Enter your email Address

Pazartesi, Şubat 2, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê nasnameya 3 Gerîllayên ku li Zînî Wertê Şehîd bûbûn eşkere kir

HPG'ê nasnameya şehîdên Zînî Wertê ragihand û got,''Em sond dixwin ku alaya azadiyê ya ku şehîdên me hilgirtine hildin cihê herî jor.''

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
08/05/2020 - 16:59
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
HPG’ê nasnameya 3 Gerîllayên ku li Zînî Wertê Şehîd bûbûn eşkere kir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

”Di daxuyaniya xwe de ya 16’ê Nîsana 2020’an me bi raya giştî re par ve kiribû, 15’ê Nîsanê nîvrokî artêşa TC’ê ya dagirker êrîşa hewayî aniye ser qada Zînî Wertê ya li herêma Qendîlê ya Qadên Parastinê yên Medyayê û 3 hevalên me şehîd bûne. Agahiyên nasnameyê yên hevrêyên me yên şehîd ên leheng wiha ne:

Nasnav: Xeyrî Garzan
Nav û Paşnav: Tekmîl Dalmış
Cihê Bûyinê: Êlih
Navê Dê û Bav: Feryaz – Salih
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 15’ê Nîsana 2020’an/ Qendîl
Nasnav: Agirî Qendîl
Nav û Paşnav: Hekîm Xuncahan
Cihê Bûyinê: Merîvan
Navê Dê û Bav: Zeynep – Selîm
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 15’ê Nîsana 2020’an/ Qendîl
Nasnav: Sîpan Şahîn
Nav û Paşnav: Xebat Casim
Cihê Bûyinê: Serêkaniyê
Navê Dê û Bav: Findiq – Casim
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 15’ê Nîsana 2020’an/ Qendîl

HEVRÊYÊ ME XEYRÎ HER DEMÊ WÊ RÊ NÎŞANÎ ME BIDE

Hevrêyê me Xeyrî 1976’an li Hezo ya Êlihê li nav malbateke welatparêz hatiye dinê û hê zû rastiya Kurdistanê û dijmin nas kiriye. Di demeke wiha de ku hîsên welatparêziyê û bîreweriya welatparêziyê xurt bûye tevlî nav Têkoşîna Azadiyê dibe. Hevrê Xeyrî ku 2008’an tevlî nav refên gerîla dibe  piştî ku tevlî nav têkoşînê dibe bi coşî, dilsozî û fedakariyeke mezin bi hemû giyanê xwe li peywirên xwe xwedî derdikeve. Hevrê Xeyrî li Qadên Parastinê yên Medyayê li gelek qadan bi çalakî tevlî nav xebatan dibe, di meşa azadiyê de bi bawerî û îdîayeke mezin di rêya heqîqetê de bi pêş ve diçe. Herî dawî li qada Qendîlê ku lê dima bi rengekî serkeftî peywirên xwe bi cih aniye. Hevrê Xeyrî xwe di hêla îdeolojîk, siyasî, leşkerî û rêxistinî de bi pêş ve dibe û li ser vê hîmê li hemû qadên ku peywira xwe bi cih tîne bûye hêza çaresriyê û fermandarekî pêşeng ê gerîla. Bi kesayatiya xwe ya dilnizm di dilê hevrêyên xwe de cih digire, ji bo hevrêyên li derdora xwe dibe kaneke mezin a moralê. Hevrê Xeyrî ku di tevahiya jiyana xwe ya têkoşînê de bi wêrekiyeke mezin û bi fedekarî peywirên şoreşê bi cih tîne, bi enerjiya xwe ya ku dawî lê nayê heq ji hemû zordariyan derdikeve û bi coşiyeke mezin her demê bûye encamgir. Têkoşîna tije jiyan a hevrêyê me Xeyrî her demê wê rê nîşanî me bide û bibe ronkahiya şoreşa me.

HEVRÊ AGIRÎ BI KESAYETIYA XWE YA FEDAYÎ HER TIM LI PÊŞ BÛ

Hevrêyê me Agirî li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû, di nava malbateke welatparêz de mezin bû. Hevrê Agirî ku di temenê ciwantiyê de Têkoşîna Azadiyê nas kir, bi çanda Kurdîtiya kûr a Rojhilatê Kurdistanê ji bo li dijî dagirkeran têbikoşe sala 2017’an tevlî nava refên gerîla bû. Li gelek herêman karkir û li her devera lê ma bi kesayetiya xwe ya fedayî her tim li pêş bû. Hevrê Agirî ku qet randiwestiya, rêbaza gerîlatiya 24 saetan bi cih anî, bi kedkarî û sekna xwe ya fedakar berpirsyariya mezin a wezîfeyên demê da ser milê xwe û bi rengê herî baş pêk anî. Hevalê me Agirî heta kêliya ku şehîd bibe qet nesekinî û heta dawiyê ji bo azadiya gel têkoşiya, tevlî nava karwanê şehîdan bû.

HEVRÊ SÎPAN DI DILÊ HEVRÊYÊN XWE DE XWEDÎ CIHEKÎ MEZIN E

Hevrê Sîpan di sala 1992’an de li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Di ciwantiya xwe de têkoşîn nas kir û tevlî karê civakî bû. Komkujiyên ku dijmin li gelê Kurd dikir qebûl nekir û xwest têkoşîna xwe mezintir bike. Bi vê armancê sala 2012’an tevlî nava refên gerîla bû. Ji kêliya ku tevlî bû Û pê ve bi hişmendiyeke mezin, bi fedakarî tevlî kar bû û di demeke kurt de veguherî gerîlayekî şareza. Her tim dixwest li refên herî pêş li dijî dijmin têbikoşe û bi vê daxwazê ked dida. Heta kêliya ku şehîd bibe bi fedakarî tevlî bû. Hevrê Sîpan bi dilsoziya xwe ya bi Rêbertî û kesayetiya xwe ya têkoşer cihekî mezin di dilê hevrêyên xwe de girt.
Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûn em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê ala azadiyê ya şehîdên me bigihînin asta herî bilind.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

NIRXANDIN – Ekonomîzm – Beşa Dawî

Nivîsa Pêş

Malbat û parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Parêzeran ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re serlêdan kirin

Malbat û parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

Li Idlibê zêditîrî 6 hezar alavên leşkerî yên dagirkeriya dewleta Tirk hene

Li Idlibê zêditîrî 6 hezar alavên leşkerî yên dagirkeriya dewleta Tirk hene

Manşet

  • Ciwanên Kobanê dev ji parastina heremê bernadin
  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin
  • Ciwanên HDK Li Enqerê Ji Bo Rojava Slogan Nivîsandin
  • Li Edenê Ji Bo Rojava Xwepêşandan
  • Ciwanên Kobanê piştî hevpeymanê carekî din li qadan in
  • Ciwanên Welatparêz Li Geverê Ji Bo Rojava Çalakî Lidar Dixin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji şervanekî Elewî peyamekî ji bo hemû gelê Sûriyê: Demokrasî di QSD de ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.