Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên ku li Wanê şehîd bûbûn parvekir

“Di 6’ê Çileya 2017’an de hevrêyên me yên di kampa zivistanê de bûn di bin aşîtê de man. Em hevrêyên xwe Xeyrî, Eşref, Dilda û Dilşad ên şehîd bûne, bi hurmet bi bîr tînin."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
06/01/2022 - 13:18
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên ku li Wanê şehîd bûbûn parvekir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya nivîskî de ev tişt diyar kir:

“Di 6’ê Çileya 2017’an de hevrêyên me yên di kampa zivistanê de bûn di bin aşîtê de man. Em hevrêyên xwe Xeyrî, Eşref, Dilda û Dilşad ên şehîd bûne, bi hurmet bi bîr tînin.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

Nasnav: Xeyrî Azadî
Nav û paşnav: Azîz Erkiliç
Cihê jidayikbûnê: Bedlîs
Navê dê û bav: Gulbahar-Abdulhadî
Dîrok û cihê şehadetê: 6’ê Çileya 2017’an – Wan
Nasnav: Eşref Wan
Nav û paşnav: Servet Şen
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê dê û bav: Hinar – Ahmet
Dîrok û cihê şehadetê: 6’ê Çileya 2017’an – Wan
Nasnav: Dilda Botan
Nav û paşnav: Yûsûf Gullu
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê dê û bav: Naîme-Mûzaffer
Dîrok û cihê şehadetê: 6’ê Çileya 2017’an – Wan
Nasnav:  Dilşad Bêrîtan
Nav û paşnav: Tayfûn Oktan
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê dê û bav: Sebahat – Reşît
Dîrok û cihê şehadetê: 6’ê Çileya 2017’an – Wan

 

XEYRÎ AZADÎ

Hevrêyê me Xeyrî li Bedlîsê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye û li gorî çand û zimanê Kurdî mezin bûye. Ji ber zextên ku dijmin di sala 1990’an de li Kurdistanê kiriye, malbata hevalê me Xeyrî neçar maye koçî metrepolên Tirk bike. Lê li hemberî polîtîkayên asîmîlasyonê yên dijmin hevalê me Xeyrî dev ji nirxên Kurdbûnê bernedaye û aliyekî wî her dem li Kurdistanê bûye. Li metrepolên Tirk wî bêtir rastiya dijmin fêm kiriye û li ser esasê ku li dijî dijmin li ber xwe bide, di sala 2004’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye.

Hevrê Xeyrî bi taybetiya xwe ya kedkar û mutewazî derdiket pêş û bala hemû hevalên xwe kişandiye. Heval Xeyrî feraser û bîra wî ya rêxistinê gelekî kûr e, li ku derê xebatek hebû ew bi hesteke mezin a cîddîyet û berpirsyariyê tevgeriyaye. Ji roja ku tevlî nav refên gerîlayan bûye û heta ku derbasî qada Botane bûye, di nav xebatên cihê û stratejîk de cih girtiye û di warê leşkerî û îdeolojîk de xwe her dem xurt kiriye. Ji bo pêkanîna azadiya partiya me û gelê me, li ser esasê Stratejiya Şerê Gel a Şoreşgerî di sala 2009’an de derbasî qada Botanê bûye, bi ked, biryardarî û fedakariyeke mezin rola xwe ya pêşengtiyê pêk aniye. Di dema Berxwedana Xwerêveberiyê de bi tarzekî fedaî tevlî berxwedanê bûye û di gelek qadan de ji bo serweriya dijmin were şikandin, têkoşiyaye. Heval Xeyrî piştî têkoşîna xwe ya şoreşgerî ya 21 salan bi qezayekê şehîd bû, ev rewş ji bo me û gelê me rewşeke dijwar e. Em careke din îfade dikin ku di şexsê heval Xeyrî de em ê xeyalên şehîdên xwe pêk bînin.

