Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Hêzil Ozgur: Artêşa Tirk şaş bûye, nizane ku niha li ku derê çi bike

Edîtor: Nucan Serdoz
16/05/2022 - 10:27
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Hêzil Ozgur: Artêşa Tirk şaş bûye, nizane ku niha li ku derê çi bike
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Fermandara YJA Starê Hêzil Ozgur êrişên dagirkeriyê yên li ser Zap û Avaşînê ku di roja 26’an de ye, ji ANF’ê re axivî.

Hêzil Ozgur di destpêka axaftina xwe de gerîlayên li dijî êrişên dagirkeriyê li ber xwe dan û şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî.

Fermandar Ozgur got, “Bêguman di êrişên par de xwestin zû bigihêje encamê, lê belê ji ber ku li Avaşînê têk çûn, ev armanca wan ji sala 2022’an re ma. Li gorî plansaziya par, diyar bû ku wê îsal jî êriş bikin. Ji ber ku hikumeta faşîst a AKP-MHP’ê desthilatdariya xwe li ser şer ava kiriye, me zanî bûn ku wê îsal êrişeke berfireh bike.”

Li ser amadekariyên gerîla yên ji êrişê re jî Hêzil Ozgur got, “Bi salan ji bo şerekî li Zapê amadekarî dihate kirin. Tunelên şer gelekî baş hatin amadekirin. Amadekarî hate kirin ku cografya bi kûrahî bê bikaranîn. ya herî girîng jî di dil û mejî de amadekarî hate kirin ku bersiveke çawa ji dijmin re bê dayin. Lewma bi destpêkirina êrişa bejahî ya 17’ê Nîsanê re, her kesî bi berpirsyariya xwe bersiv dan.”

Hêzil Ozgur destnîşan kir ku însiyatîfa şer di destê gerîla de ye û wiha dewam kir, “Bêguman şer bi hêsanî nayê meşandin, zehmetiyên xwe zêde ne, berdêl têne dayin. Li dijî teknîka herî pêşketî ya NATO’yê, em bi îradeya mirov şer dikin. Dijminê me jî namert e û bêexlaq e. Ti pîvanan nas nake. Fedakariya ku hevalên me li qada şer nîşan didin, çavkaniya rûmetê ye. cihê hurmeteke mezin e. Hevalên me bi nêzîkatiya ‘Divê em vî dijminê dest bi xwîn û faşîst li Zapê bişikînin’ bi biyar in, ji ber ku bi girîngiya Zapê ya ji bo Kurdistanê zanin. Desthilatdarî û dewleta Tirk dijminê Kurdan e. Kurdên ku xiyanetê dike, serî li ber ditewîne ji bo bi kar bîne sax dihêle, Kurdên ku welatê xwe diparêze û dixwaze bi rengekî azad bijî, hewl dide wan tune bike. Em ew Kurd in ku dixwazin bi îradeya xwe ya azad li Kurdistana azad bijîn, ji bo vê têdikoşin û naxwazin kes me bi rê ve bibe. Rêberê me ji ber ku siyaseta dewleta Tirk a teslîmiyetê red dike, êşkence lê tê kirin. Em hêzê ji paradîgmaya Rêbertî werdigirin. Ji xwe kî bi felsefeya Rêber Apo tevdigere, ji bo dewleta Tirk ew dijmin e.”

Fermandara YJA Starê anî ziman ku artêşa Tirk a dagirker hêzên xwe li hin deveran daniye û got, “Dema ku xwe nêzî deriyê tunelên şer dike, hevalên me lê didin, nikarin nêzî tunelên şer bibin. Ji bo hin deveran bi dest bixe, kîmyasalê bi kar tîne, teqemeniyên mezin bi kar tîne. Mîna par, niha jî li hemberî tunelên şer her roj gazên kîmyewî bik ar tîne, teqînan dike. Bû 26 roj, leşkerên wan li cihê xwe ku xw elê danîne bi gavekê jî nikarin bi pêş ve biçin. Ji xwe nikarin gavekê jî biavêjin.”

