Enter your email Address

Cuma, Aralık 12, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Pêşewa Qazî û destkeftên Komara Kurdistanê

"Di 22 Çileya 1946’an de Komara Kurdistanê hate damezrandin. Temenê wê kurt, lê destkeft pir bûn. Destkeftên ku heya roja îro jî bandora xwe ya li ser civaka Kurdistanê ji dest nedane."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
19/01/2020 - 0:05
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 7 mins read
A A
Pêşewa Qazî û destkeftên Komara Kurdistanê
ParvekeTweet

“Qazî Mihemed ji malbateke naskirî ye ku di warê rewşenbîrî, siyasî û ferhengî de xizmetên mezin ji doza Kurdistanê re kirin. Jiyana wî kurt û tenê 47 sal bûn, lê kar û fîdakariyên wî bûn sedem ku di dîrokê de bibe xwedî navekî nemir. Di sala 1929‘an de bû birêveberê îdara ferheng û perwerda bajarê Mehabadê û di yekemîn sala kar û çalakiyên xwe de xwîndingehek ji keçan re da duristkirin. Ew ji malbateke dewlemend û kurdperwer bû. Ji ber wê jî carna ger dewletê projeke nîvcomayî bidawî neanîba, Qazî bi pere û îmkanên xwe yên şexsî ew proje temam dikir. Ji zarokatiyê mirovekî mutewazî û xizmetkar bû. Cesaret, netirsî, xwîndin û hevkariya xelkê ji sifetên wî yên berçav bûn. Heta roja îro jî ew kesên ku ji nêzve Qazî Mihemed dîtine, behsa mêranî û awayê qezawetkirina wî dike. Qazî mirovekî bi karîzma bû. Ji ber  wê jî beriya ku bibe serokkomarê Kurdistanê, paşnavê ”Pêşewa” ji aliyê gel ve jêra hatibû dayîn. Ev siftên pêşewa û rêberitiyê piştî ku dewleta Pehlewî li pareke axa rojhelatê Kurdistanê derket, baştir ji dost û dijiminên kurda re aşkera bûn. Di wan salên ku Îran ji bakur û başur ve ji hêla hêzên sovyet û îngîlîzan ve hatibû dagirkirin, pareke Azerbaycan û Kurdistanê bûn herêmên bêalî û hêzên Sovyetê têda cîgir bûn. Kurdan li pey sistbûna desthilatdariya dîktator Riza Pehlewî komela J.K(Jiyanewey Kurd) damezirandin, piştre li gor pêwîstiyên siyaseta wê demê navê komelê bû Hizbî Demokratî Kurdistan û Q. Mihemed wek serokê partiyê hate hilbijartin. Ev hem daxwaza gel û hem jî daxwaza wan kesên siyasetmedar bû ku beriya wê bi awayekî aktîf ji bo bilindkirina sewiya rewşenbiya gel xebitîbûn. Bi hatina Qazî Mihemed re baweriya gel bi vê hereketa siyasî zêdetir bû û karê siyasî li rojhilatê Kurdistanê derbasî qonaxeke nû bû.

Di 22 Çileya 1946’an de Komara Kurdistanê hate damezrandin. Temenê wê kurt, lê destkeft pir bûn. Destkeftên ku heya roja îro jî bandora xwe ya li ser civaka Kurdistanê ji dest nedane.

  1. Beriya pêkhatina komarê hîsa netewî di nava kurdan zêde bihêz nebû. Li pey şehadeta Simkoyê qehreman dewleta navendiya Îranê bi şêweyên sîstematîk dest bi siyaseta xwe ya asîmîlasiyon û cihgûherîna kurdan kiribûn. Beriya çêbûna komarê berpirsên J.K bi çêkirina komên şanoyê hîsa kurdan a netewî careke din xistibûn gerê û ew ji xewa mirinê şiyar kiribûn.
  2. Karê çandî û ragehandinê di çaxê komarê de xwedî bihayekî pir giran bû. Di wê sala pîroz de rayedarên komarê çapxane anîn bajarê Mehabadê û ev jî nîsahneke wê rastiyê bû ku şaristaniyek û pêşkeftin li cem rayedarên kurd xwedî qîmeteke bêhempa ye. Li pey wê kovar, rojname, pirtûk û belavok hatin weşandin û gel bi hezeke bêdawî ketin pey xwînin û bilindkirina zaniyariyên xwe yên civakî-siyasî.
  3. Jin û xizmeta ji bo jinê li ba serokkomarê Kurdistanê ferzekî olî, netewî û exlaqî bû. Ji mala xwe destpêkir û Mîna Qazî razî kir ku bibe seroka yekitiya jinên Kurdistanê. Reaksiyona axa, şêx, mela û oldarên civakî li dijî karekî wiha tund û dijwar bû. Lê pêşewa Qazî çend roja bi wan re kete nava behs û axaftinên dûr û dirêj. Di dawiyê de ew tev hatin ser rêya Qazî û zanîn ku di civakeke demokratîk de gere jin û mêr xwedî hemû mafên wekhev bin.
  4. Komar xwedî manêfestoyeke kurdistanî bû. Kurdên başûr, bakur û rojavayê Kurdistanê li Mehabadê hatibûn ba hev û li dora Pêşewa Qazî kom bibûn. Wan teva bi dil û can xebat dikirin ku ji vê derfeta zêrîn sûdên herî mezin bistînin û liyaqeta xweîdarekirnê ji dost û dijiminên xwe re îspat bike.