EŞREF WAN

Hevalê me Eşref li Elbaka Wanê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Ji ber ku qada lê ji dayik bûye qadeke welatparêz e û gerîla li wir çalak e, wî partiya me PKK nas kiriye û ketiye bin bandora wê. Bi taybetî di dema Şoreşa Rojava de, wî fêm kiriye ku partiya me PKK ji bo gelê me tê çi wateyê, ew tevlî Şoreşa Azadiyê ya Rojava bû û li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê têkoşîneke mezin kiriye. Di dema şer de bi cesaret û fedakariya xwe bal kişandiye û di warê şikandina êrişên DAÎŞ’ê de roleke mezin wergirtiye. Hevalê me Eşref bi ruhekî fedaî têkoşiyaye, di dema şer de ew gelek caran birîndar bûye û bi biryardariyeke mezin di têkoşînê de israr kiriye. Hevalê me Eşref piştî şerê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê çûye çiyayên Kurdistanê û vê xeyala xwe bi cih aniye. Li ser vî esasî di sala 2016’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye. Hevalê me Eşref di dema şoreşa Rojava de tecrubeyek mezin stendiye û li çiyayên Kurdistanê jî kûrbûna li ser felsefeya Rêber Apo ji xwe re kiriye armanc. Hevalê me Eşref qîmeteke mezin dida rêhevaltiyê. Hevalê me Eşref derbasî  qada Botanê bûye ya ku şerekî mezin lê tê kirin û li vê derê tevlî nav gelek çalakiyên serkeftî bûye.

DILDA BOTAN

Hevalê me Dilda li Wanê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Hevalê me ji bo ku di warê maddî de alîkariyê bide malbata xwe li metrepolan di karên cihê de xebitiye. Di vê pêvajoyê de feraseta dewleta dagirker ji nêz ve nas kiriye. Hevalê me li dijî armanca pergalê ya ku dixwaze ciwanên Kurd ji koka wan a berxwedêr qut bike, ew girêdayî nirxên xwe yên cewherî maye û dest pê kiriye ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ji nêz ve nas bike. Hevalê me Dilda li hemberî polîtîkayên asîmîlasyon, înkar û îmhayê fêm kiriye ku têkoşîna partiya me ya ku bi pêşengtiya Rêber Apo dimeşe wê bibe bersiv û di sala 2014’an de li Botanê tevlî nav refên gerîlayan bûye. Di demeke kurt de ew bi Botanê hatiye girêdan û li çiyayên Kurdistanê bênavber têkoşiyaye.  Hevalê me ji taybetiyên neyînî yên pergalê xwe zû pak kiriye û di nav refên têkoşînê de cewhera xwe ya rastîn dîtiye. Hevalê me di warê leşkerî û îdeolojîk de zû xwe bi pêş ve biriye û bûye gerîlayekî jîr û xwedî tecrube. Hevalê me bi kesayetiya xwe ya kedkar û samîmî di nav rêhevalên xwe de hatiye hezkirin û her dem peywirên xwe bi serkeftî pêk aniye. Nirxên ku hevalê me Dilda bi kesayetiya xwe ya milîtanî ava kiriye wê her dem di têkoşîna me de bijî û pêşiya me ronî bike.

DILŞAD BÊRÎTAN

Hevalê me Dilşad li Wanê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Ji zaroktî ve wî zilma ku dewleta Tirk li ser gelê me kiriye dîtiye û ji aliyê din ve jî bûye şahidê berxwedana gelê me ya ji bo azadiyê. Ew wekî ciwanekî bi rûmet berê xwe daye Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û di temenekî ciwan de tevlî nav refên şoreşê bûye. Ji bo ku berdêla her saniyeya ku Rêber Apo li Îmraliyê maye bi dijmin bide dayîn wî hemû enerjiya xwe daye xebatên şoreşê û hêrsa xwe kiriye çavkaniyeke geşbûnê. Ji roja ku tevlê bûye ew li qadên dijwar ên têkoşînê maye, bûye xwediyê îradeyeke ji pola û ji bo hevalên xwe jî bûye çavkaniya hêz û moral. Hevalê me Dilşad tevî şehîdên me yên nemir wê her dem di têkoşîna me ya azadiyê de pêşiya me ronî bike.

Malbatên hêja yên hevrêyên me Xeyrî, Eşref, Dilda û Dilşad di serî de em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Malbata Şenyaşaran: Maf’ Hiqûq! Edalet! Têkoşîna me di roja 304’an de berdewam dike

Nivîsa Pêş

Li Hesekê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk konê rûniştinê hate vekirin

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Li Hesekê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk konê rûniştinê hate vekirin

Li Hesekê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk konê rûniştinê hate vekirin

QSD: “Êrişên dagirkeran bênavber didomin”

QSD'ê bîlançoya sûcên sala 2021'an a Dewleta Tirk parvekir

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.