Enter your email Address

Çarşamba, Şubat 4, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

10’yemîn Salvegera Şoreşa Rojava – Necah Gulo: Rêber Apo ji 29’yemîn şoreşa Kurdan re pêşengtî kir

Endama Saziya Malbata Şehîdan Necah Gulo diyar kir ku kesayetên weke Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di dîrokê de nebûne û wê nikarbin bibin, û got; "Di dîrokê bi giştî de kesî xwe ji bo zanyar û feylesofan nedane şewtandin, lê ji bo Rêber Apo însanan bedena xwe dan ber agir"

Edîtor: Nucan Serdoz
04/07/2022 - 0:12
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Hevpeyvîn, Manşet, Nûçe, Taybet
Reading Time: 7 mins read
A A
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ya ku di encama keda 20 salan ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan de pêkhatî, îro bi yekbûna tevahî netewan parastina wê tê kirin. Di nava şoreşa Rojava de gelê Kurd bi berxwedan û têkoşînekî bê eman li hember çeteyên dagirker yên dewleta Tirk DAÎŞ’ê sekinîn. Bi taybet civakên ku li derdora Rêberê Gelan Abdullah Ocalan mane, parastina nirxên şoreşê weke erkekî xwe ya sereke dibînin. Yek ji wan malbatên ku bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re mane û heya îro bi dilsozî pê re dewam dikin, malbata Gulo ye. Yek ji ferdên malbata Gulo Necah Gulo derbarê avabûna şoreşa Rojavayê Kurdistanê, ku bi keda salan ya Rêber Apo hatî kirin ji ajansa me re axivî. Necah Gulo di axaftina xwe de bal kişand ser pêşengtiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ya ji 29’yemîn şoreşa Kurdistanê re û got; “Rêber Apo ji 29’yemîn şoreşa Kurdistanê re pêşengtî kir û wê di bin Rêbertiya wî de jî bi ser bikeve. Dijmin hebûn, çand û exlaqa me hemû winda û tune kiribû. Lê dema Rêber Apo hat ev windahiyên me ji nû ve ji me re tên vegerandin. Rêber Apo ji me re jî nîşan da ku divê her kes cihê xwe di nava vê şoreşê de bigre, kî dibe bila bibe, ew berpirsê vê şoreşê ye. ”

Necah Gulo bi van gotinan dest bi axaftina xwe kir; “Navê min Necah Gulo, ez ji bajarê Qamişlo me, cihê xwe di endamtiya Saziya Malbatê Şehîdan de digrim. Dema ku şoreşa Rojava destpêkirî, jê re amadekarî nîn bû. Dema ku li Tûnisê ciwanê bi navê Mihemed Bûezîz xwe da şewtandin, dibe ku bûyera wî ne siyasî jî bû, lê dest bi şoreşê hate kirin, şoreşa wan berdewam kir heya ku gihîşt Sûriyê.”

‘Rêber Apo ji 29’yemîn şoreşa Kurdistanê re pêşengtî kir û wê di bin Rêbertiya wî de jî bi ser bikeve’

Her wiha Necah Gulo axaftina xwe domand û destnîşan kir ku bi fikir û felsefeya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan şoreşa xwe heya roja îro dewam dikin û got; “Em bi fikir û felsefeya Rêber Apo perwerde bûne, bi fikir û felsefeya Rêber Apo têkoşîn dikin. Di sala 1997’an de dema ez çûm sahaya Serokatî, bêyî ku em Serokatî bibînin, me hezkirin û girêdana xwe ya bi serokatî re nîşan da. 28 serhildanên Kurdan rabûn, yek ji wan jî bi serneket. Rêber Apo ji 29’yemîn şoreşa Kurdistanê re pêşengtî kir û wê di bin Rêbertiya wî de jî bi ser bikeve. Dijmin hebûn, çand û exlaqa me hemû winda û tune kiribû. Lê dema Rêber Apo hat ev windahiyên me ji nû ve ji me re tên vegerandin. Rêber Apo ji me re jî nîşan da ku divê her kes cihê xwe di nava vê şoreşê de bigre, kî dibe bila bibe, ew berpirsê vê şoreşê ye. Yanê Rêber Apo hêvî û jiyanekî nû da gelê Kurd. Dewleta Tirk ji bo Kurdan digot “Me ew qirkirine û yên mane jî me ser wan çîmento kiriye”, lê belê Rêber Apo ji nû de ew rih zindî kir û ji nû de da jiyan kirin.”

‘Îro ger ku em dikarin parastina mafê xwe bikin û parastina welatê xwe bikin, ew bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo ye’

