Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK’ê cejna Çarşema Sor a Êzidiyan pîroz kir

Xaka Êzidiyan, Heqwar e. Ev ruh daxwaz û moralê tevahiya gelê Kurd bilindtir dike.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
06/04/2022 - 10:40
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
KCK: “Bi ruhê serhildanê yê Şeladizê li her deverê helwestê nîşan bidin”
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê bi daxuyaniyekê cejna Çarşema Sor a civaka Êzidî pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, civaka Êzidî ku 74 ferman lê rabûn, zor û zehmetî dîtin û bi êrişên DAÎŞ’ê re tunebûn lê hate ferzkirin, ji sala 2014’an heta 2022’an 8 salên dawî di nava têkoşîna hebûnê de cejna xwe ya Çarşema Sor pîroz kir, ku ev yek gelekî bi wate ye. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Em jî Cejna Îmanê cejna Çarşema Sor li civaka xwe ya Êzidî pîroz dikin û dibêjin ku bila bibe wesîleya mayindebûna Xweseriya Demokratîk.”

KCK’ê bi bîr xist ku Êzidî ji ber baweriya xwe û qedîmiya nirxên gelê Kurd timî dibin hedefa êrişên dijminan û got, “Çeteyên DAÎŞ’ê ku dewleta Tirk û serkêşê wê Erdogan li pişta wan bû, di Tebaxa 2014’an de ji bo komkujiyê êriş birin ser gelê me yê Êzidî û ev êriş li rûpelên şermê yên dîroka mirovahiyê hate nivîsandin. Bi vî rengî êrişa herî hovane ya dewleta Tirk a qirker mêtinger a li dijî civakên baweriyan ên gelê Kurdistanê, li dijî gelê me yê Êzidî kir. AKP a Erdogan olperestiya xwe, MHP a Bahçelî jî faşîstiya xwe ya nijadperest, bi şerê dijî gelê me yê Êzidî de raxistin pêş çavan ku dijminê gelan e, dijminê Kurdan e. Nêzî temamiya 74 fermanan bi destê serwerên Tirk ve hatin kirin. Ji barbariya Selçûkiyan û vir ve serwerên Tirk komkujiyê li Êzidiyan dikin.”

PDK ALÎKARIYÊ JI AKP-MHP’Ê RE DIKE

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di dema hin fermanên dijî Êzidiyan de Kurdên noker bûn leşker ji serwerên Tirk re û hate gotin, “Bi taybetî êrişa 2014’an a DAÎŞ’ê ya li dijî Êzidiyan ji aliyekî ve êrişa dewleta Tirk e. PDK’ê jî di vê êriş û fermanê de li ser bingeha nokeriyê, bi rola xwe rabû. Niha jî dewleta Tirk dijminatiya xwe ya li Êzidiyan bi rejîma AKP-MHP’ê dewam dike. Û PDK jî careke din bi rola herî mezin a alîkariyê radibe.

Tê zanîn ku pêşengên gelê me yê Êzidî, welatparêzên hêja Seîd Hesen û biraziyê wî, her wiha ewladê durust û milîtanê hêja yê gelê me yê Êzidî hevrê Dijwar (Merwan Feqîr) bi îstîxbarata PDK’ê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. gelê me yê Êzidî yê li Başûr jî ku ji aliyê PDK’ê ve li kampên penaberan dîl têne girtin, ji ber şert û mercên giran ên jiyanê di nava pirsgirêkên giran de ne. Li Rojava bi taybetî jî li Efrînê, dewleta Tirk û çeteyên wê zextên giran li gelê me yê Êzidî dike, êrişan dibin ser wan. PDK jî li gorî polîtîkayên dewleta Tirk tevdigere û ji bo van polîtîkayan li tevahiya Başûr bimeşîne dikeve nava hewldanên taybet, Êzidiyan li kampan di nava xizaniyê de dihêle, zextê lê dike û zorê dide wan ku ji welêt koç bikin. Ev hemû tê wê wateyê ku ferman bi asteke cuda dewam dike.”

