Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 10, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

“Ji bo sûcên dij mirovahiyê bi dawî bibin, kesên sûcê mirovahiyê dikin bên darizandin, aqûbeta windayan derkeve holê”

Xizmên Windayan û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê bi armanca pirskirina aqûbeta windayan û darizandina kujeran di hefteya 690’emîn de li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya Amedê kom bûn û çalakiya bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li dar xist.

Edîtor: Nucan Serdoz
30/04/2022 - 13:52
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
“Ji bo sûcên dij mirovahiyê bi dawî bibin, kesên sûcê mirovahiyê dikin bên darizandin, aqûbeta windayan derkeve holê”
ParvekeTweet
NAVENDA NÛÇEYAN – Li Amed û Êlihê çalakiya aqûbeta windayan berdewam kir. Li Amedê qûbeta Abdulsamet Çîçek pirsîn. Li Êlihê aqûbeta Kadrî Yilmaz hat pirsîn.
Xizmên Windayan û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê bi armanca pirskirina aqûbeta windayan û darizandina kujeran di hefteya 690’emîn de li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya Amedê kom bûn û çalakiya bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li dar xist. Rêveberên ÎHD’ê û Xizmên Windayan wêneyên windayan hildan. Di çalakiya vê hefteyê de serpêhatiya qetilkirina Abdulsamet Çîçek ku di sala 1992’yan de hatibû qetilkirin hat vegotin.
Di çalakiya vê hefteyê de endema Komîsyona Windayan a ÎHD’ê parêzer Derya Yildirim serpêhatiya kuştina Abdulsamet Çîçek xwend. Yildirim da zanîn ku Çîçek li navçeya Farqîna Amedê karmendî dikir û di 15 nîsana sala 1992’yan de tev li merasîmê cenazeyê Hanefî Kutlu bi cînayetek kiryar nediyar hatibû qetilkirin bûbû û pişt re ew jî tê qetilkirin.
KUJER TÊN BERDAN 
Yildirim diyar kir ku kesê ku Çîçek qetil kiriye tevî şahidan jî hatiye berdan û wiha got: “Piştî definkirine, Abdulsamet ji beriya ku biçe malê deyne xwe yê dikana li taxê dide û bi hevalên xwe yên kar Şehmûs re dimeşin. Di vê navberê de 3 kesên ji paş ve êrişî wan kiriye û bi gulebaranê Abdulsamet Çîçek qetil dikin. Abdulsamet Çîçek ku di encama êrişê de birîndar bûbû li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Xelkê li wir kujeran dişopînin û wan digirin. Polîsên ku hatin cihê bûyerê kesên ku ji aliyê gel ve hatin binçavkirin girtin. Polîsan kujeran dibin qereqolê û sê roj şûn ve ji ber nebûna delîlan wan berdidin.”
BAV NE BES E DIXWAZIN LAWÊ WÎ JÎ BIKUJIN 
Yildirim anî ziman ku piştî bûyere jî malbata Çîçek her tim rastî gef û zextan hatiye û got: “Lawê Abdulsamet Çîçek dema ji dibistanê tê malê rastî êrişa kesên di destê wan de qesetûre hene tê û wî bi giran birîndar dikin. Kujerên ku pêdihesin zarok nemiriye vê carê diçin nexweşxane û dîsa êriş dikin. Di nexweşxaneyê de ew zarok bi destê xebatkarek tenduristiyê tê rizgarkirin. Ji ber zext û tundiyê malbat jî edî nikare giliyê bûyeran bike.”
Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna windayan deqîqeyek rêz hat girtin.
ÊLIH
Li Êlihê jî Xizmên Windayan û ÎHD’a Êlihê di hefteya 527’emîn de li ber Abîdeya Mafê Mirovan a li serê Cadeya Gulistanê çalakiya zelalkirina aqûbeta windayan û ronîkirina kujeran li dar xistin. Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê û Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran, Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca, xizmên windayan û parêzvanên mafê mirovan tev li çalakiyê bûn.
‘ŞIRÎKÊ SÛC IN’ 
Rêveberê ÎHD’a Êlihê Zekî Tanguner daxuyanî da û destnîşan kir ku kesên di polîtîkaya şer de israr dikin ew wan wek şirîkê sûcê kesên hatine windakirin dibînin û got: “Ji bo sûcên dij mirovahiyê bi dawî bibin, kesên sûcê mirovahiyê dikin bên darizandin, aqûbeta windayan derkeve holê demildest hewcedarî bi aştiyê heye.”
Tanguner serpêhatiya windakirina Kadrî Yilmaz ê di nîsana 1994’an de li navçeya Rezana Amedê hatiye windakirin xwend û li aqûbeta Yilmaz pirsî.
Xizmên windayan pişt re çalakiya rûniştinê li dar xistin.
Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Planên PDK’ê yên bi dewleta Tirk li ser Şengal hîn berdewam dikin – Dixwazin peymana 9’ê Cotmehê pêkbînin

Nivîsa Pêş

li bajarê Dusseldorfê dagirkerî rastî bertekên tund hat

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
li bajarê Dusseldorfê dagirkerî rastî bertekên tund hat

li bajarê Dusseldorfê dagirkerî rastî bertekên tund hat

Dayîkên Şemiyê: Divê em li dijî bê hiquqiyê derbikevin

Dayîkên Şemiyê: Divê em li dijî bê hiquqiyê derbikevin

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin
  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî
  • Şehîd Ehmed li Kobanê hat oxir kirin
  • MKG’ê: Zextên Li Ser Rojnamevanên Jin Didome
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê nasnameya 7 gerîlayên şehîd eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Ehmed li Kobanê hat oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • MKG’ê: Zextên Li Ser Rojnamevanên Jin Didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.