Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 17, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Şehîda destpêkê ya jin a PKK’ê: Besê Anûş

Elîf ronahî qala şehîda destpêkê ya jin a PKK'ê Besê Anûş kir û got, "Hevala Besê demeke kurt piştî ku tevlî PKK'ê bû şehîd ketibe jî bi sekna xwe bandor li pêşketina tevgera jinê kir."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
17/03/2020 - 8:07
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet
Reading Time: 9 mins read
A A
Şehîda destpêkê ya jin a PKK’ê: Besê Anûş
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Besê Anûş di sala 1960’î de li navçeya Pazarcix a Mereşê ji dayik bû. Piştî komkujiya Mereşê ya 1978’an tevlî nava refên PKK’ê bû. Bi rengekî çalak cihê xwe di nava têkoşînê de girt. Di 17’ê Adara 1981’ê de li Mereşê di operasyoneke dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da. Besê Anûş ku şehîda destpêkê ya jin a PKK’ê bû veguherî sembolekê. Hevrêya wê Elîf Ronahî ji ANF’ê re qala Besê Anûş kir.

Elîf Ronahî destpêkê bal kişand ser daxwaz û hewldanên mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo afirandina jina azad û destnîşan kir, di nava PKK’ê de afirandina jina azad û nivîsandina dîroka jinê bi hev re bi rê ve çûn.

Ronahî anî ziman ku salên damezrandinê yên PKK’ê ji bo jinan gelekî zehmet bûn û got, “Civakê destpêkê tevlîbûna jinan a li nava PKK’ê bi xweşbînî pêşwazî nekir. Zîhniyeta ku jin weke namûs didît li Kurdistanê serdest bû. Di encama têkoşîneke bêhempa de hin pêşketin çêbûn. Bêguman pêşketin bi êş û giran bûn. Ji xwe bi jinê re jî hişmendiyeke xurt a zayendî nebû. Tevlîbûn bi hestên welatparêzî û nêzîkatiyên çep-sosyalîst pêk dihatin.

Yên ku destpêkê tevlî bûn jî rewşenbîr bûn. Bi giranî xwendekar û ciwan bûn. Heval Sara, Heval Sakîne Karakoçan, Turkan Derîn, Besê Anûş, Azîme Demîrtaş, Sûltan Yavûz, Rahîme Kahraman, Hanim Yaverkaya, Sakîne Kirmizitoprak, Saîme Aşkin û gelek jin ên din tevlî bûn. Di salên 1980’î de jin tevlî gelke qadên cuda yên kar bûn. Hinek hatin girtin. Di nava komên destpêkê yên çûn welêt de jin hebûn.”

BANDORA GERÎLAYÊN JIN LI NAVA GEL GELEKÎ MEZIN BÛ

Elîf Ronahî bi bîr xist, ku Besê Anûş demeke kurt piştî tevlî nava PKK’ê bû şehîd ket û got, “Hevala Besê demeke kurt piştî ku tevlî PKK’ê bû şehîd ketibe jî bi sekna xwe bandor li pêşketina tevgera jinê kir. Ji nêrîna klasîk a li jinê heta bi bandora gerîlayên jin ên li nava gel û îdîaya jinê ya li qada leşkerî, di nava PKK’ê de sempatiya ji bo jinê xurtir kir. Tevlîbûn û sekna hevalên jin ku wê demê kêm bû, eger nebûya hingî baweriya bi şer û şoreşgeriya jinê li nava PKK’ê jî nedibû.

Ji ber vê yekê tevlîbûnên destpêkê girîng e. Ji bo me gelekî girîng e ku em van hevalan nas bikin, fêhm bikin, hîn bibin. Dîrok ne tenê ya nivîsandî ye, di heman demê de ya hatiye jiyîn e. Ji ber ku em encama van tecrûbeyên hatine jiyîn û danheviya ne, fêhmkirina; di nava civaka Kurd de jin çawa azad bûn, ev yek çawa pêk hat û bi çi rengî xwe gihand vê serdemê, ji bo her milîtaneke jin a li nava PKK’ê gelekî girîng e.”