Hêzil Ozgur diyar kir ku li hin deveran leşker di nava gerîla de mane û got, “Me dor li wan girtine. Di nava gerîla de mane. Ji her alî ve heval li wan didin. Helîkopterên wan ên Kobra ji ku radibin, çekên me hene; hevalên me yekser digihêjin wan û li wan didin, nahêlin leşkeran deynin. Dema ku tîmekî xwe li qadê datînin, kamera, kûçik, cîhazên sensorê û têlan li dorê digirin. Ji bo leşkerên wan karibin li wir bisekinin, lê em van tedbîran hemûyan pûç dikin. Heval êriş dikin, derbê lê didin; dikujin, birîndar dikin, malzemeyên wan radikin. Artêşa Tirk şaş bûye, nizane wê li ku derê çi bike. Rojane bombeyan li gelek qadan dibarîne.”

Fermandar Ozgur got, “Em li cografya xwe ne, em li welatê xwe ne, lê ew dagirker in. Li vir dilsozî û hevrêtiyeke rast heye. Ji aliyê bawerî û moralê ve bûne yek. Em vê hêzê jî ji îdeolojîk, Rêbertî, rêxistiniya xwe û gelê xwe yê berxwedêr werdigirin. Dema ku em gelê xwe li qadan di nava çalakiyan de dibînin em hêzê jê werdigirin. Me soz dane ku dilsozê mîrateya şehîdên xwe bin. Ev hemû, teknîk, êriş, leşkerên dijmin li ber çavê me biçûk dike. Ji bo em bi ser bikeve ji me re dibe motîvasyon.”

Hêzil Ozgur destnîşan kir ku gerîla bi her cûre çalakiyan li dagirkeran dixin û got, “Ji sûîqestê heta sabotajê, ji serdegirtinê heta bi çekên giran li dijmin tê xistin. Ji ber vê yekê dema ku dijmin hat, şoq bû. Ji wan re gotibûn, ‘Ew ê di şikeftan de bin, em ê li derdora wan xwe deynin û nehêlin ku jê derkevin’. Nizanî bûn ku me li qadê amadekarî kirine, çawa em bi cih bûne, hunera me heye ku çawa hatin yekser dest li wan werdin û lê bidin. Em naxwazin hin detayên leşkerî parve bikin.

Her devera ku leşker lê tên danîn di bin bombardûmana hevalên me de ne. Ne dikarin bi hêsanî leşkeran deynin, ne jî kobrayên wan dikarin bi hêsanî bigerin, ne jî leşker dikarin tevbigerin. Ji ber vê yekê li Zapê asê mane.”

Fermandar Hêzil Ozgur anî ziman ku gerîlayên YJA Starê jî bi tecrûbeyên ji sala derbasbûyî wergirtî, bi hunera şer, tevî ruhê 8’ê Adarê bi biryardariyeke mezin di asta pêşengiyê de li dagirkeran dikin.

Hêzil Ozgur herî dawî got, “Dema dawî hevalan Skorsky jî xistin. Ev ne tiştekî ji rêzê ye. Di destê me de teknîka NATO’yê nîne. Kobra nikarin dakevin. Derdora 400 leşker hatine kuştin. Em ê nehêlin ku welê li gorî dilê xwe li Zapê bi cih bibin. Dema bê, asta şer wê bilindtir bibe. Jiyaneke azad mafê gelê me ye. Lewma em xwe feda dikin. Çi pêwîst be em ê wê bikin. Em di wê baweriyê de ne ku em ê dewleta Tirk li Zapê têk bibin. Em ê hêjayî şehîdên xwe bin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

PKK: Di her demê de û li her derê Artêşa Şehîdan ferman da me

Nivîsa Pêş

NPG: Sekna fedayî ya Apoyî me bi ser dixîne

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
NPG: Sekna fedayî ya Apoyî me bi ser dixîne

NPG: Sekna fedayî ya Apoyî me bi ser dixîne

LEZGÎN – Înstiyatîfa Zarokên Agir bi daxuyaniyekê şewatên ku pêkaniye eşkere kir

LEZGÎN - Înstiyatîfa Zarokên Agir bi daxuyaniyekê şewatên ku pêkaniye eşkere kir

Manşet

  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji bo Konferansa Jinên Ciwan belavok hate belavkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Zindanan a PAJK’ê: ‘Em di wê hêzê de ne ku tecrîdê Bişkînin’ 

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.