Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 10, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Di 8’ê Adarê de geşkirina berxwedanê ya ji bo azadiyê

Îsal wê armanca pîrozbahiyên 8'ê Adarê hilweşandina faşîzma AKP-MHP'ê be. Bidawîanîna pergala êşkence û tecrîdê ya li Imraliyê jî, şikandina destên ku destê xwe davêjin pergala hevseroktiyê jî, bi têkoşîna li ser vê zemînê wê pêk were.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
04/03/2020 - 12:08
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Jineolojî, Manşet, Nûçe
Reading Time: 8 mins read
A A
Di 8’ê Adarê de geşkirina berxwedanê ya ji bo azadiyê
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Adar hat û jinan starteke nû ya 8’ê Adarê dan. Li her qadê pîrozbahî têne kirin û haziriyeke zêde heye. Pîrozbahiyên ”Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê” her sal di têkoşîna azadiyê ya jinan de geşedanên nû bi xwe re tîne. Hem bîreweriya jina azad, rêxistiniya wê û piştevaniya wê geş dike û her wiha li ser cinsê mêr ê civakê jî badorê dike û wan diguherîne. Her wiha ji bo azadiyê dibe sedem ku berxwedana civakî geş bibe. Bi vê çarçoweyê em jî 8’ê Adarê ya hemû jinan pîroz dikin û di têkoşîna azadiyê de serkeftinê ji wan re dixwazin.

Tê fêhmkirin taybetmendiyên navborî yên 8’ê Adara 2020’an wê bi asteke bilindtir jî xuyanî bibin. Tê dîtin, hem wê pîrozbahiyên 8’ê Adarê bêhtir girseyî bin û hem jî wê bêhtir bi berxwedaniyê be. Ji ber ku hem rewşa îdeolojîk, siyasî û leşkerî û hem jî Şerê Cîhanê yê Sêyan, ku her diçe berbelav û giran dibe, herî pir zorê li ser jinan dike. Tacîz, tecawiz û komkujiya li her qadê, êdî bûye rûdana ku her gav çêdibe. Trûmpgirî, ya ku xeteke dijî jinê ye, li nav dewletên din ên cîhanê jî berbelav dibe. Ji ber vê, li hemû cîhanê jin hem di zorê de ne û hem jî pir bihêrs in. Tê dîtin, hêrs û helwesta navborî di pîrozbahiyên 8’ê Adarê de wê pir were dîtin.

Jinên Kurd vê 8’ê Adarê li ser hîmê stratejiya şerê şoreşgerî yê gel ê giştî bi têkoşîna azadiyê pêşwazî dike. Êrîşên hişmendî û siyaseta faşîst û qirker ê mêrê serdest berbelav dibe û girantir dibe. Pergala êşkence û tecrîdê ya li Imraliyê bêhtir hatiye girankirin û didome. Tacîz, tecawiz, komkujiya li ser jinan kêm nebûye. Di 8’ê Adara ya nû de du tiştên nû yên neyênî xuya dikin. Yek jê, bi desteserkirina şaredariyan a bi destê qeyûman ‘pergal hevseroktiyê’ dibe hedef û ya dî jî, ew agahî ye ku li girava Imraliyê, damezirînerê jîneolojiyê Rêber Abdullah Ocalan lê rehîneya siyasî ye, ”şewata daristanê’ derketiye. Tê fêhmkirin ku ev du rûdan wê mohra xwe li pîrozbahiyên 8’ê Adarê yên îsal bixin.

Faşîzma AKP-MHP’ê ku nikare xeyalên Mîsak-î Millî bi cih bîne, di şerê Sûriyê û Libyayê de têk çûye, li Idlibê derba herî giran a dîrokî dixwe, di şerê parvekirinê de ketiye wê pozîsyona çi kesê ku tê şeqamekê lê dide û di navbeyna hêzên emperyalîst de bûye mîna gogeke ku ji hev re davêjin, sedema vê xitimîn û hilweşîna xwe Kurdan dibîne û di her qadê de êrîşa xwe ya li ser Kurdan zêde kiriye. Êrîşên faşîst û qirker ên li ser Kurdan jî pêşî û herî giran bi ser jinan de dibe. Êrîşa li ser pergala hevseroktiyê û ‘provakasyona Imraliyê’ bi vê bingehê derkeve holê.