PIŞTÎ KOMKUJIYA MEREŞÊ KETE NAVA LÊGERÎNÊ

Ronahî di vê çarçoveyê de bal kişand ser Besê Anûş û got, “Hevala Besê piştî komkujiya Mereşê ya 1978’an tevlî nava karên PKK’ê bû. Komkujiya Mereşê bandoreke giran li hevala Besê kir û ji ber vê yekê kete nava lêgerînê. Piştî komkujiya Mereşê biryar wergirt ku hîn bi rengekî çalak tevlî nava refên têkoşînê bibe.

Di vê çarçoveyê de çû gelek gundên Pazarcixê, li gundan bi gel re, bi taybetî bi jinan re civîn li ser xweparastina ji faşîzma dewleta Tirk çêkir. Tevî vê yekê perwerdeya çekê da jin ên li gundan. Di perwerdeyê de hem ji aliyê leşkerî hem jî ji aliyê rêxistinî ve ew hîn dikir ku li hemberî êrişeke gengaz dikarin xwe çawa biparêzin. Ji xwe dema ku em niha li hewldana hevala Besê difikirin baştir têgihiştina xweparastinê ya jinê û parastina xwe ya bi çekê fêhm dikin.

Hevala Besê ji ber ku şehîda destpêkê ya tevgera jinê bû, ji bo me yek ji hîmên bingehîn e. Nêzî sê mehan li bejahiyê em bi hev re bûn. Di nava vê demê de kesayetiya heval gelekî bandor li min kir. Bi taybetî tecrûbeya wê ya jiyanê, asta civakîbûna kesayetiya wê û bingeha wê ya civakî bandor li min kir. Asta wê ya têkiliya bi hevrêyên xwe re xurt bû, çêker bû, ji aliyê leşkerî ve jî her tim hewl dida tevdîran werbigire. Fermandarê koma me hevalekî mêr bû, lê belê hevala Besê timî nêrînên xwe dianî ziman, rê nîşan dida û pêşengî dikir. Gelekî girîng didît ku gel zane bike. Taybetmendiyeke din a hevala Besê jî ew bû, tevî ku perwerdeya çekdarî nedîtibû û li gel me hişmendiya gerîla nebû, tişta ku piştî komkujiya Mereşê dît, kir ku li dijî êrişên faşîzma 12’ê Îlonê yên li dijî gel bikeve nava lêgerîneke xurt.”

BI HEZARAN JIN HENE KU DEMA ŞEHÎD BIKEVIM WÊ ÇEKA MIN LI ERDÊ NEHÊLE

Ronahî destnîşan kir ku Besê Anûş keseke pêşdîtî bû û got, “Rojekê dema ku em li dora êgir rûniştibûn di sohbetekê de fermandarê koma me got, ‘Ez şehîd bikevim ne xema min e, kurekî min heye ku wê çeka min rake, lê tu şehîd bikeve zarokeke ku çeka te rake nîne’. Hevala Besê jî bi ken got, ‘Kurê te heye, lê eger ez şehîd bikevim bi sedan, bi hezaran jinên Kurdistanî wê hebin ku çeka min rakin û li çiyayên Kurdistanê şer bikin’.

Gotinên wê ji bo me wê demê mîna xeylaekê bû, lê belê xwedî pêşdîtineke bêhempa ya dîrokî bû. Jinên Kurd niha ne bi sedan, bi hezaran li çar parçeyên Kurdistanê artêşa jinê ava kirine û li dijî mêtingeriyê, li dijî DAÎŞ’ê şerekî xurt dikin. Hevala Besê wê demê pêşdîtineke wiha kiribû.”

DIJMIN TIMÎ BANGA ‘TESLÎM BIBIN’ DIKIR

Li ser şehadeta Besê Anûş, Ronahî got, “Wê demê li başûr rojava komên gerîla ava bûbûn. Di nava koma ji pênc kesî de em du hevalên jin hebûn, sê hevlaên din jî mêr bûn. Hevala Besê şevekê notek şandibû, digot ‘Ez ê êdî nemînim, werin min bibin’. Wê şevê ez û hevalekî mêr çûn cihê hevdîtinê, lê belê heval nehatibû. Ji ber ku dijmin dor li malê girtibû nekarî derkeve. Li gundan ji 7 heta 70 salî her kes li hev kom dibû û hevala Besê civîn ji bo wan çêdikir. Em çûn gundekî û civîn li dar dixist. Wê demê dewleta Tirk qanûnek derxistibû, li mala kê çek hebûya di nava sê mehan de diviyabû teslîm bikira. Biryar derxistibûn ku li mala kê çek hebûya wê bihatina girtin û bixistina zindanê. Gel diyar kir ku ew dixwazin çeka xwe bidin me, nedin dewletê û çekên xwe dan me.

