Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Ji Pênûsa Gerîla – Periyên Çiyayan

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
04/03/2022 - 0:03
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – 

Halîl UYSAL

Di nav ajalan de em zêdetirîn ji pezkoviyan hezdikin. Ez kîngê derkevim rêwîtiyê, dixwazim her tim wan bibînim. Dema ez di rêwîtiyê deme, çavên min her dem li derdora min in. Ez dengekî hêdîtir, xişîneke pir kêm jî dibihîzim.

Carna rêya ku lê dimeşim jibîr dikim, winda dibim. Dema ez hewl didim wan bibînim, li kevir û zinaran dieliqim û dikevim xwarê. Ez dixwazim di zivronekekê de, di pişta zinarekî de rastî wan werim. Dixwazim ji pişt darekê ve

ji nişka ve derkevim hemberî wan. Nizanim çima? Lê dengek ji nav dilê min ji min re dibêje ger ku ez wan bibînim, dê ji min re mizgîniya xêrê bînin. Ji ber vê jî ez li wan digerim. Ji ber vê ye ku hevalên min, ji min re dibêjin bi salan e tu hê nikarî li çiyayan bigerî lê nizanin ku çavê min tim li pezkoviyan digere. Ax! Min ew carekê bidîtina, têr li wan temaşa bikira, ew meşa wan, herhal ez ê jî hîn bûbûma bê ketin, bê eliqîn bimeşiyama di van rêyên çiyan de. Ez baş dizanim, ew her dem li derdora me ne. Ji ber wê jî, min navê Periyên Çiyan li wan daniye…

Carna wisan dibe ku; ez digihîjim derekê, haydar dibim ku demeke berê ji wir veqetiyane. Berî min bi çend deqeyan di rêya ku ez jê derbas bûme de derbas bûne. Carna di navbera daran de xişexiş tê, em dibêjin qey ba ye, lê pezkovî ne. Carna ji bilindahiyan kevirên biçûk tên xwarê, ew li wir in lê em tenê dibihîzin. Li berqefan wek şeklekî disekinin, em mêze dikin, mêze dikin lê nabînin. Carna wek bahozê dimeşin, em nagihîjin wan. Tenê em dizanin ku ew in…

Hem nêzî me ne, hem jî dûrî me. Di nav daristanan de, li serê zinaran temaşeya me dikin. Ji ber vê jî pezkovî periyên van çiyayan in. Tu kesê/î ji me aciz nakin û nêzî me tevan dijîn. Her dem li derdora me ne lê tu caran xwe