‘TÊKOŞÎNA GELÊ ŞENGALÊ BÛ ÇAVKANIYA SÛDWERGIRTINÊ JI HEMÛ ÊZIDIYAN RE’

KCK’ê ragihand, li gel her cûre zext û êrişan jî berxwedana gelê Êzidî ya ji Şengalê bi rê ve diçe, gelek pêşketin bi xwe re anî û destnîşan kir ku li gel fermana 74’an jî pêşketinên gelê Êzidî li Şengalê afirandin, di asta pîroziyê de ne.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku berxwedana Şengalê ji bo tevahiya mirovahiyê bi taybetî jî ji bo gelê Êzidî bû moral û hate gotin, “Pêşketinên ku li Şengalê ji aliyê civakî ve hatin afirandin, guherîn û veguherînên pêk hatin, îradeya civakî ya derkete holê, ji bo Êzidiyan hemûyan bû çavkaniya sûdwergirtinê. Lewma guherîn û veguherînin ku bi gelê me yê Êzidî re çêbûn, pêşketinên afirandine dijmin diqehirîne, hêrs dike.

Xelkê me yê Êzidî yê hêja, Şengaliyên dilovan,

Gelê me yê Êzidî cejna Çarşema Sor a 2022’an bi îradeyeke hîn mezintir, bi daxwaz, biryardarî û hewldana pêşvebirina Xweseriya Demokratîk pîroz dike. Divê Êzidî giraniyê bidin ser karê misogerkirina saziyên xwe yên mîna parastinê, meclîsên gel, rêxistinên jin û ciwanan. Ev sazî hemû hêja ne, destketiyên girîng e û ji wan tê hêvîkirin û bi rola xwe rabin.

Weke ku tê dîtin, ya ku civakekê diparêze, paşeroja wê misoger dike û qîmetê dide, têgihiştin û rêxistinbûn e, têkoşîna bênavber e. Ji ber asta we û statuya ku we bi têkoşînê bi dest xistine, wezîfeya we ye ku hûn bi xurtkirina saziyan têbikoşin û bibin hêvî ji tevahiya gelê Êzidî re yên neçar hatine hiştin ku li her devera cîhanê belav bibin. Tevî ku metirsî hemû ji ser nehatibin rakirin jî Şengal bi rewş û statuya xwe xwedî wezîfeyeke bi vî rengî ya dîrokî û civakî ye. Lewma jî em dibêjin Çarşema Sor a 2022’an bikin wesîle ji serketinên mezin re ku bersivê bidin bendewariyan.

XAKA ÊZIDIYAN ‘HEQWAR’ E

Pêvajoya ku Êzidî tê de ye, li gorû ruh û baweriya cejna Çarşema Sor e. Êzidî piştî demeke dirêj bi hişmendî û îradeya xwe, bi têkoşîna xwe gelekî nêzî bidestxistina mafên xwe yên Xweseriya Demokratîk bûne û li xaka xwe ya qedîm xwe jinûve diafirînin. Di nava hewldan û têkoşîneke welê de ne ku li Şengalê sîstemekê geş bikin ku paşerojeke azad û hêviyê dide Êzidiyan hemûyan. Careke din di şexsê berxwedana Şengalê de gelê me yê Êzidî weke rastiyeke dîrokî li pêşberî muxatabê xwe ne ku divê li ser koka xwe bi rengekî mayinde bêne qebûlkirin.

Xaka Êzidiyan, Heqwar e. Ev ruh daxwaz û moralê tevahiya gelê Kurd bilindtir dike. Êzidî careke din hîn bi wate û bi kûrahî xwe digihîne nasnameya gel û baweriya xwe. Bi vê hest û baweriyê hîn bi xurtî xwe digihînin rabirdûya xwe. Bi vî rengî Çarşema Sor û meha Nîsanê digihêje wateya xwe ya rasteqîn. Çarşema Sor a 2022’an bi vê wate û hestan tê pîrozkirin. Weke tevger em jî bi van hestan cejna gelê me yê Êzidî careke din pîroz dikin û şehîdên xwe yên leheng careke din bi bîr tînin ku kirin, gelê me cejna xwe karibe pîroz bikin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna wan heta serketinê bilind bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Dewleta faşîst li Mêrdînê 3 kes rehîn girt

Nivîsa Pêş

Li Mexmûrê ji bo Şehîd Aydin Mamak konê sersaxiyê

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Li Mexmûrê ji bo Şehîd Aydin Mamak konê sersaxiyê

Li Mexmûrê ji bo Şehîd Aydin Mamak konê sersaxiyê

Feylosof Noam Chomsky: Ez ji bo vê piştgiriya kampanya azadiya Ocalan gelek kêfxweş im

Feylosof Noam Chomsky: Ez ji bo vê piştgiriya kampanya azadiya Ocalan gelek kêfxweş im

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”
  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.