Me jî wê şevê çekên gundiyan li devereke diyarkirî veşartin. Piştre jî me li qadê ji xwe re hin stargeh çêkirin û em li yek ji wan diman. Êvarê me got ku şivanek hatiye û em ji stargehê derketin. Dema ku şivan jî em dît, me hev nas kir. Me got eger îxbarek bê kirin em ê zanibin ku wî kiriye. Wî jî sond xwar û got ku wê ji kesî re nebêje. Lê belê ew şivan ji gundekî faşîst bû û dema çû gund yekser agahî da dewletê. Di 17’ê mehê de dijmin dest bi operasyonê kir û dor li me girt.

Serê sibehê saet di navbera 5-6’an de hevala Besê ya ku nobed digirt, bi liv û tevgerekê hesiya. Leşkeran şaxên daran bi xwe ve girêdabûn û bi vî rengî tevdigeriyan. Dema ku xwe nêzî me kirin hevala Besê dît ku dijmin e. Wê demê em hişyar kir. Em ji şûna xwe rabûn û reviyan. PiştÎ ku demekê beziyan ji nişka ve dengê fîşekan hat birîn û me dengê lingê dijmin didît. Banga ‘teslîm bibin’ li me dikir. Em ne teslîm bûn, lê ne jî derfet dît ku bikevin çeperê û şer bikin. Me tenê hewl didan xwe ji dorpêçê rizgar bikin. Em û dijmin di nava hev de bûn.

LI PAZARCIXÊ BI HEZARAN KES TEVLÎ MERASÎMA CENAZEYÊ BESÊ ANÛŞ BÛ

Ji nişka ve leşkerî lingê xwe avêt ber min û ez jî bi ser hevalek li pêşiya xwe ketim. Em bi hev re wergeriyan û em girtin û destên me girê dan. Dema ku em derxistin jorê me dît ku hevala Besê nîne û wê demê leşkerek bi bezê hat gel fermandarê xwe. Jê re diyar kir ku yek li jêrê şehîd bûye. Fermandar jî got, ‘biçin bînin’. Çûn û hevala Besê anîn. Dema ku anîn min dît ku heval şehîd bûye. Em çar heval jî hatin girtin. Em li wesayitan siwar kirin û birin Pazarcixê. Wê demê ji Pazarcix û derdora wê 3 hezar kes tevlî merasîma cenazeyê hevala Besê bûn. Ji Pazarcixê heta gundê hevala Besê gel darbesta cenaze bi meşê bir. Tevî ku dijmin dor li wan girtibû, ji ber ku hejmara girseyî zêde bû leşkeran nekarî pêşî li wan bigire. Yekemcar li Pazarcixê merasîmeke bi vî rengî ya girseyî pêk hatibû.

Ji bo bîranîna hevala Besê artêşbûna jinê hate avakirin, KJK hate avakirin, partiya jinê hate avakirin. Ev hemû bersiva li wasiya şehîdên destpêkê yên jinê yên partiyê bûn.”


ÇAVKANÎ: ANF – JIYAN TÊKOŞÎN/XERÎB MAHÎR

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Di dîroka Kurd de Jinên Pêşeng

Nivîsa Pêş

LEZGÎN – Yekîneya Tolhildanê li Stenbolê ‘wesayiteke luks’ şewitand

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
LEZGÎN – Yekîneya Tolhildanê li Stenbolê ‘wesayiteke luks’ şewitand

LEZGÎN - Yekîneya Tolhildanê li Stenbolê 'wesayiteke luks' şewitand

WHO: Qeyrana vîrûsa koronayê gelek mezine

WHO: Qeyrana vîrûsa koronayê gelek mezine

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Divê Îmralî Êdî Ji Sembola Tecrîdê Were Derxistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.