Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Dema Yekitiya Gelan e!

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
04/06/2021 - 0:05
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Dema Yekitiya Gelan e!
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – 

Weysî Tallî Nivîsand 
Ne pir balkêş û tesedûf in hemû welat û gelên Rojhilata Navîn a xwedî ewqas dewlemendî û dîsa xwedî erdnîgariyeke ser erd û binerd ewqas dewlemend di nava krîz, şer de be; êşê bikişîne.

Rojhilata Navîn a xwedî mozaîkeke pir rengî ya gelan û olan li nav xwe dihewîne, di her mercê de malovanî ji bo hemû jiyan û mirovahiyê re kiriye. Salên dûr û dirêj, her rengê netew, ol, pêkhate bi rengê xwe, dengê xwe û hebûna xwe li ser vê erdnîgariyê di nava aştî û aramiyê de borandiye.

Lê dema em lê dinêrin, bi taybet bi bajarbûn û dîsa avabûna desthilatê re, jiyana berê ya aram û xwişk-bira, bihevretiya ol-netewan, hebûna dêr-mizgeft, îbadetxane û dîsa gelek mekanên pîroz ên gel bi hev re îbadet lê dikirin, bûne dijmin û ji hev xwarine.

Yek ji van sedemê wê yê esasî sîstema desthilat a kapîtalîst ku keda mirov dixwe, nakokiyan derdixe, ji nakokî, şer û aloziyan sûdê digire û mirov dike dijminê hev e, ya din jî kesayetên ji xwe welidandî li ser desthilata van welat û herêman dike rêveber û her tim rê nade ku nakokî biqedin; tim karê wan fitne û fesadiya nava civak-netew û olan e.

Li welatên Rojhilata Navîn binêrîn, kîjan welat aram e, kîjan welat bi hemû netew û pêkateyên xwe ve ol û îbadetên xwe li gorî rengê xwe dikin. Mirov tiştekî wiha nabîne. Halê Iraq, Lîbya, Sûriye, Îran, Lubnan, Îsraîl, Filistîn û bi dehan welatên din ên min navên wan nejimartî, kîjan gel ji rewşa xwe ya heyî raziye. Li kîjan ji van welatan civak aram e, ne birsî ye, nayê kuştin, keda wî/ê nayê mêtin.

Lê di nava vê qiyametê de çirûskek heye. Ew jî bi hezaran sal netewa ku tune hatî hesibandin, ne çand û ne jî zimanê wê tê qebûlkirin û jixwe ji warê erdnîgarî ve hatî dagirkirin, kurd in û di sedsala 19’an de serî hilda. Ev serî rakirin ji hemû serîrakirinên din ên serhildanên kurd û eşîran, bavikan cuda bû. Vê carê bi rêxistî û zanistî. Bi ilm û îlham tevger kirin. Ew jî tevgerke gelî û civakî PKK bû.

PKK ji bo li dijî êrîş û pêkanînên dewleta tirk a polîtîkayên zext û asîmlasyonê ya ji avabûna komarê ve li ser gelê kurd tê kirin bibe bersiv di sala 1978’an de hatiye avakirin. Tevgera PKK’ê li dijî konsepta dewleta tirk a 100 salî ya înkar û îmhayê ji bo gelê kurd bibe xwedî nasname, çand û xwedî statû 40 sal in têdikoşe.

PKK bi têkoşîn û nasnameya xwe ya enternasyonalîst bûye tevgerekî gelan û hêviya ji bo gelên Rojhilata Navîn. Ji bo wê ye, divê gelên Rojhilata Navîn xwedî li vê yekê derkeve. Min rewşa welatên herêmî li jor pênase kir. Ne sîstem û ne jî kesên van welatan birêve dibin wê nikare gel rizgar bike. Wê nikare gel ji mêtingeriya welatên rojavayî rizgar bike. Ji bo wê gel divê berê xwe bide PKK’ê.

PKK xwedî vê rist û potansiyelê ye. Vê potansiyela xwe bi têkoşîna xwe ya 40 salî daye nîşandan. Dîsa jî di dîroka nêzîk de li dijî çeteyên herî xedar a cîhanî DAIŞ’ê sîng bi sîng şer kir û koka wê li Baxozê li ser erdê qeland.

Îro cîranên Kurdistanê di serî de Tirkiye, Iraq, Sûriye, Îran bi rêveberî û sîstema heyî, ji nêza dinale. Di warê siyasî, aborî û civakî de krîzên dema herî xedar dijîn. Kurd û Tevgera Azadiya Kurd PKK îro ku li her derê têdikoşe, ji bo gelan e. Ji bo gelê Rojhilata Navîn e. Li Kobanê, Reqa, Tebqa, Minbic, Kerkûk, Şengal, çiyayên Kurdistanê heta digihêje Îranê şer dike, ji bo gelan e.

Ji bo wê ye ku êdî divê gel vê yekê bibîne. Rewşenbîr, siyasetetmedar, nivîskar, hunermend û oldarên ayînî di zikir û fikrên xwe de vê yekê bêjin. Berê gel bide tevgerekî gelan. Gel pişta xwe bide tevgerek ku ji bo gel şer dike, berdêl dide û ser dixe.

Halê hazir li kîjan welatê Rojhilata Navîn tevgereke mîna PKK’ê ji bo gelan şer dike? Nîne. Xwedî ezmûneke 40 salî ya têkoşînê, xwedî kêrhatiyek 40 salî û bi her rengî kes li nav xwe girtiye û ji bo gelan şer dike. Îsbata vê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û dîsa ji bo mirovahiyê dike ye. Yê vê nebîne, ji çav kor e, ji hiş bûye.

Divê gelê Rojhilata Navîn êdî bigihêjin wê yekê ku tu sîstema dewletê ya heyî nikare birînê gelan çareser bike. Ma çawa dibe li ser pişta gel xwe didin jiyîn û qir dikin, çareseriyê ji bo gel bîne? Ma yên krîzan derdixînin kî ne? Ma ne ew bi xwe ne.

Gelên Rojhilata Navîn biryar û kiryar li ber çav e. Îro lîderek weke Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi raman û îdeolojiya xwe ji bo hemû gelan çavkanî heye. Ji bo her civak û neteweyê xwedî bîr û bawerî ye. PKK berhema kesayetek wiha ye. Ji bo wê ye, yekitiya gelan a Rojhilata Navîn pêk bê, wê faşîzma AKP-MHP’ê ku serkêşiya wê Erdogan û Bahçelî dike, rejîma Şamê serkêş Esad, wê dawiya dizî, gendelî û nelirêtiya hikûmeta Iraq a Kazimî, dîsa dawiya rejîma Îslamî ya Îranê Rûhanî bê anîn.

WELAT

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Gerîla – Fermandarê Egîd ê ji Dilê Amanos Qetiya

Nivîsa Pêş

Milîsên Parastina Kurdistanê li paytexta faşîzmêde lê da!

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Milîsên Parastina Kurdistanê li paytexta faşîzmêde lê da!

Milîsên Parastina Kurdistanê li paytexta faşîzmêde lê da!

Berxwedana Zindana di roja 190’î de ye

Berxwedana Zindana di roja 190'î de ye

Manşet

  • Rêxistinên Ciwanan Li Enqerê Ji Bo Rojava Çalakiyek Li Dar Xistin
  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir
  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.