KOBANÊ – Komîteya Tendirûstî ya Yekîtiya Xwendekarên Demokratîk ên Sûriyê, ji jinên ciwan ên Kobanê re perwerdeyekî tendirûstî yê alîkariya yekem li darxist. Yekîtiya Xwendekaran diyar kir ku wê li gelek deveran perwerdeyên bi vî rengî lidar bixe, bi taybetî ji bo amadekirina gel ji bo tedawîkirina birîndarên şer.

