Enter your email Address

Perşembe, Aralık 11, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HBDH: Em soz didin, emê hesabê Madimakê bipirsin!

"Li pêşberî şehîdên Komkujiya Sêwasê ya 2'ê Tîrmehê em bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Em êşa xizm û malbatên şehîdan parve dikin û soz didin ku hesabê şehîdên xwe em ê qat bi qat bipirsin."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
02/07/2021 - 11:00
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
HBDH’ê çalakiya ku pêk aniye parvekir û ji bo berxwedana Eyn Îsa û Til Temirê banga ‘piştgiriya aktîf’ kir
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) bi wesîleya salvegera Komkujiya Sêwasê ya 2’ê Tîrmeha 1993’an daxuyaniyek da û diyar kir ku zîhiyeta li Sêwasê komkujî kir îro jî li ser desthilatdariyê ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Beriya 28 salan bi wesîleya çalakiyên Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal hunermend û rewşenbîrên ji baweriya Elewî li Otela Madimakê ya Sêwasê li hev kom bûn. Rewşenbîr û hunermendê li Madimakê bi operasyoneke şerê taybet hatin qetilkirin. Nêzî hezar nijadperest faşîst, di derketina ji nimêja li mizgeftê, li hev civiyan û bi dirûşmên ‘Misilman Tirkiye’, ‘Bimire laîktî’ dor li Otela Madimakê ya Sêwasê girtin, ji bo plana lînçkirina beşdarên li hundirê otelê otel şewitandin, xwestin ên li hundir derxîne derve. Rewşenbîr û hunermendên ku fêhm kirin wê bêne qetilkirin, hewl dan xwe bigihînin qatê jorê yê otelê û xwestin xwe biparêzin. Ev bûyera ku bi mirina 35 canan bi dawî bû, weke Komkujiya Madimakê ya Sêwasê cihê xwe di dîrokê de girt.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku zîhniyeta li Sêwasê komkujî kir, îro jî li ser desthilatdariyê ye û hate gotin, “Kodên kevneşopiya damezrîner a Komara Tirkiyeyê wiha ye. Karaktera dewleta Tirk a bûrjûvaya faşîst e ku bi polîtîkayên faşîst, nijadperest, şovenîst, zayendîperest li ser bingeha paşverûtiyê gelan ji hev cihê bike, li ber hev rake, bi rêya komkujî û zindanîkirinê jî zextê li wan bike û sîstema xwe ya sermayeyê bidomîne. Ji Topal Osman heta Mûstafa Kemal, ji Erbakan heta Demîrel, ji Çîller heta Çakici, ji Peker heta Erdogan û Bahçelî ya ku dewr hatiye girtin polîtîkaya rejîma faşîst e. Ji kujerên Sêwasê 6 kes di hilbijartinên sala 2002’an de ji refên AKP’ê derbasî meclîsê bû, bû wekîlê AKP’ê. Hinek ji wan jî serokatiya şaredariyê kirin, bi hesabê dewlet û patronan hewl dan pîşeyê parêzeriyê bikin.”

Komîteya Rêveber a HBDH’ê diyar kir ku yên Ermen, Suryan, Rûm û Kurd qetil kirin, li Dersim, Sêwas, Mereş, Çorûm, Stenbol Gazî û li taxên 1’ê Gulanê bi îdeolojiya Tirk-Sûnî Îslamê, Elewî kuştin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Damezrînerên komarê ku bi tirsa rola wan a pêşengiya şoreşgeriyê Mûstafa Sûphî û hevalên wî qetil kirin, bi heman tirsê pêşengên şoreşgerî yên 1971’ê; bi salane jî kadroyên pêşeng ên hêja yên tevgea şoreşger a Kurdistan û Tirkiyeyê, kadroyên pêşeng ên têkoşîna azadiyê hewl didin qetil bikin û ev yek jî li dijî gelê Kurd weke xeta siyasî daniye ber xwe.Heta ku hîmên damezrîner ên Komara Tirkiyeyê neguherin, komkujiyên bi vî rengî wê dewam bikin. Her kî dixwaze dawî li van êrişan bîne, neçar e ku xwe biparêze, civakê bi hişmendiya şoreşgerî ronî bike û şer bike.

Divê keda mirovên ku her sal diçe ber Otela Madimakê, keda gelên me yên li her bajar, navçeyan meş û mîtîngan li dar dixin belasebep nebe. Weke hêzên şoreşê yên yekbûyî berpirsyariya me ya dîrokî ye ku em van hewldan û vê îradeyê bigihînin bi milyonan mirovî, bi têkoşîna gelên me yên ji netewe û baweriyên cuda re bikin, dewleta bûrjûva ya Tirk hilweşînin. Pêşîgirtina komkujî û êrişên mîna vê, mîna komkujiyên li Roboskî, Pirsûs, Gar a Enqereyê û herî dawî êrişa li Îzmîrê ya ku Denîz Poyraz hate qetilkirin, tenê bi têkoşîna gel a girseyî ya milîtan, bi çalakiyên gerîla û mîlîsan ên encamgir û bicihanîna edaleta şoreşgerî dibe. Ti hêz nikare gelên rêxistinbûyî û şerker têk bibe. Rastî bi her awayî li pêş çavan e. Sîstema kapîtalîst û şêweyê wê yê rêveberiya polîtîk; faşîzm, xwînxwarî û qirêjiya wê, wê bi operasyona şoreşgerî ya mezin a dîrokî bê parçekirin.”

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku têkiliyên îdeolojîk û polîtîk ên partiyên sîstemê, AKP, MHP ên faşîst û CHP a ku maskeya sexte ya çepgiriyê li ser rûyê wê ye, têkiliyên van hemû partiyên çîna sermayeya Tirk ya bi gelên me re wê roj bi roj bêhtir ji hev bikeve. Bi xwedîderketina li ked û hilberînê, yên ku têkoşînê bi çalakiya şoreşgerî dikin, wê faşîzmê hilweşînin û pergaleke azad, wekhev û kêfxweşiyê ava bikin. Em bang li gelên xwe, jinan, ciwanan dikin ku li nava refên HBDH û KBDH’ê têbikoşin, xwe bi rêxistin bikin, rahêjin çekê û şer bikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, “Li pêşberî şehîdên Komkujiya Sêwasê ya 2’ê Tîrmehê em bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Em êşa xizm û malbatên şehîdan parve dikin û soz didin ku hesabê şehîdên xwe em ê qat bi qat bipirsin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

TCŞ’ê li Marignanê bang kir “Werin Cenga Azadiyê”

Nivîsa Pêş

LEZGÎN – Gerîla TV dîmenê çalakiya li Geliyê Pisaxayê parvekir

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
LEZGÎN – Gerîla TV dîmenê çalakiya li Geliyê Pisaxayê parvekir

LEZGÎN - Gerîla TV dîmenê çalakiya li Geliyê Pisaxayê parvekir

Berxwedana Zindana di roja 218’an de ye – 8 girtî dîsa surgun kirin!

Berxwedana Zindana di roja 218'an de ye - 8 girtî dîsa surgun kirin!

Manşet

  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr
  • Komîteyên Hişyarkirina Ciwanan a Li hember Hişbirê Hatin Avakirin
  • Li Siwêdayê Ciwanek Hat Kuştin
  • “Divê Îmralî Êdî Ji Sembola Tecrîdê Were Derxistin”
  • Pêşbirkek di Roja Şeşemîn a Lîga Dibistanên Jinan de
  • Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn bi dawî bû
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn bi dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Ehmed li Kobanê hat oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkek di Roja Şeşemîn a Lîga Dibistanên Jinan de

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.