Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

YPJ: Şerê Hesekê di pêşengtiya me de hat qezenc kirin

"Dîsa em Hêzên Parastina Cewherî a Jinan ku di vê pêngavê de roleke mezin lîst û ji hêzên Asayîşa Jin ku bi fedakariyeke mezin erkê xwe bi cih anîn, spasiya xwe dikin. Vê jî diyar kir ku jin (dayik, keç, şervan) ewlekariya şoreş, ax, gel û hizûrê ne.”

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
28/01/2022 - 12:40
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
YPJ’ê 8’ê Adarê bi merasîmeke bi heybet pîroz kir
ParvekeTweet
NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) têkildarî serkeftina li taxa Xiwêran a Hesekê ya li hember çeteyên DAIŞ’ê daxuyaniyeke nivîskî da. YPJ’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Em di şexsê hevrêya xwe Awaz Efrîn de hemû şehîdên Pêngava Gurzê Gelan bi bîr tînin û bo mîsogerkirina welatê azad û mezinkirina şoreşa Rojava em ê soza ku me daye şehîdên xwe, pêk bînin.

Çeteyên DAIŞ’ê ku bi salan e bi armanca sazkirina dewleta îslamî êrişî jin û gelan dikin, di 20’ê meha Çileyê de careke din li taxa Xiwêran a Hesekê xwest êriş bikin û konê tarîtiyê vedin. Bê guman ji amadekarî heya pêkanîna van êrişan, dewleta Tirk a dagirker çawa ku berê ev çete fînanse kirin, îro jî di her alî de bi alîkariya dewleta Tirk çeteyên DAIŞ êriş kir. Bê guman dîroka vê êrişê, dîroka dagirkirina Efrînê û salvegera avakirina Rêveberiya Xweser rasthatineke ne ji rêzê ye, ev dîrok bi zanebûn hatine hilbijartin. Lê belê hêzên YPJ’ê çawa ku ji derketina çeteyên DAIŞ heya pêngavên tunekirina wan pêşengiya serkeftinê kirin û ev çete bê bandor kirin, li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê jî li hember êrişên çeteyan têkoşîneke mezin raber kir da ku êrişê têk bibin.

Ji bo çareserkirina vê pirsgirêka navneteweyî ku heya niha ji aliyê dewletên berpirsyar ve hatiye paşguhkirin û xwedî li welatiyên xwe derneketin û di çareserkirina vê pirsgirêkê de Neteweyên Yekbûyî nebû xwedî helwesteke şênber. Neteweyên Yekbûyî bi taybet jî di pirsgirêka Eşbal El-Xilafe de ku hejmara wan 700 kesî derbas dike, divê berpirsyariya xwe tê de bibîne.

‘XETERE JI HOLÊ RANEBÛYE’

Her wiha di rastiya metirsiya ji nû ve zindîkirina çeteyên DAIŞ’ê de ku her çendî me bi desteserkirina girtîgehê û çeteyên tê de niha karibû pêşiya komkujiyên cîhanî bigirin, lê ev nayê wê wateyê ku xetere ji holê rabû û berpirsyariya vê pirsgirêkê li ser milê hemû aliyên pêwendîdar e.

7 rojan hêzên me, QSD û Koalîsyona Navneteweyî bi hevbeşiyekê têkoşîneke mezin raber kir. Ruxmî ku çeteyên DAIŞ’ê bi awayekî hovane êrişî sivîlan kir û şaneyên wan bi zorê di malên gel de xwe bi cih kir û gel ji xwe re kirin mertal lê hêzên me bi plansazî û şiyarî ev pêngav bi rê ve bir. Di salvegera rizgarkirina Kobanê de me careke din plansaziyên wan têk birin, di encamê de bêyî ku gelê sivîl zirarê bibine, ev operasyon bi encam bû.

‘AWAZ EFRÎN BÛ ŞOPDARA ARÎN MÎRKAN Û AVESTA XABÛR’

Ji avakirina YPJ’ê heya roja îro têkoşîna wê çarçoveya mîsogerkirina ewlekariya jin, gel û welat bû, weke her carê bi sekneke pêşeng û rihekî fedaî di Pêngava Gurzê Gelan de cihê xwe girt û li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê bi fedakarî û fedaîtî erkê xwe bi cih anî ku girtîgeha çeteyan kete bin kontrolê. Di Pêngava Gurzê Gelan de yek ji lehengên YPJ’ê hevrê Awaz Efrîn gihaşte mertebeya şehadetê. Bi rihekî berpirsyar û wêrekiyeke mezin erkê xwe bi cih anî. Çawa li Kobanê Arîn Mirkan, li Efrînê Avesta Xabûr bi rihê xwe yê fedaî mohra xwe li şoreşê xist, li bajarê Hesekê jî hevrêya me Awaz Efrîn wek şopdara şehîdên nemir bi berxwedanî şer kir. Her wiha gelek hevrêyên me di vê pêngavê de bi wêrekî û fedakariyeke mezin ji bo hemû mirovahiyê şer kir û şehîd bûn.

Em wek Yekîneyên Parastina Jin di şexsê van pêşengê xwe yê leheng de soz didin çawa ku armanca wan azadiya gel û welat bû em ê jî şopdarên wan bin. Her kêlî em ê di nava amadekariyên mezin de bin weke mertalên parastina nirxên vê şoreşê û destkeftiyên wê û çavekî şiyar li ser ewlekariya gelê xwe bin. Wek hêzên YPJ’ê em dibêjin di serkeftina vê pêngavê de hişyarî, fedakarî û alîkariya gelê taxa Xiwêran, Neşwa, Zihur û bi giştî gelê Hesekê bi hêzên me re mezin bû û ji ber vê alîkariya gel em spasiya xwe dikin. Dîsa em Hêzên Parastina Cewherî a Jinan ku di vê pêngavê de roleke mezin lîst û ji hêzên Asayîşa Jin ku bi fedakariyeke mezin erkê xwe bi cih anîn, spasiya xwe dikin. Vê jî diyar kir ku jin (dayik, keç, şervan) ewlekariya şoreş, ax, gel û hizûrê ne.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Dewleta Iraqê 3 ciwanên Êzidî ên ku rehîn girtiye bernade

Nivîsa Pêş

Polîsên faşîst dîsa ciwanên Kurd revandin – 3 ciwan hatin rehîn kirin!

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Li Îzmîrê 4 kes hatin binçav kirin

Polîsên faşîst dîsa ciwanên Kurd revandin - 3 ciwan hatin rehîn kirin!

HPG’ê nasnameya 4 şehîdên Zapê ên 2016’an parvekir

HPG'ê nasnameya 4 şehîdên Zapê ên 2016'an parvekir

Manşet

  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.