Enter your email Address

Pazartesi, Şubat 2, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Şehîd Salîh Cizîrî û Dr Huseyîn bi merasîmekê li Dortmûnd’ê hatin bi bîranîn

Şehîd Salîh Cizîrî û Dr Huseyîn ên di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a 5’ê Hezîrana 2021’an şehîd bûn, li bajarê Dortmûnd bi meresimeke girseyî hatin bi bîranîn.

Edîtor: Nucan Serdoz
26/06/2022 - 20:57
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
ParvekeTweet

DORTMÛND – Bi pêşengiya Komeleya Malbatên Winda û Şehîdan (KOMAW), ji bo Salih Cizîrî (Hasan Adir) û Dr. Huseyîn (Selman Bozkûr) ên di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a 5’ê Hezîrana 2021’an şehîd bûn, li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê meresimeke bibîranînê ya bi girseyî hat lidarxistin. Malbata Salih Cizîrî û gelek siyasetmedar û sazî tev li meresima bibîranînê bûn. Siyasetmedarê Kurd Faysal Sariyildiz, nûnerên Federasyona Civakên Kurdistaniyan a Elmanyayê (KON-MED), Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E), Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan (NAV-YEK), Civaka Islamî ya Kurdistanê (CÎK), Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyan a Ewropayê (KCDK-E) jî tev li meresimê bûn.

Di meresimê de ji bo şehîdan rêz hat girtin. KOMAW’ê sicîla şehadetê ya şehîd Salih Cizîrî da malbata Cizîrî. Hevjîna Salih Cizîrî û hevrêya wî Sûphiye Adir bi kurtî axivîn. Piştî axaftina destpêka bibîranînê xizmên şehîdan hatin vexwendin ji bo ser dikê û li ser navê malbatê, xwişka Salih Cizîrî (Hasan Adir) Nûşîn Îmret axivî. Gava axaftina Îmretê dirûşma “Şehîd namirin“ hat berzkirin.

‘EM Ê LI PEY ŞOPA ŞEHÎDAN BIN‘

Li ser navê KOMAW’ê endamê desteya rêvebir Alî Konkurd axivî û got: “Gava Rêbertî behsa şehîdan dike dibêje ‘şehîd her tişt in ji bo min, ked in, rastî ne, girêdayîbûn in.’ Li ser vî esasî şehîd rûmeta me ne. Salih û Dr. Huseyîn tev li karwanê şehîdan bûn. Em li pey şopa wan bin.“

‘RÊYA WAN RÊYA ME YE‘

Di meresima bibîranînê de, peyama ji aliyê malbata Dr. Huseyîn ve hat şandin jî hat xwendin. Di peyamê de ev tişt hatin gotin: “Em îro bi dil û can bi we re ne. Rêya we rêya me ye. Hesteke ku pênasekirina wê dijwar e. Me hez jê girt. Ên ew nas kir jî pir hez jê girtin. Em ê bi helwesta wî rabin. Me dîtiye nedîtiye, em bêriya Dr. Huseyîn dikin û em ê her bikin.“

‘JI BO RÛMETÊ TÊKOŞIYA‘

Hevseroka KCKD-E’yê Yuksel Koç jî axivî û wiha got: “Qedir û giringiya şehîdan li ba me zêde ye. Çimkî gava mesele dibe şehîd, a esas felsefeya Rêbertiyê ye. Li ser vê meseleyê armanca esas a heval Salih, azadkirina Rêbertiyê bû û di wê rêyê de şehîd bû.“

Li ser navê TJK-E’yê jî Jînda Pazarcik jî axivî û got: “Di nav tevgera azadiya gelê Kurd de, malbata Adir ji berê de gelek bedel dane. Gava heval Salih di xebatê de çalak bû, dewleta Elman radestî lê ferz kir. Lê wî radestî qebûl nekir û ketina girtîgehê da ber çavên xwe. Çimkî têkoşîna wî têkoşîna rûmetê bû. Em wek Tevgera Jinên Kurd soz didin; em ê vê dozê bibin serî.“

‘EM Ê XEYALÊN WAN BI CIH BÎNIN‘

Bi pişt re peyama siyasetmedarê Kurd Remzî Kartal û ya Endamê Konseya Rêvebir a KCK’ê Zubeyîr Aydar hatin xwendin. Di peyamê de sersaxî hatibû xwestin ji bo malbata Salih Cizîr û ya Dr. Huseyîn û wiha hatibû gotin: ‘’Em soz didin her du şehîdên xwe yên qehreman ên têkoşîna rûmetê ya Kurdistanê dane ser pişta xwe ku em ê xeyalên wan bi cih bînin.“

‘HESABÊ XIYANETÊ HAT PIRSÎN‘

Çekdar Botan ê xwarzêyê şehîd Salih Cizîr ê li ser navê malbatê axivî û got: “Dibe ku şehîd Salih xalê min be lê em wek du hevrê bûn ji hev re. Hezkiriyên wî, hesabê xiyaneta lê hat kirin pirsîn. Ev doz bi tevahî ji bo me pir watedar e. Em ê li berxwedana hemû hevrêyên xwe yên di berxwedana Zapê de şehîd bûne dewam bikin.“

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

LEZGÎN – HPG: 12 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate îmha kirin

Nivîsa Pêş

Li Geverê bi helîkopteran gund hatin topebaran kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Li Geverê bi helîkopteran gund hatin topebaran kirin

Li Geverê bi helîkopteran gund hatin topebaran kirin

Li ser Til Koçer êrîş: 3 şervan şehîd bûn

Li ser Til Koçer êrîş: 3 şervan şehîd bûn

Manşet

  • Şêniyên Dêrikê Şehîdên Berxwedana Rojava Oxir Kirin
  • “Li Kurdistanê Em Serketin û Emê Serbikevin”
  • Ciwanên Kobanê dev ji parastina heremê bernadin
  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin
  • Ciwanên HDK Li Enqerê Ji Bo Rojava Slogan Nivîsandin
  • Li Edenê Ji Bo Rojava Xwepêşandan

Herî zêde hatine xwendin

  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Dêrikê Şehîdên Berxwedana Rojava Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga parêzvanên Kobanê ji bo ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê piştî hevpeymanê carekî din li qadan in

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Peymangeha Bijîşkî ya Kobanê destek didin dermankirina birîndaran

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.