Enter your email Address

Pazar, Aralık 21, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Gerîla dîsa derbên giran li dagirkeran da

HPG'ê ragihand ku di çalakiyên gerîla de yên 19 û 20'ê Îlonê 16 dagirker hatine ceza kirin, ku 3 ji wan kontra bûn. Her wiha wesayiteke leşkerî ya bi tîpa kîrpî û droneyek hatin îmha kirin.

Edîtor: Nucan Serdoz
20/09/2022 - 19:51
di nav Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
LEZGÎN – Dijmin nefesa dawî jiyan dike – Dîsa 20 dagirker hatin ceza kirin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek weşand û got, “Di çalakiyên hêzên me de 16 dagirker hatin cezakirin ku 3 ji wan kontra bûn. Wesayiteke leşkerî ya bi tîpa kîrpî û droneyek hatin îmhakirin. Li Geverê di şer de hevrêyên me Eylem û Evîn ên bi ruhê Apoyî û lehengî şer kirin, şehîd bûn.”

Daxuyaniya HPG’ê wiha dewam kir: “Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 23 caran bi bombeyên qedexekirî, çekên kîmyewî û gazên îsotê, 9 caran bi balafirên şer, 68 caran bi helîkopterên êrîşê, bi dehan caran jî bi obus, hawan û çekên giran bombe kir.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşên dewleta Tirk a dagirker wiha ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

19’ê Îlonê saet di 10:00 de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Fedakar bi çekên ferdî li dagirkeran hate xistin ku hewl didan bikevin nava çeperên şer ên li qada Şehîd Serxwebûn. Bi destwerdana hêzên me re dagirker neçar man bi astekê xwe vekişînin.

19’ê Îlonê saet di 12:20’î de li Qada Berxwedanê ya Çemço, tîmên me yên bi tevger, komek ji dagirkeran xistin bin kontrola xwe û bi sûîqestê lê dan. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

20’ê Îlonê saet di 03:00 de li Qada Berxwedanê ya Sacayê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

20’ê Îlonê li Qada Girê Şehîd Şahan a Xakurkê, tîmên me yên bi tevger, dagirker xistin bin kontrola xwe. Saet di 07:10’an de bi çekên giran li wesayiteke leşkerî ya bi tîpa Kîrpî xistin. Di encama çalakiyê de wesayita leşkerî ya bi tîpa Kîrpî bi temamî îmha bû, 10 dagirkerên tê de hatin cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

19’ê Îlonê saet di 08:35’an droneyek li ser Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê difiriya, ji aliyê tîmên me yên bi tevgera ve hate xistin û îmhakirin.

19’ê Îlonê saet di 12:50’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, li hemberî dagirkerên ku berê xwe dabûn çeperên şer, tîmên me yê bi tevger bi sabotajê çalakî kirin.

19’ê Îlonê saet di 19:55’an li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger bi sûîqestê li dagirkeran xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

19’ê Îlonê saet di 01:00 de li herêma navbera gundên Kapotê, Yekmalê û Darê yên navçeya Geverê ya Colemêrgê, di navbera du hevrêyên me û artêşa Tirk a dagirker de şer qewimî. Di vî şerî de ku du saetan dewam kir 3 kontra hatin cezakirin. Hevrêyên me Eylem û Evîn ku heta fîşeka xwe ya dawî bi lehengî şer kirin, şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne piştre wê bi gelê me re bêne parvekirin. Medya şerê taybet a dewleta Tirk îdîa dike ku di vî şerî de HPG’iyek bi saxî hatiye girtin. Lê belê ev îdîa rast nîne. Dewleta Tirk piştî vî şerî avêt ser gelek gundên li herêmê û gelek mirovên sivîl destgîr kirin. Êşkence li yek ji kesên hate destgîrkirin kirin û medya şerê taybet jî weke HPG’iyekî nîşan da.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

19’ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Sîda, çeperên şer ên li girê Şehîd Agir bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî 13 caran hatin bombekirin.

19’ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî û Girê FM’ê, çeperên şer 6 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

19’ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil, çeperên şer ên li qadên Şehîd Serxwebûn, Sîda û Şehîd Felat, 3 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî hatin bombekirin. Di heman demê de çeperên şer ên li Şehîd Bahoz ên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê bi gazên îsotê hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

19’ê Îlonê Qada Berxwendanê ya Girê Bihar û derdora Ava Zê bi balafirên şer 9 caran hate bombekirin. Piştî bombardûmanê agir bi qadê ket.

19’ê Îlonê Qadên Berxwedanê yên Sîda, Çemço, Saca, Girê Hakkarî, Girê FM, Girê Cûdî û Girê Amediyê bi helîkopterên êrîşê 68 caran hatin bombekirin.

19 û 20’ê Îlonê Qadên Berxwedanê yên Çemço, Girê Hakkarî, Girê Cûdî û Girê FM bi hawan û çekên giran hatin bombekirin.

19’ê Îlonê drone li ser Qadên Berxwedanê yên Çemço, Girê FM, Girê Cûdî û Girê Amediyê geriyan.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên hêrama Rizgarkirî ji bo azadiya Rêber Apo dest bi pirûkxaneya gerok kirin e

Nivîsa Pêş

ROJEVA 21’Ê ÎLONA 2022’YAN

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
ROJEVA 1’Ê ÎLONA 2022’YAN

ROJEVA 21’Ê ÎLONA 2022’YAN

Bîrdoziya Rizgariya Jinê Bîrdoziyekê Civakî Ye

Yê şerê PKK’ê ser dixe jiyana milîtane

Manşet

  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist
  • Kongra Star Qetilkirina Jina Ciwan a li Efrînê Şermezar Kir
  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin
  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir
  • Karasu: Berfîn Nûrhaq, Hevaleke Ku Hemû Bedewî Di Xwe De Dihewand Bû

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongra Star Qetilkirina Jina Ciwan a li Efrînê Şermezar Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karasu: Berfîn Nûrhaq, Hevaleke Ku Hemû Bedewî Di Xwe De Dihewand Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.