Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

HPG’ê bîlançoya şerê 2 mehan parvekir – 389 dagirker hatine ceza kirin

"Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ya li ser xeta gerîlatiya dema nû li Avaşîn, Zap û Metînayê bi performansa şer, asta biryardariyê û hostetiya ku taktîka dijmin pûç bike û bi taktîkên xurt ên gerîla, li Kurdistanê dîrokeke nû afirandiye."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
24/06/2021 - 13:28
di nav Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
HPG’ê bîlançoya şerê 2 mehan parvekir – 389 dagirker hatine ceza kirin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bîlançoya 2 mehan a êrişên dagirker, pêngavên Cenga Xabûr û ya Bazên Zagrosê eşkere kir.

Daxuyaniya HPG’ê wisa ye:

“Di şeva 23’ê Nîsanê de li hemberî qadên Avaşîn, Metîna û Zapê li dijî Başûrê Kurdistanê tevgera dagirker hatibû destpêkirin. Li hemberî vê dagirkeriyê jî hêzên me dest bi Pêngavên Şoreşger ên Cenga Xabûr û Bazên Zagrosê kiribûn. Ev pêngav du mehên xwe tijî kirine. Di berxwedana 60 rojan de, gelek mînakên berxwedana destwanwerî û qehremantiyê hatiye nîşandan. Ev destan û qehremanî di kevneşopiya têkoşîna gelê Kurdistanê û dîroka mirovahiyê de gelek tiştên yekemîn ava kiriye.

” Hêzên me di van 60 rojan de, her roj di nav têkoşînê de bûn, bi hewldan, îradeya xurt û cesareta mezin a îdeolojiya Apoyî, wekî tîmên gerîla yên nîvotonom, di nav çeperên şer ên hatine amadekirin, her roj di nav dijmin de û heta çalakiyên hewayî bi taktîkên xurt, derbên giran li dijmin xistine.

Di vê pêvajoya du mehane de, bi pêşengiya hevrêyên me yên şehîd bûne gelek destanên berxwedanê hatine nivîsandin, dewleta Tirk a dagirker ligel ku xwedî derfetên mezin û piştgiriyeke wê ya xurt heye, nikaribûye bi pêş ve biçe, tişta ku xwestiye nikariye bi dest bixe û derbên giran xwariye. Artêşa Tirk a dagirker encam û derbên giran ên vî şerî ji raya giştî ya Tirkiye û dinyayê veşartiye. Vê têkçûna mezin a artêşa Tirk, dema ku klîka faşîst AKP û MHP ketiye krîzê, bêtir xwe daye nîşandan. Gelê Kurd di serî de moral, hêz û berxwedana ku gel ji têkoşîna gerîlayan distînin, bûye îtîraz û serhildaneke mezin, siyaseta qirkirin û zilmê ditengijîne.

Têkoşîna gerîlayan a ku gelê me pê serbilind e, di 2 salên dawîn de li ser pratîkên pêngavên şoreşger ên Cenga Heftanînê, Destana Garê, Pêngavên Şoreşger ên Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê re, îspat kiriye ku gerîlatiya Modernîteya Demokratîk dikare jiyana azad ava bike. Di pêvajoya du mehan de têkoşîna hevrêyên me yên ji her çar parçeyên Kurdistanê  him di warê neteweyî û him jî li ser bingeha perspektîfa neteweya demokratîk, wekî mînakeke şênber a herî heqîqî û nayê înkarkirin, derxistiye holê.

Dewleta Tirk a dagirker li hemberî têkoşîna me ya gerîlayan li hemberî çeperên şer çekên kîmyewî û gazên jehrî bi kar aniye. Ji aliyê din ve jî di rojên dawîn de xeta Kurdên îxanetkar derdixe pêş, li ser bingeha provokasyonên ku bi destê hinek kesan hatine avakirin, dixwazin ji pişt ve li berxwedana me bixin. Bi saya bihistyariya tevgera me û hêzên me yên li qadê, gelê Kurd nerazîbûna xwe ya li hemberî vê siyaseta qirêj û israra xwe ya ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî, lîstikên dagirkeran pûç kiriye. Gelê Kurd ê welatparêz bi israra ku ji bo yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bîne, bi biryara parastina destkeftiyên Kurdistanî yên li her çar parçeyan û nerazîbûna xwe ya li hemberî dagirkeriya qirker û bi berxwedana xwe, ev komplo û provokasyon pûç kiriye.

