LYON – 20-25 faşîstên ku dewleta Tirk piştgirî didan wan êrîşî Komela Çanda Mezopotamya kiribûn, û di dema êrîşê de 4 Kurdistanî birîndar bûn. Li dijî vê êrîşê, îro zêdeyî 200 ciwanên Kurdistanî û enternasyonalîst ên li Lyon li hev civiyan, îro bi meşa xwe êrîş protesto kirin.
Girse danê nîvro li ber komeleyê kom bûn û li vir dest bi meşê kirin. Di meşa ku posterên Rêber Ocalan û alên PKK, KCK û HPG hatin vekirin de, dirûşmên “Tolhildan”, “Bijî Serok APO” û bi Fransî “PKK Gel e, Gel Li vir e” timûtim hatin qîrîn.
Dema ku ciwanan pankarta ku bi Frensî “Erogan Diktator, Macron hevkar e” nivîsandî vekirin, di dema meşê de, ji dikanên faşîst ên li rex rê tevger û dirûşmên nîjadperest dest pê kirin. Polîsên Fransî bi bombeyên gazê êrîşî ciwanên li dijî provokasyona faşîst xweparastina xwe bikar tînin, kirin.
Piştî pevçûnek kurt, girse hatin Komeleya Çanda Mezopotamya daxuyaniyek dan û dawî li xwepêşandanên xwe anîn.