“Rêber Apo di serî de hêz da jinê û diyar kir ku jin dikare çekê rabike û ji bo mafê xwe têkoşînê bike. Çawa ku civak bê jin nabe, şoreşî jî bê têkoşîna jinê nabe. Ya dîtir jî Rêber Apo însanan perwerde dike ku çawa ji xwe bawer be û çawa bibe însanekî xwedî îrade. Îro ger ku em dikarin parastina mafê xwe bikin û parastina welatê xwe bikin, ew bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo ye. Dema ku her kesî cihê xwe di nava şoreşa Rojava de girtî, ew bi saya ked û têkoşîna Rêber Apo ya bi salan bû. Rêber Apo ji her kesî re diyar kir ku ev welat tenê bi têkoşîna gelê Kurd rizgar nabe, her kesê ku li vê welatê jiyan dijî wê ji bo rizgariya vê welatê têkoşîn bike, bi yekbûnê ax wê were rizgar kirin. Me jî bi vê hêz û baweriyê şerê li dijî DAÎŞ’ê de bi serketin. Ji her netewê ku li Rojavayê Kurdistanê jiyan dikin, cihê xwe di nava şoreşa li Rojava de girt û heya şihadetê jî berxwe dan. Jinên ji netewên din dibêjin me çawa nikariye heya niha Rêber Apo nas bikin, dibêjin ew bi taybet ji me hatiye. Îro jî em dibînin têkoşîna ku jinên ereb dikin, wekî ku bi salan bi Rêber Apo re jiyan kirine ye. Ji ber vê jî îro jinên ereb di her qadê de qada Siyasî, Civakî, Leşkerî de cihê xwe digrin û li dijî dagirkeriyê têkoşînê didin meşandin.”

‘Armanca dewleta Tirk ji avakirina DAÎŞ’ê tunekirina Kurdan bû’

“Me ji bo welatê xwe got ya ku were ser axa me û welatê me dagir bike, emê tu carî qebûl nekin. Dema ku DAÎŞ jî êrîşî me kirî, em bi vê baweriyê tevgeriyan, ji ber ku DAÎŞ ne tenê kesek an jî komekî biçûk bû. DAÎŞ rêxistineke ku taybet ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye amade kirin bû. Bi taybet armanca wan ji vê rêxistinê ew bû ku me Kurdan ji welatê me bidin qewtandin û bidin kuştin. Lê me bi keç û xortên xwe welatê xwe parast û emê her jî biparêzin. piştî şerê me ya li hember DAÎŞ’ê em gelek bajar, cih û warê xwe girtin destê xwe û ji nû de ava kirin. Di milê din jî dewleta Tirk êrîşî çiyayên Kurdistanê kirin ku em êdî dev ji doza xwe berdin. Li çiyayên Kurdistanê jî îro em dibînin dewleta Tirk bi serneketî û wê bi ser jî nekeve.”

‘Heta tunekirina Erdoxan, azadkirina Rêber Apo û rizgarkirina vî welatî emê li ser piya bin’

Necah Gulo bi van peyvan dawî li axaftina xwe anî; “Îro jinên Kurd bûne mînaka Rojhilata Navîn û tevahî dinyayê. Bi têkoşîn û berxwedana ku kirine bûn mînak. Weke heval Bêrîtan jî xwe di çiyayan de avêt xwar ta ku çek û şerefa xwe ve biparêze. Wekî Arîn Mîrkan wê jî xwe di rûyê dijmin de teqand. Bi kurt û cewherî jinên Kurd gelekî qehremanî kirine. Di dîrokê bi giştî de kesî xwe ji bo zanyar û feylesofan nedane şewtandin, lê ji bo Rêber Apo însanan bedena xwe dan ber agir. Ji ber ku rastî jî tiştên ku Rêber Apo kiriye, di dîrokê de tu carî kesî nekirî û ne jî wê karbin bikin. Rêber Apo îro ji ber ku parastina nirxên mirovatî û civakbûyînê kirî, di zîndanê de ye. Emê jî li hember vê polîtîkayê dijmin têkoşîn û berxwedana xwe bilind bikin. Heta tunekirina Erdoxan, azadkirina Rêber Apo û rizgarkirina vî welatî emê li ser piya bin.”

 

NC// Îlan Kobanê

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Welat û welatparêzî wek nan û av girînge

Nivîsa Pêş

Mûstafa Karasû: Li ser Rêber Apo 24 salin polîtîkayeke şerê taybet tê meşandin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Mûstafa Karasû: Li ser Rêber Apo 24 salin polîtîkayeke şerê taybet tê meşandin

Mûstafa Karasû: Li ser Rêber Apo 24 salin polîtîkayeke şerê taybet tê meşandin

Dewleta Tirk ya dagirker talankirina xwezaya kurdistanê didomîne

Dewleta Tirk ya dagirker talankirina xwezaya kurdistanê didomîne

Manşet

  • KCK: Xwedîderketina Li Rojava Divê Daîmî Be
  • Ji Abya Yala Heta Kurdistanê, Gel Ji Bo Şoreşê Serî Hildidin
  • Ciwanên Dêrik û Qamîşloyê Li Kolanan Parastina Bajarên Xwe Dikin
  • “Li Hemberî Têkoşîna Domdar Tu Bandora Şerê Taybet Tune Ye”
  • Bi Pêşengiya TekoJINê Li Berlînê Çalakiyek Hat Lidarxistin
  • Belavkirina Belavokan Li Cenevreyê Beriya Meşa Dirêj a 7ê Sibatê
  • Meşa Mezin a Ji Bo Rojava Li Hamburgê

Herî zêde hatine xwendin

  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bahçelî: Ger pêwîst be, ez ê dudilî nekim ku bi sê hevalên xwe re biçim Îmraliyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Em Şehîdên Xwe Yên Têkoşînê Yên Sala 2023’an Bi Hurmet Bi Bîr Tînin’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ Hate Taloqkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelek Ciwan Hatin Binçavkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Pêşengiya Ciwanan, Gel Ber Bi Helebê Ve Ketin Rê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.