QAMİŞLO – Şêniyên Bakur û Rojhilêtê Sûriyê 4`ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi rêzeçalakiyan pîroz dikin.
Rêberê Gelan Abdullah Ocalan piştî ku li girtîgeha Îmraliyê dîl hate girtin, xwestibû ku di rojbûna wî de dar bên çandin. Di vê çarçoveyê de, Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Qamişloyê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan 40 şitilên daran çandin.
Şitilên daran bi tilîlî û dirûşmên “Bê Serok jiyana nabe” hatin çandin. Piştre şêniyan berê xwe da Yarîgeha Hesyem Koço da ku beşdarî şahiya pîrozkirina rojbûna rêber Ocalan bibin.
DÊRIK
Şêniyên bajarê Dêrikê, herêma Koçerat û Beravê jî berê xwe da navendên Erka Xwerparastinê ya li bajarokê Xanêserê ya girêdayî Dêrikê, da ku bi boneya rojbûna rêber Abdullah Ocalan 72 şitilên daran biçînin.
Şênî li qada navenda Erka Xweparastinê kom bûn û wêneyên rêber Ocalan, dayika wî û al û sembolên kurdî rakirin.
Di şahiyê de, endama rêveberiya Kongreya Star a herêma Dêrikê Wesfe Mûrad rojbûna rêber Abdullah Ocalan li tevahî gelan pîroz kir û got: “Rojbûna rêber Apo, rojbûna jinên azad e.”
Piştre, şêniyan li analîzên rêber Ocalan guhdarî kirin û piştre 72 şitilên darên zeytûnê û darên din çandin.
HELEB
Şaredariya Gel a taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê, bi beşdarbûna bi dehan şênî û saziyên bajêr bi pîrozbahiyekê çerxerêya rêber Ocalan li qada Cebeten, vekirin.
Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre hevseroka Şaredariya Gel a taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Fatime Heyder rojbûna rêber Abdullah Ocalan wek rojbûna gel bi nav kir.
Piştre endama Şaredariya Gel Gîvara Fiqih şanoyek der barê rojbûna rêber Abdullah Ocalan de pêşkêş kir. Her wiha beşdaran li ber stranên şoreşgerî govend gerand.



