BERLÎN – Li Berlînê, paytexta Almanyayê, li dijî êrîşên dagirker ên li ser Rojavayê belavkirina afîşan û çalakiyeke stendê hat lidarxistin. Bi pêşengiya ciwanên endamên TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) û TekoJIN (Jinên Ciwan ên Tekoşer), li pêş demjimêra Alexanderplatzê stendek hat avakirin û bang li raya giştî hate kirin.
Hate destnîşan kirin ku ev çalakî ji bo şermezarkirina êrîşên dagirker ên li Rojavayê û piştgirîkirina Heyva Sorê hate lidarxistin. Di dema çalakiyê de, pirsên gel li ser Heyva Sorê hatin bersivandin û hate ragihandin ku ev saziyeke alîkariya mirovî ye ku li dijî zulm û zordariyên li Kurdistanê çalakî dike.
Di daxuyaniyê de gotin:
“Em îro wekî ciwanên Apocî li vir in da ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin. Em êrîşên ku li Rojava û Rojhilatê Kurdistanê tên kirin bi tundî şermezar dikin. Bi taybetî li dijî Rojavaya ku bi paradîgmayê Rêber APO hatiye avakirin, hewlên qirkirinê hene. Em van êrîşên qirêj qebûl nakin û em soz didin ku heta ku Rojava statû bigire, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
Di çarçoveya çalakiyê de, ciwanan ji bo vegotina êrîşên li Rojavayê pêşandana şanoyek kurt pêk anî. Di pêşandanê de, zulm û zorên ku çeteyên HTŞ û DAÎŞ li gelê serdikevin, û berxwedana YPG, YPJ û gelê li dijî van çetan hate şanî. Piştî wê jî belavkirina broşûran hate kirin.
Di suca çalakiyê de, bi gel re sohbetên yek-bi-yek hatin kirin û li ser pêşketinên li Rojavayê agahî hat dayîn. Di çalakiyê de bi gelek kesan re têkilî hat avakirin û hewl hat dayîn ku li ser rewşa Rojavayê hişyarî were çêkirin.
Di tevahiya çalakiyê de sloganên “Bijî berxwedana Rojava” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berz kirin.


