Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çand, Hûner û Spor

Komîteya Çand û Hunerê ya PKK’ê ji bo Îbrahîm Gokçek banga lezgîn kir

Komîteya Çand û Hunerê ya PKK'ê, Helîn Bolek û Mûstafa Koçak ên di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û ji bo Îbrahîm Gokçek bang li her kesî kir ku bi lezgînî çalakiyan bikin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
27/04/2020 - 14:50
di nav Çand, Hûner û Spor, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 3 mins read
A A
Komîteya Çand û Hunerê ya PKK’ê ji bo Îbrahîm Gokçek banga lezgîn kir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Komîteya Çand û Hunerê ya PKK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ji bo Îbrahîm Gokçek ê di rojiya mirinê de ye banga çalakiyan a lezgîn kir û xwest, berxwedêrên girtî û yên li derve bi tenê neyên hiştin. Komîteyê diyar kir, “Beriya ku darbest ji zindanan derkeve em rabin ser piyan.”

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Ji Pîr Sûltanan heta Vîctor Jarayan, ji Gûrbet Aydinan heta Hozan Serhatan hunermendên şoreşger ên gel bi berxwedana xwe rûmeta mirovahiyê diparêzin. Endama Grûp Yorûm hunermend Helîn Bolek ku şopdara vê kevneşopiyê bû di rojiya mirinê de şehîd bû. Piştî wê Mûstafa Koçak di rojiya mirinê de şehîd bû.

Rojiya mirinê ku bi heman rengî ji aliyê hunermendê hêja Îbrahîm Gokçek ve tê dewamkirin, ji nedîtî ve tê. Îbrahîm Gokçek eşkere kir ku ew bi biryar e çalakiyê bidomîne. Ji bo Gokçek em bang li her kesî dikin ku bi lezgînî çalakiyan bikin.

Berxwedêrên li girtîgehan û yên li derve divê bi tenê neyên hiştin û beriya ku şehadetên nû rû bidin ji bo daxwazên wan bên qebûlkirin zext li desthilatdariyê bê kirin. Di şert û mercên heyî de rê û rêbazên cuda yên vê yekê hene. Ya pêwîst heye ku mirov bi xemsarî tevnegere, berxwedan di her şert û mercî de dikare bê kirin.

Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl ji bo encamê werbigirin divê bikevin nava hewldanan û hunermend hemû divê tavilê bikevin nava liv û tevgerê.”

Komîteyê destnîşan kir ku ji bo berdana girtiyên siyasî yên li zindanan divê her roj bibe roja çalakiyan û ev hişyarî da: “Komkujî li ber derî ye! Beriya ku darbest ji zindanan derkevin divê her kes rabin ser piyan. Li malan, li şaneşînan, li ber paceyan û li kolanan divê çalakî bên kirin. Pêwîste hunermend bi hunera xwe tevlî bibin. Heta ku encam jê bê wergirtin divê her der bibe qada çalakiyan.

Divê jiyana Îbrahîm Gokçek bê parastin û xwedî li berxwedêran hemûyan derkevin.

Em careke din sersaxiyê ji malbat û hevalên Helîn Bolek û Mûstafa Koçak dixwazin, soz didin ku em ê bîranîna wan bikin hinceta hilweşandina rejîma faşîst û di têkoşîna xwe ya demokrasî û azadiyê de bidomînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Daxuyaniya KCK’ê ya li ser Zînî Wertê: Em ê berpirsyariya xwe bi cih bînin

Nivîsa Pêş

FLAŞ – Gerîlla ketin kozikên leşkerên Tirk ên dagirker: 12 Leşker hatin kuştin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
FLAŞ – Gerîlla ketin kozikên leşkerên Tirk ên dagirker: 12 Leşker hatin kuştin

FLAŞ - Gerîlla ketin kozikên leşkerên Tirk ên dagirker: 12 Leşker hatin kuştin

Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li rayedaran dan

LEZGÎN - Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Ocalan bi telefonê bi malbata xwe re axivî

Manşet

  • Yekîtiya Xwendekarên Kurd Ên Bordeaux Damezrandina Xwe Radigihîne
  • Tev Baranê, Ciwanên Kobanê Derketin Qadan
  • Şehîd Ehmed Omer Bi Rêya Deriyê Sînor ê Sêmalka Ber Bi Başûrê Kurdistanê Ve Hate Şandin
  • Li Geverê Bi Hezaran Kes Ji Bo Rojava Meşiyan
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan
  • Xwepêşandana Ciwanan Li Ber Avahiya Spiegel Hamburgê

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD: 29 çeteyên êrîşkar hatin kuştin

    QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.