Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 17, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Parêzerên Ocalan: Divê li Îmraliyê tavilê tevdîr bên girtin

Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, ji ber belavbûna vîrûsa koronayê tevdîrên ku divê li Îmraliyê bên standin eşkere kirin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
23/03/2020 - 14:40
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
Malbata Rêber Ocalan ji bo dîtina wî cara 80’î serlêdan kirin
ParvekeTweet

STENBOL – Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parastina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê dikin, ji ber şewba vîrûsa koronayê ku li tevahiya dinyayê û Tirkiyeyê belav bûye, di 20’ê Adarê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê û Wezareta Edaletê dan û têkildarî muwekîlên xwe hin daxwaz kirin.

Parêzeran di serlêdanan de li ser rewşa tenduristiyê ya heyî ya muwekîlên xwe daxwaza agahiyan kirin û xwestin mafên axaftina bi telefonê û pêwendiyan bên bicihanîn.

SERLÊDAN

Serlêdanên ku parêzeran kirine wiha ne:

“1- Weke ku tê zanîn, piştî daxuyaniya 11’ê Adara 2020’an a Wezareta Tenduristiyê, ji raya giştî re hate ragihandin ku şewba bi navê Covîd-19/vîrûsa korona li Tirkiyeyê jî belav bûye. Ji hingî ve hejmara nexweşan û qurbaniyan zêde dibe.

2- Li hemberî metirsiya nexweşiya şewbê, Wezareta Edaletê ragihand ku li girtîgehan hin tevdîr hatine standin, ji bo girtîgehan malzemeyên pîvandina tîna bedena mirovan, dezenfektan û paqijiyê hatine peydakirin. Tevî vê yekê jî hate ragihandin ku li girtîgehan amûra testê ya tespîtkirina nexweşiyê nîne, lê belê girtiyên ku gumana nexweşiyê jê tê kirin wê sewqî nexweşxaneyê bên kirin.

3- Di nava van şert û mercan de pêwîstiyeke mecbûrî ye ku em li ser muwekîlên xwe yên demeke dirêj e li Girtîgeha Îmraliyê agahiyan werbigirin û bi tevdîrên hatine wergirtin zanibin.

4- Li gorî agahiyên gihîştine ber destê me, personelên tenduristiyê yên li girtîgehê dest li pirsgirêkên tenduristiyê yên muwekîlên me werdidin. Tevî vê yekê muwekîlê me Birêz Ocalan ji sala 1999’an û vir ve ji bo tedawiyê dernexistine derveyî Girava Îmraliyê û nebirine saziyeke tenduristiyê. Ev rewş ji sala 2015’an ve ji bo muwekîlên me yên din jî derbas dibe.

5- Ji 7’ê Tebaxa 2019’an ve ku hevdîtina parêzeran nehatiye kirin, li ser rewşa tenduristiyê ya muwekîlên xwe agahiya me nîne. Agahiyên dawî yên me ji muwekîlên xwe wergirtine, ji hevdîtina malbatê ya 3’ê Adara 2020’an e.”

TEVDÎRÊN DIVÊ BÊN WERGIRTIN

Di daxuyaniyê de daxwaza wergirtina van tevdîran hate kirin:

A- Li Girtîgeha Îmraliyê bêyî li benda gumana nexweşiyê bisekinin, kontrola tenduristiyê ya muwekîlên me bê kirin û bi taybetî amûra testê ya Covîd-19 bê peydakirin, testên wan bi rêk û pêk bên kirin û têkildarî endamên wê jî em bên agahdarkirin.

B- Madeyên paqijiyê, hîjyenê, her wiha lepikên tibbî, maskeyên tibî, destmalên antîseptîk û antîbakteriyal, av û kolonya ji muwekîlên me re bên dayin ku heqê wê ji aliyê me ve bên dayin.

C- Rewşa tenduristiyê ya personelên hundir û derve yên girtîgehê ku dikarin xwe bigihînin muwekîlên me, timî bê kontrolkirin û testa Covîd-19 li wan bê kirin.

D- Personelên Girtîgeha Îmraliyê piştî xwe gihandin giravê ji bo tevdîrê di kontrolê re bên derbaskirin.

E- Şert û mercên odeyên muwekîlên me ji ber gefa nexweşiyê bên sererastkirin, karibin ji bo hewayê bên vekirin.

F- Ji bo personel û wezîfedarên ku gumana nexweşiyê pê re heye nekevin neçin giravê tevdîr bên wergirtin.

G- Em dixwzin agahî ji me re bên dayin ku tevdîrên hatine xwestin bên bicihanîn.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê tevdîrên ku divê li Girava Îmraliyê bên wergirtin bi vî rengî ragihand.

Her wiha xwest ku mafê axaftina bi rêya telefonê û pêwendinên cuda yên bi muwekîlên wan Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş neyên astengkirin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Lîbyayê 4 leşkerên dagirker ên Tirk û serçeteyek hatin kuştin

Nivîsa Pêş

QSD: Destpêka pêvajoya siyasî wê bibe dawiya DAÎŞ’ê

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
QSD: “Êrişên dagirkeran bênavber didomin”

QSD: Destpêka pêvajoya siyasî wê bibe dawiya DAÎŞ'ê

Li gelemperiya cîhanê bîlançoya vîrûsa koronayê giran dibe

Li gelemperiya cîhanê bîlançoya vîrûsa koronayê giran dibe

Manşet

  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.