nîşanî me nadin. Bi rengê hestekê her tim hene, ne tenê wek hestekê, bi rengê rastiyekê jî her tim hene. Çendekî berê em derbasî Qertelê dibûn. Kesên ku li Zagrosan dijîn Qertelê baş nas dikin. Ew zinarê bi xof ê ku baskên xwe ji du aliyan ve vekiriye û wek ku bifire xuya dike… Me ji qeraxê Avaşîn de lê xistibû, em hevraz dibûn, em gelek jî westiyabûn. Ji geliyê Qertelê re hindik mabû me navber da… Hevalê min ê rê dixwest em temaşeyî çûyîna ava ya rojê bikin. Sorahiya êvarê tevahiya girên Zagrosan girtibû. Di dilê min de jî ew perî hebûn. Ez difikirîm, dikarim wan li van gelî û zinaran bibînim. Ez hinekî din pêş ve çûm. Ez zûzûka ji zinarê li pêşiya xwe derbas bûm. Min temaşeyî geliyan kir. Min hîs dikir ku ew li wira bûn. Lewre gelî mekanê wan bûn. Dema roj diçe ava ew xwe dikişînin geliyan. Di tariya şevê de cihê herî ewle gelî ne. Ew di nava geliyan de disekinin û li benda sibehê dimînin. Ji bo mirov sekna wan bibîne jî divê çavên mirov baş bibînin… Ez nizanim min çiqas li wan geliyan temaşe kir tê bîra min, min ji xwe re digot ‘periyên xweşiktirîn ên çiyayan, qey çi dibe vê berêvarê, carek be jî xwe nîşanî min bidin, qey bes nîn e bi salan e ez li dû we dimeşim.’ Ji nişka ve ez li hevalê xwe yê rê haydar bûm.Min bala xwe dayê gelo, gotinên min bihîstibû? Hevalê min, hê jî bi kêfek mezin li çûna ava ya rojê temaşe dikir. Xuya bû nebihîstibû, ez rihet bûm Min bi dengê kevirên ku şiqitîn berê xwe zivirand. Dengê kevirên ku şiqitîbûn di gelî de olan dida bilind dibû. Pêşiyê min fam nekir ku ji ku ketin xwarê. Lê dû re min dît ku du tişt li ser zinaran hereket dikin. Ev du tiştên ku hereket dikirin, ew bûn… Du pezkovî, du karxezal, du periyên van çiyayan di gelî de dimeşiyan. Ber bi geliyê Qertelê cihê ku em ê hinek paşê derketina biçûna wir. Ew jî ber bi wir ve diçûn.Weka ku rê şanî me bidin. Bi tevahiya bedewiya xwe giran giran bi zinaran ve hildikişiyan. Di derbasbûna her zinarekî de disekinîn û li dû xwe, li min mêze dikirin. Ez yek ji kêliyên jiyana xwe ya xweştirîn dijiyam. Min meşek ew qas xweşik, ew qas bi raz careke din jî temaşe nekir. Hat bîra min ku divê ez vê demê, bi wênekêşê bikişînim nemir bihêlim. Lê makineya min, bi min re nebû, min dev jê berda. Vê carê min tenê temaşe kir. Dawiyê, dema gihîştin zinaran sekinîn. Cara dawîn zivirîn, li min meze kirin. Ew awirên wan ên dawîn bûn. Bi carekê çind dan xwe û ji berqefê derbas bûn. Û ew şeva ku em li serê Çarçelayê man, ez li wan wêneyên ku min li ser zinaran dîtibûn fikirîm. Ew mirovên pêşîn, ew wênevanê ku biryar daye wêneyan li ser keviran xêz bike, ew hunermendê yekem, dema ku xêza yekem çêkiriye li çi fikiriye? Kîjan periya çiya dilê wî /ê diziye, gava pêşîn a ber bi mirovbûnê ve pê daye avêtin… Kîjan delalê dilê wî/ê û aqilê wî/ê çeliqandiye û ew kevirê tûj ji erdê pê daye hilanîn û li wan zinarên reş xistiye, ew zinar bi wêneyên periyan neqişandine. Çima ne tiştekî din, pezkovî xêz kiribûn li ser zinaran…Dema ku bi kevirê destê xwe li kevirê din dabû, çima tenê pezkovî xeyal kiribû? Ger ku tenê li seydê ramiya be, di van çiyayan de gelek giyanewerên seydê hene, çima tu xêzeke wan tune…

Yanî çima wêneyên tu ajalên din nehatine xêzkirin…Hunermendê wan zinaran bûbû evîndarê/a kîjan periyê… Berya hezar salan ew wênevanê yekem yê/ya ku li zinarê Çarçelayê wêne xêz kiribû, tenê pezkovî hilbijartibû. Tenê bi daxwaza seydê xêz nekiribû, di heman demê de pezkovî ecibandibû, di nava ajalan de danîbû cihekî cuda. Dîtibû, fikirîbû û jê hez kiribû… Tiştên ku ez niha hîs dikim wî/wê jî berya hezar salan hîs kiribû. Ez nizanim wê demê pê dizanibû an na, lê wî/wê yekem delaliya vê dîrokê ditibû û hezkirina xwe ya ji bo wê li ser zinarên ku bilindahiya wan digihîje hezar mîtroyan nexişandibû. Ew bûn yekem delaliyên dîroka mirovahiyê. Niha dengê dilê xwe, dilê min ê ku min roj bi roj dide meşandin, ji bo dîtina wan min çiya bi çiya dikişîne baştir fam dikim. Berî min bi hezaran salan ew mirovê/a ku ji van deran derbas bûye, wêneyê periyên ku dîtiye li ser keviran nexişandiye û bi hezar Salan daye jiyandin.

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 4’Ê ADARA 2022’YAN

Nivîsa Pêş

Li dijî şerê dewletan yekîtiya gelan

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Li dijî şerê dewletan yekîtiya gelan

Li dijî şerê dewletan yekîtiya gelan

TAYBET – “Heta dawî ji bo azadiya Rêber Apo emê qadan bin”

TAYBET - "Heta dawî ji bo azadiya Rêber Apo emê qadan bin"

Manşet

  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.