Em gerîlayên azadiya Kurdistanê çawa ku me vê dagirkeriya li ser welatê xwe, siyaseta qirkirinê ya li ser gelê xwe û provokasyonên niha pûç kiriye, em ê ji niha û şûnde jî bi piştgiriya gelê xwe û helwesta xwe ya neteweyî pûç bikin.

Bîlançoya şerê du mehan a Pêngavên Şoreşger a Cenga Xabûr û Bazên Zagrosê wisa ye

Çalakiyên ku ji aliyê hêzên me ve hatine lidarxistin;

– 2 çalakiyên kemînê
– 9 çalakiyên xweberdana nava dijmin
– 14 çalakiyên hevdemî û bi koordîne
– 17 çalakiyên lêdana derbê
– 35 çalakiyên sekvaniyê
– 59 çalakiyên bi çekên giran
– 66 çalakiyên sabotajê
– 86 çalakiyên êrişê
– Bi giştî 288 çalakiyên gerîla hatin lidarxistin.

Encama çalakiyên hêzên me;

– 389 dagirker hatin cezakirin.
– 47 dagirker birîndar bûn.

Hevrêyên me yên şehîd bûn;

– 54 hevrêyên me şehîd bûn.

Çalakiyên ji aliyê Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal;

– 39 çalakiyên hêzên parastina hewayî hatin lidarxistin.

Êrişên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin kirin;

– Li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê hema hema her roj bi obus, bombeyên xarik, hawan, bi helîkopter û balafirên şer bi sedan carî bombardûman hate kirin. Artêşa Tirk a ku bêencam ma li qadên ku lê ye hem dar birî, hem jî bi rêya hin şîrketên hevkarê xwe daristan talan kir, bi bombardûmana ku dibin sedema şewatê agir berda gelek daristanan.
– 62 carî hewl da bikeve nava tunelên şer.
– Li dijî tunel û çeperên şer 17 caran çekên kîmyewî û gazên bi jehr bi kar anî.

Wesayitên dijmin ên ku derb ji hêzên me xwarin;

– 2 wesayitên leşkerî
– 3 kepçe
– 6 drone
– 6 helîkopter

Amûrên leşkerî yên ji aliyê hêzên me ve hatin rûxandin;

– Wesayiteke leşkerî ya bi tîpa transît
– Wesayiteke leşkerî ya bi tîpa kîrpî
– Wesayiteke bi kûmanda ji dûr ve ya bi palet
– Wesayiteke bi tîpa Reo
– 2 wesayitên leşkerî yên normal
– 2 çekên A4 û çepera wê
– Kamelyayek
– Dûrbînek teleskopê
– 3 kon
– 3 drone
– 4 radar
– 9 kamerayên mobesse
– Mertalên fîşek pê re naçe
– Bi dehan çeper hatin îmhakirin.

Alavên leşkerî yên ku hêzên me ji ser dijmin rakirin;

– Cîhazeke bêtêl
– Çekek MPT
– Çekek Bombeavêj
Çekek BKC
– Çekek B7 (Bîsîvîng)
– Dûrbînek rojê
– Dûrbînek termal
– 2 dûrbînên çekê
– Detektorek mayinê
– Droneyek
– 6 çenteyên leşkerî
– 650 kîlo teqemenî
– Kunyeyên leşkeran
– Gelek malzemeyên leşkerî.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji bo hevdîtina Rêber Apo parêzeran dîsa serî li dozgeriyê dan

Nivîsa Pêş

Ciwanan li Herêma Cizîrê Bang kir: Werin Cenga Azadiyê

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Ciwanan li Herêma Cizîrê Bang kir: Werin Cenga Azadiyê

Ciwanan li Herêma Cizîrê Bang kir: Werin Cenga Azadiyê

Ji Pênûsa Gerîla – Bi serkeftinê re jiyan kirin

Gerîla li Avaşînê de lê da: 6 dagirker hatin ceza kirin

Manşet

  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.