Zelal e ku jin hay ji van rûdanan hene, hem jî bûne xwedî bîreweriyeke ku di dîroka nêzîk de hîç ev çend zêde nebûbû. Dibînin ku hişmendî û siyaseta faşîst-qirker ê mêr û nûnerê wê faşîzma AKP-MHP’ê ji hev difeşkile û hildiweşe û dizane ku van êrîşan tîne da ku vê feşkilîn û hilweşîna xwe bi derengî bike. Ji bo vê, fêhm dikin, heke zêdtir rêxistiniya xwe bikin, hêzên xwe bikin yek û wiha ji bo azadiyê têbikoşin wê bikaribin faşîzma AKP-MHP’ê hilweşîni û bi vê çarçoweyê heq ji hişmendî û siyaseta mêrê serwer derkevin. Ji ber vê, di hedefa pîrozbaniyên vê 8’ê Adarê de wê hilweşîna faşîzma AKP-MHP’ê hebe. Bidawîanîna pergala êşkence û tecrîdê jî, şikandina destên ku dest davêjin pergala hevseroktiyê jî wê bi têkoşîneke bi vê çarçoweyê pêk were.

Aliyê dî jî ku bi çarçoweya vê 8’ê Adarê xuya dike, ew e ku jinên Kurd têkoşîna xwe bi jinên Tirkiyeyî re zêdetir bigihînin hev û hevpar bikin. Ji ber ku êrîşên li ser pergala hevseroktiyê û êrîşên li ser Rêberê Gelê Kurd û hemû êrîşên din ên faşîst û qirker, li gel jinên Kurd her wiha jinên Tirkiyeyî dike hedef. Dijminatiya li jinê ya hişmendî û siyaeta faşîst-qirker a mêrê serwer hevpar e. Tacîz, tecawiz û komkujiya li ser jinê li zemîna Tirkiyê hê zêdetir e. Êrîşa li ser pergala hevseroktiyê, ji hêla jinên Tirkiyeyî ve jî, xwedî karîgeriyeke wiha ye ku vînê dişikîne û kole dike. Di nav pergala êşkence û tecrîdê de girtina Rêber Abdullah Ocalan a bi rengê rehîneyê siyasî, herî pir bandorê li ser tevgera jina aza dike, ku pêşengiya têkoşîna azadî û demokrasiyê dikin. Jê girîngtir, şerê li Sûriyê û Libyayê, komkujiya faşîzma AKP-MHP’ê ya li ser Kurdan, bangora vê ya li ser jinên Tirkiyeyî jî pir zêdetir e. Ji ber ku di van hemû şeran de li gel ciwanên Kurd, ciwanên Tirk jî jiyana xwe ji dest didin.

Ev hemû nîşan didin ku piştevaniya jinên Kurd û Tirkan û yekîtiya wan di vê 8’ê Adarê de wê zêdetir geş bibe û xurt bibe. Wiha xuya dike di hemû pîrozbahiyên 8’ê Adarê de jin bi hev re wê meydanan dagirin û bi hev re biçine ser faşîzma AKP-MHP’ê. Li dijî tacîz, tecawiz û komkujiyan , ku li ser hîmê hişmendî û siyaseta desthilata faşîst pêk tê, wê bi hev re rabin. Di serî de pergala hevseroktiyê,  wê hişmendî û siyaseta dijî jinê ya dewlet û desthilatê bikin hedefa xwe.  Bi hev re wê li dijî pergala êşkence û tecrîdê derkevin, bi hev re wê provakasyona bi rengê ,”şewata daristanê ya li Imraliyê” şermezar bikin, wê bixwazin ku Rêber Abdullah Ocalan bibe xwedî şertên ku bikaribe bi azadî bijî û bixebite. Di serî de li dijî komkujiyên li ser Kurdan û qirkirinê li dijî êrîşên berbelav û emperyal ên faşîzma AKP-MHP’ê bi hev re bisekinin. Wê şoreşa azadiya jinê bi hev re û bi têkoşîna hevpar geş bikin û serfiraz bikin.