Hêza di bin serkêşiya general Mistefa Barzanî de ruheke nîştimanperwerî û mezin xistibû nava civaka rojehilatê Kurdistanê. Pişgermiya wan a bi paşerojê bi hebûna hêza Barzaniyan re mezintir bibû. Tirsa herî mezin a artêşa Îranê jî ji hêza Barzaniyan bû. Di çed şerên ku di navbera her du liyan de qewimîn, aliyê kurd hêzên îranî têkşikandin. Azmonên wiha dagirkerên ecem bi vê rastiyê hesibandibûn ku nikarin wiha rihet bikevin nava sînorên Komara Kurdistanê.

  1. Di warê aborî de hêdî-hêdî rewşa jiyana xelkê dihate guherandin. Kompaniyek bi navê ”Tereqî” ji bo armacên tîcarî bi welatên biyanî re hate çêkirin.
  2. Bi çêbûna komarê re kurd bûn xwedî artêşeke milî û ciwanên kurd bi şev û roj dixebitîn ku xwe hînî hunera şerkirinê û taktîkên xweparastinê bikin. General û serleşkerên kurd bi hezeke bêdawî kar dikirin ku artêşa wan bikarîbe di rojên teng de sînorên welatê xwe biparêzin.
  3. Xwîndin bi zimanê zikmakî, marşa neteweyî (Ey Reqîb), çêbûna ala Kurdistanê, şaêrên millî û çendîn tiştên din di çaxê komarê de ketin nava jiyana kurdan a siyasî û civakî.
  4. Di nava sînorên Komara Kurdistanê de kêmnetewên azerî, asûrî û ermenî mîna kurdan xwedî hemû mafekî bûn. Ev nîşana îspata wê rastiyê ye ku bîr û ramanên serokkomarê Kurdistanê bi demokrasiyeke modern û hemdem re hatibûn avdan. Pêşewa agahdarî rewşa cîhanê ya siyasî bû û dixwest dewleta kurdan mîna welatên demokratîk xwedî hemû prensîpên aştîxwazî û demokratîk be.

Piştî ku Sovyet, Îngîlistan û Îran li ser hinek protokolên aborî-siyasî li hev hatin, her du Komarên Kurdistan û Azerbayicanê bûn qurbana berjewendiyên wan dewletan. Ji hêla din jî rayedarên komara Azerbayican bi peymanên ku di navbera du komaran de hatibûn îmzakirin, paybend nebû. Peymanên ku pêwîst bû di çaxê şer de her du alî hevkariya hev bikin û bi bê xebera hev bi dewleta navendî re tu protokola girê nedan. Paşverotiya axa, serokeşîret û çînên civaka Kurdistanê û hwd. tev bûn sedem ku komar rastî şikestê bê.

Roja 31’ê Adara 1947’an de pêşewa Qazî, Ebulqasim Sedrê Qazî û Mihemed Husênxanê Seyfê Qazî li qada Çar Çira hatin îdamkirin. Mehkemekirina wan leşkerî û tu derfet û prensîpên exlaqî ku bikarîbin ew mafên xwe biparêzin, nedan lîderên kurd.

Piştî wê dîsa jî etmosfêrê tejî tirs ên hikumeteke totalîter li Kurdistanê hatin peyakirin. Azadîxwaz hatin girtin û îdamkirin. Rewşa ku heya roja îro berdewam e û rayedarên komara îslamî di vê derbarê de rûyê hikûmeta seltenetî ya Îranê spî kiriye.

Bi wê hêviyê ku rojekê felsefe, bîr û ramanên Pêşewa Qazî Mihemed ên demokratîk dîsa li ser axa Kurdistana mezin bêne peyakirin.”


ÇAVKANÎ: e-rojname – Kakşar Oremar

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Gerîla: Ji Xeyalên Xwe Bawer Bikin

Nivîsa Pêş

Evîndarê çiyê: Rûbar Serhildan

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Evîndarê çiyê: Rûbar Serhildan

Evîndarê çiyê: Rûbar Serhildan

Çalakiyên HRE’ê: 16 leşker û çete dagirker hatin kuştin

LEZGÎN - HRE: 6 çeteyên dewleta dagirker a Tirk hatin kuştin, 2 leşkerên artêşa Tirk birîndar bûn

Manşet

  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir
  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

Herî zêde hatine xwendin

  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkek di Roja Şeşemîn a Lîga Dibistanên Jinan de

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Rêxistina Exlaqî û Siyasî ya Ciwanan: Avakirina Sosyolojiya Azadiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 4. Rewşa Ciwanan di Serdema Dîjîtal de: Dîlgirtina Sanal û Berxwedana Rastîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.