Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 15, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

NPG’ê bi peyamekê berxwedana gerîlayên azadiyê pîroz kir

NPG'ê got; "Ev êrîşên dagirkeriyê ji aliyê gerîlayên azadiya Kurdistanê ve rastî berxwedaneke dîrokî hat. Eniya yekemîn a vê berxwedanê ya pîroz bi destê fermandar û şervanên leheng ên Eyaleta me ya Zap hate avakirin ku wan bi ruhê fedaî yê Apoyî li ber xwe dan û destûr nedan êrîş û dagirkeriyê."

Edîtor: Nucan Serdoz
28/07/2022 - 12:09
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
NPG: Sekna fedayî ya Apoyî me bi ser dixîne
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel bi peyamekê hemû fermandar û şervanên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê û yên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara pîroz kir.

Di peyama Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel (NPG) de wiha hat gotin;

“Operasyona dawî ya berfireh a dagirkeriyê ya artêşa Tirk a dagirker ku li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê daye destpêkirin, heta îro 105 roj li pey xwe hişt. Ev êrîşên dagirkeriyê ji aliyê gerîlayên azadiya Kurdistanê ve rastî berxwedaneke dîrokî hat. Eniya yekemîn a vê berxwedanê ya pîroz bi destê fermandar û şervanên leheng ên Eyaleta me ya Zap hate avakirin ku wan bi ruhê fedaî yê Apoyî li ber xwe dan û destûr nedan êrîş û dagirkeriyê. Berxwedana hêzên me ya li hemberî êrîşên dagirker ên bi piştgiriya teknîkî ya bêsînor a NATO’yê û meşa wan a li ser xeta serketinê, careke din îsbat kir ku gerîla bin nakeve.

Hûn fermandar û hevrêyên me yên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara, we bi îradeyeke bêhempa li hemberî hemû êrîşan li ber xwe da û bi karanîna di nav hev de ya taktîkên dewlemend ên gerîla yên serdema nû derbên mezin li artêşa Tirk a dagirker xist. Tevî ku artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer, helîkopterên êrîşê, hawan, obus û çekên qedexekirî yên kîmyewî bi hezaran êrîş pêk anî, lê li dîwarên berxwedana we ya ji vîna polayî hatiye lêkirin qelibî û pûç bû. Ne tenê bi hostatî êrîşên dijmin hatine pûçkirin, di heman demê de çalakiyên aktîf yên we hevalan yên bi rengê tîmên bi tevger û yên di tunelên şer de, her wiha cesareta bilind û kêrhatiya serketî ya pêkanîna taktîkên serkeftinê yê we derbên giran li dijmin xistiye.

Piştî helîkoptera êrîşê ya ku we di 30’ê Gulanê de xistibû, 24’ê Tîrmehê jî helîkoptereke din a Skorsky li qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara hate xistin. Piştre jî di 25’ê Tîrmehê de tîmên me yên bi tevger ji du baskan ve bi taktîka vedizînê dagirkerên li herêmê hatine hedefkirin û bi serketineke mezin li wan hatiye xistin, tankek hate rûxandin û herî kêm 5 dagirker hatin cezakirin. Ev çalakiyên serketî yên li hemberî dagirkerên ku dixwestin êrîşî tunelên şer bikin, mînakên herî berbiçav ên şêwaza lêdana Bazê ne.

Li rex serkeftina leşkerî ya van çalakiyên encamgir û serketî, her wiha bûyîna bersiva êrîşa nemirovane ya dewleta Tirk a qirker ya li dijî sivîlên bêguneh ên li Perex a Zaxoyê pêkanî, nîşan da ku Gerîlayê Azadiyê hêza parastina rewa ya hemû gelên Rojhilata Navîn e. Di heman demê de ev çalakiyên ku di salvegera heftemîn a êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ku di 24’ê Tîrmeha 2015’an de li ser gelê me û tevgera me dabûn destpêkirin, careke din îsbat kir ku hewldanên tasfiyekirina doza hebûn û azadiyê ya gelê Kurdistanê pûç in.

Em hemû hevrêyên fermandar û şervan ên ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de bi taktîkên afirîner ên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara ku di van çalakiyên serkeftî de ked dane, di nava şert û mercên dijwar de bi îradeyeke bilind li ber xwe dane, pîroz dikin. Em di serî de Berxwedêrên Şikefta Birîndara, hemû hevrêyên me yên ku di Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de cih girtine û bi rengekî fedaî li ber xwe didin û gav bi gav ber bi serkeftinê ve dimeşin bi germî silav dikin û serketinê ji wan re dixwazin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HPG’ê nasnameya 7 şehîdên Herêmên Parastina Medyayê eşkere kir

Nivîsa Pêş

Polîtîkayê talankirina xwezaya Kurdistanê bê navber dewam dike

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Polîtîkayê talankirina xwezaya Kurdistanê bê navber dewam dike

Polîtîkayê talankirina xwezaya Kurdistanê bê navber dewam dike

Li Rojhilatê Kurdistanê 2 jin ji aliyê hêzên Îranê ve hatin darve kirin

Li Rojhilatê Kurdistanê 2 jin ji aliyê hêzên Îranê ve hatin darve kirin

Manşet

  • Ji Desteya Ciwanan û Werzîşê Komxebat derbare Koçberiyê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.