Bêguman dema çalakiyeke wiha dîrokî ya azadiyê dikin, wê hay ji du nirxên bingehîn hebin. Ya yekemîn; afirînerê jineolojiyê Rêber Abdullah Ocalan baştir fêhm bikin û hîn bi xurtî xwedî lê derkevin. Eşkere ye ku Rêber Abdullah Ocalan ne tenê di gotinê de her wiha di pratîkê de jî azadiya civakî li ser bingeha azadiya jinê destnîşan kiriye. Li ser bingehê fikrê Modernîteya Demokratîk nêzî azadiya jinê û ekolojiyê dibe. Civaka demokratîk a ku ew dixwaze biafirîne, bi esasî xwe dispêre ekolojiyê û azadiya jinê. Xeta wî ya siyasî, îdeolojîk û felsefî azadiya jinê ji xwe re dike esas, her wiha çalakî û rêxistina ku ava kiriye jî bi pêşengiya jinê ye. Afirînerê partîbûna jinê ya xweser Rêber Abdullah Ocalan e.

Eşkere ye ku di vê 8’ê Adarê de jin wê van rastiyan bêhtir fêhm bikin û li ser vê bingehê hîn bi xurtî xwedî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah OCalan derkevin. Wê hîn bêhtir li ber sîstema tecrîdê û êşkenceyê ya li Îmraliyê rabin, li her qadê daxwaza azadiya Rêber Apo biqîrin. Li ser vê bingehê wê çalakiyên xwe yên 8’ê Adarê bikin çalakiyên ji bo parçekirina sîstema tecrîdê û êşkenceyê ya Îmraliyê û pêkanîna azadiya Rêber Apo.

Nirxe bingehîn ê duyemîn ku giraniyê bidin ser jî bêguman şehîdên me yên leheng e ku ev têkoşîn derxistin holê û gihandin vê astê. Li ser vê bingehê ji Rosayan heta Sarayan eşkere ye ku her tişt ji aliyê şehîdên me yên leheng hatine afirandin. Ev nirx hemû di nava partiya pêşeng PAJK’ê de şênber bûye, di gerîlatiya YJA-Starê ya li ser xeta fedayî ya Zîlan de berbiçav bûye. Lİ ser vê bingehê xeta şehadetê ya leheng a bi Sara, Bêrîvan, Bêrîtan û Zîlanan dest pê kir bi Şîlan, Viyan û Nûdayan dewam kir û herî dawî Hevrîn Xalef û Çîçek Botanan gihîşt asta herî bilind. Eşkere ye ku pîrozbahiyên 8’ê Adarê wê bi navê van şehîdên leheng bên kirin û qadên 8’ê Adarê bi wêneyên şehîdên me yên bên xemilandin. Li ser vê bingehê di şexsê Şehîd Sara û Şehîd Çîçek Botan de em şehîdên leheng ên têkoşîna azadiyê ya jinê bi rêz, hurmet û minet bi bîr tînin, diyar dikin ku em ê armancên wan li ser bingeha têkoşîna xwe bi ser bixînin.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka

SELAHATTÎN ERDEM

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Mismarî: DAÎŞ’iyên şandin Lîbyayê niha li Efrîkayê belav bûne

Nivîsa Pêş

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên ku li Xakurkê şehîd bûbûn eşkere kir

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên ku li Xakurkê şehîd bûbûn eşkere kir

HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên ku li Xakurkê şehîd bûbûn eşkere kir

Li Idlibê şer 4 leşkerên tirk ên dagirker hatin kuştin

Li Idlibê şer 4 leşkerên tirk ên dagirker hatin kuştin

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin
  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî
  • Şehîd Ehmed li Kobanê hat oxir kirin
  • MKG’ê: Zextên Li Ser Rojnamevanên Jin Didome
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê nasnameya 7 gerîlayên şehîd eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Ehmed li Kobanê hat oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • MKG’ê: Zextên Li Ser Rojnamevanên Jin Didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.