Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG: Hevrêyên me yên Herdem, Serhildêr û Fedekar gihiştine şehadetê

HPG'ê ragihand ku gerîla Herdem, Îsyan û Fedakar li Dersimê şehîd bûn û got, "Em careke din soz didin ku xeta berxwedanê ya hevrêyên xwe bi serketinê tacîdar bikin."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
16/12/2021 - 14:25
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
HPG: Hevrêyên me yên Herdem, Serhildêr û Fedekar gihiştine şehadetê
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî 3 gerîlayên ku li Dersimê şehîd bûn ev daxuyanî da:

“Cotmehê li herêma Botanê, di bombardûmana dewleta Tirk a qirker de fermandarê me yê hêja û fedayiyê gelê me hevrêyê me Herdem şehîd bû.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Herdem wiha ne:

Nasnav: Herdem Aras
Nav paşnav: Veysel Akkûş
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Şefîka-Veysî
Dem û cihê şehadetê: Cotmeha 2021 / Botan

 

 

Hevrêyê me Herdem li navçeya berxwedêr a Amedê li Licê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber ku malbata wî malbateke hêja ye ku di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de berdêl daye, hevrêyê me Herdem hîn di zarokatiyê de partiya me nas kir û xwe nêzî wê kir. Bi taybetî bala wî çû ser têkoşîna gerîla û her tim dixwest bibe gerîla. Bi vê armancê sala 2004’an ku pêvajoyeke zehmet a têkoşînê bû hevrêyê me Herdem tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Herdem ku tevlî perwerdeyeke demkurt bû, di nava vê pêvajoyê de agahiyên bingehîn ên li ser gerîlatiyê û hunera şer bi dest xist, di îdeolojiya Rêbertî de xwe kûr kir.Di çarçoveya pêngava 1’ê Hezîranê de ku ji bo partiya me tê wateya duyemîn Pêngava 15’ê Tebaxê, derbasî Bakurê Kurdistanê bû û dest bi hesabpirsîna ji dijminê qirker kir. Hevrêyê me Herdem salên dûr û dirêj li vê qadê têkoşiya û tevlî gelek çalakiyên pêngavî bû. Her wezîfe û berpirsyariyên jê dihate xwestin bi rengekî serketî bi cih anî. Li Bakurê Kurdistanê bû xwedî tecrûbeyeke mezin a leşkerî û li ser banga Rêberê me sala 2013’an tevlî komên ber bi Başûrê Kurdistanê vekişiyan bû. Li gelek herêmên Başûrê Kurdistanê têkoşiya û piştî ku faşîzma DAÎŞ’ê êriş bir ser Başûrê Kurdistanê guh da banga gelê me yê li Mexmûr û Kerkûkê û berê xwe da şerê li dijî DAÎŞ’ê. Hevrêyê me Herdem ku di vê pêvajoya şer de xwedî kedeke girîng bû, pêşengî ji parastina destketiyên bi salan ê gelê me re kir. Lewma ji aliyê gelê me ve gelekî hate hezkirin û bû hevrêyekî li pêş bû.

Piştî ku faşîzma DAÎŞ’ê hate têkbirin ji nû ve li çiyayên azad ên Kurdistanê vegeriya û ji bo li Bakurê Kurdistanê li dijî mêtingeriya dewleta Tirk têbikoşe û bersivê bide bendewariyên gelê me yê Bakur kete nava hewldanên girîng. Vê carê jî bi wezîfeya Fermandariya Eyaletê jinûve berê xwe da Bakurê Kurdistanê. Hevrêyê me Herdem ku ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve bû xwedî tecrûbeya bi salan, ji bo taktîkên dewlemend ên Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk bixe meriyetê bi fedakarî têkoşiya û ji dil baweriya xwe bi serketinê anî. Di rengekî samîmî bi gelê xwe, partî û hevrêyên xwe re dilsoz bû û bû fermandarekî hêja ku xwe bi keda xwe afirand. Wê bi vê taybetmendiya xwe her tim pêşengê têkoşîna me be.

HEVRÊYÊN ME FEDAKAR Û ÎSYAN LI DERSIMÊ ŞEHÎD BÛN

7’ê Gulana 2021’ê li qadên Yasak Mintika û Geliyê Sal ên Dersimê, di operasyonên artêşa Tirk a dagirker de hevrêyê me Îsyan heta fîşeka xwe ya dawî bi lehengî şer kir û birîndar bû. Ji bo bi dîlgirtî nekeve destê dijmin bombeya xwe bi xwe ve teqand û şehîd bû. Hevrêyê me Îsyan ku teslîmiyet û dîlgirtin ti carî qebûl nekir, bû milîtanekî bijarte yê sekna milîtanî ya Apoyî. Agahiyên berfireh ên li ser nasnameya hevrêyê me Îsyan dema ku bi dest ketin wê bi raya giştî re bêne parvekirin.

16’ê Tebaxa 2021’ê artêşa Tirk a dagirker bombardûmaneke giran li qada Derekoyê ya navçeya Xozadê ya Dersimê kir. Di vê bombardûmanê de hevrêyê me Fedakar Amed şehîd bû.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Îsyan
Nav paşnav:
Cihê jidayikbûnê:
Dayik-Bav:
Dem û cihê şehadetê: 7’ê Gulana 2021 / Dersim

***

Nasnav: Fedakar Amed
Nav paşnav: Mehmet Şexmûs Talmaç
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Semra-Ahmet
Dem û cihê şehadetê: 16’ê Tebaxa 2021 / Dersim

Hevrêyên me Îsyan û Fedakar li Dersimê bi rengekî hêja xeta berxwedana dîrokî ya gelê me bi cih anîn. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê welatparêz re dixwazin û careke din soz didin ku xeta berxwedanê ya hevrêyên xwe bi serketinê tacîdar bikin.”

ÊRIŞÊN HEWAYÎ

HPG’ê li ser êrişên hewayî yên artêşa Tirk a dagirker jî ev agahî da:

“15’ê Kanûnê saet di navbera 15:00-18:30’î de li herêma Garê qada Kafya, gundê Şikeftiyan ê Çemankê û gundê Bilmendê yê ser bi Dînartê bi balafirên şer hatin bombekirin.

15’ê Kanûnê saet di 16:00 de artêşa Tirk a dagirker qada Çemço ya herêma Zapê bi balafirên şer bombe kir.

Di van êrişên berfireh ên artêşa Tirk a dagirker de tiştek bi hêzên me yên gerîla nehatiye.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ferît Şenyaşar: Heta ku dadmendî bi cih were têkoşîna me wê bidome

Nivîsa Pêş

Ciwanên welatparêz li dijî tecrîdê karê nivîsandin û çapkirinê kirin

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Ciwanên welatparêz li dijî tecrîdê karê nivîsandin û çapkirinê kirin

Ciwanên welatparêz li dijî tecrîdê karê nivîsandin û çapkirinê kirin

QSD’ê nasnameya 3 şervanên ku şehîd bûne eşkere kir

QSD’ê nasnameya 3 şervanên ku şehîd bûne eşkere kir

Manşet

  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.