Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Ferît Şenyaşar: Bi ser bûyerê re 4 sal derbas bûn lê hê jî ev doz nehatiye ronî kirin

Li Pirsûs a Rihayê di sala 2018’an de Haci Esvet û zarokên wî Adil û Celal Şenyaşar ji aliyê xizm û parêzvanên parlementerê AKP’ê hatibûn qetilkirin. Esnafên Pirsûsê li hemberî bêedaletiyê dikanên xwe venekirin.

Edîtor: Nucan Serdoz
14/06/2022 - 11:32
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 3 mins read
A A
Ferît Şenyaşar: Bi ser bûyerê re 4 sal derbas bûn lê hê jî ev doz nehatiye ronî kirin
ParvekeTweet

RIHA – Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de dema xebatên hilbijartinê dimeşandin, çûn dikana malbata Şenyaşar û êrişî endamên malbatê kirin. Di dema êrişê de Celal, Adil, Mehmet, Fadil û Ferît Şenyaşar birîndar bûn û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Lê belê li wir rastî xizmên Yildiz ê AKP’î hatin. Di êrişê de Celal û Adil Şenyaşar hatin qetilkirin û bavê wan Haci Esvet Şenyaşar jî li pêş çavên hevjîna wî Emîne Şenyaşar hate lînckirin û qetilkirin.

Çar sal piştî komkujiyê cara ewil e ku ji bo Haci Esvet û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar merasîma bîranînê tê li darxistin. Bîranîna ewil li “Sûka Bîr Milyoncular” hate lidarxistin ku endamên malbatê li wir rastî êrişê hatibûn. Ferît Şenyaşar ku di êrişê de bi birîndarî xelas bûbû û li gel dayika xwe Emîne Şenyaşar 463 roj in li pêşiya Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê didomîne, beriya ku biçe pêşiya edliyeyê hate cihê komkujiyê û ji bo bav û 2 birayên xwe 3 qurnefîl danîn wir. Esnafên sûka Pirsûê jî nerazîbûn nîşanî bêedaletiya li malbata Şenyaşar hatiye kirin dan û derabeyên dikanên xwe venekirin.

Ferît Şenyaşar li pêşiya kargehê axivî û ev tişt anî ziman: “Sê endamên malbata me di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de li kargeha me ya ku 30 sal bûn me dixebitand hatin qetilkirin. Li kargehê êrişî me kirin û li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê jî rastî komkujiyê hatin. Bi ser bûyerê re 4 sal derbas bûn lê hêj jî ev doz nehatiye ronîkirin. Di vê dozê de em wekî qurban hatin hilbijartin. Êşa me hêj mîna roja ewil e. Tevahiya xelkê Pirsûsê bûyerê baş dizane. Bi ser bûyerê re 4 sal derbas bûn lê xelkê Pirsûsê nîşan da ku ev bûyer ji bîr nekirine. Dê îro li goristanê bîranîn bê lidarxistin. Esnafên sûkê jî derabeyên xwe venekirin û bi awayekî demokratîk berteka xwe nîşan dan. Dibêjin ku ya li me hatiye kirin, li tevahiya xelkê hatiye kirin.”

Çar sal piştî komkujiyê cara ewil e ku dê li Goristana Şaredariyê ya navçeya Pirsûsê merasîma bîranînê bi girseyî were li darxistin. Piştî bîranîna li goristanê jî wê Emîne û Ferît Şenyaşar biçin pêşiya Edliyeya Rihayê û çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê bidomînin. Tê payîn ku rêxistinên girseyî yên demokratîk, nûnerên partiyên siyasî û parastvanên mafên mirovan jî beşdarî nobetê bibin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Bi serkêşiya PDK’ê pêngava sêyemîn a dagirkeriyê

Nivîsa Pêş

“Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin”, “Em naxwazin careke din agahiyên şîdeta mêr ragihînin”

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
“Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin”, “Em naxwazin careke din agahiyên şîdeta mêr ragihînin”

“Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin”, “Em naxwazin careke din agahiyên şîdeta mêr ragihînin"

Girtiyên Girtîgeha Afyon di roja 22’an de grava birçîbûnê dewam dikin

Girtiyên Girtîgeha Afyon di roja 22'an de grava birçîbûnê dewam dikin

Manşet

  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan
  • Xwepêşandana Ciwanan Li Ber Avahiya Spiegel Hamburgê
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan
  • Ayten Dersîm: Divê Eem Li Dora Berxwedana Gelê Rojava Bibin Yek

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina  Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.