caran qut bibû. Carekê, wexta firavîn xwarin… Carekê jî, heval ji karmendê dewletê di zimanê Farisî de wateya ‘heye’ û ‘tune ye’ pirsî bû. Wî jî gotibû; “hest” (heye), “nîst” (tune ye)… Heval jî bi henekî gotibû: “ez spasiya te dikim. Ez ewqasî li welatê we mam; lê, wexta ku êdî jê diçim ez fêrî ‘heye’ bûm… Carekê jî, dostekî karmendê dewletê, karmend ji cihekî heya cihekî din li taksiyê siwar kiribû, dostê wî ji karmendê dewletê pirsî bû:
-Tê bi ku de biçî?
-Ez ê vî hevalî ji sînor derbas bikim.
Piştî wê jî, ji bo ku heval ji wan fêm neke bi Farisî bi hevdu re axifîbûn. Lê heval ji axaftina wan hevokek fêm kiribû. Karmendê dewletê bi dostê xwe re serpêhatiyek xwe ya derbaskirina sînor vedigot;
“Min carekê, ji bo bicihanîna pêywirekê sînor derbas dikir. Ji leçkerên me yên ser sînor yekî nobedar navê şevê (parola) ji min pirs kir. Min jî jê re got; “Xweda.” Leşker jî ji min re got, “Xweda nîst,” û gule da ber çeka xwe…
Bi wî awayî gihîştin cihê ku dê qaçaxçî, heval di sînor re derbas bike. Qaçaxçî li wê derê, li benda wan bû. Piştî silavê, karmendê dewletê bi Farisî ji qaçaxçî pirsî:
-Kemîn hest?(kemîn heye?)
-Kemîn nîst… (kemîn tune ye)
Heval û karmendê dewletê xatir ji hevdu xwestin… Qaçaxçî di pêşiyê de, heval jî bi dû wî de berê xwe dan sînor… Rêka wan bi qasî saetekê hewraz û piştre serberjêr bû. Qaçaxçî di hewraz de wek pezkûviyan bi hewa ket. Heval jî, bîst an jî bîst û pênc gavan li pey wî bi hewa ket… Qaçaxçî, piştî ku heval jî bi hewa ket, demeke kin ligel heval ma. Ji mêj de mijarek hişê heval mijûl dike…
Ji qaçaxçî pirsî:
-Kaka (keko), çima dema ku mirov bi serê çiyan dikeve bêtirs û bêxof e? Wexta ku mirov li çiyan e, gelekî bi hêza xwe bawer dike… Xwe bi xwe ji xwe re dibêje; “çiqas zilmkarên dinyayê, dagirker û mêtînger hebin bila hebin, mirov dikare li hemberî wan şer bike…”
-Wek gotina te ye kaka… Lê, baweriya te hebe wateya vê ez jî nizanim…” Bersivdayîna yê qaçaxçî, rabûna ser piyan û ji heval xatir xwestina wî di heman demê de bû. Her duyan jî xwe serberjêr berdan xwarê… Her yek bi aliyekî de… Heval ber bi warên gerîllayên azadiyê ve meşiya. Qaçaxçî jî bi aliyê din ve çû. Wê vegeriyaba derdora gundê xwe da ku car caran jin, zarok û xizmên xwe bibîne.

 

Bi dawî bû…..

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Pêdivî bi modelên ku li hember kedê nexerîbin heye

Nivîsa Pêş

Kar li gorî paradîgmayê nayê kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Di sedsala 21’ê de desthilatdarî ketiye bin lêpirsînê

Kar li gorî paradîgmayê nayê kirin

Pirtûkxaneya gerok gîhîşt bajarê Raqa yê

Pirtûkxaneya gerok gîhîşt bajarê Raqa yê

Manşet

  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.