KOBANÊ – Îro bi sedan şêniyên Kobanê ji bo veşartina şehîd Birûsk (Salih Şêx Salih) yê ku li navçeya Sirîn dema bi erka xwe radibû, şehîd bûbû kom bûn.
Merasîm bi deqîqeyek rêzgirtina li ser giyanê şehîdan hate destpêkirin. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Arîf Balî diyar kir ku ew sersaxiyê ji malbata şehîd û ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dixwazin û got “Em bi saya keda şehîdan niha bi azadî dijîn. Şehîd Salih di sala 204’an de li hemberî çeteyê DAÎŞ’ê şer kir û li bajarê Minbîcê jî tevî Asayîşê her dem di çeperên pêş de şer dikir.
Li ser navê Kongra Star Macîda Hesûn jî diyar kir ew bi saya şehîdên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyaneke azad dijîn û got “Em bang li tevahî gel û ciwanan dikin ku rabin ser xwe.”
Piştre wesîqeta şehîd radestî malbata wî hate kirin û cenazeyê şehîd bi dirûşmeya ‘Şehîd namirin’ û bi tilîliyên dayikan hate veşartin.



