Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Evîndarê çiyê: Rûbar Serhildan

Rûbar Serhildan ku di 14'ê Nîsana 2019'an de ji ber êrişeke dewleta Tirk a dagirker şehîd bû, li pey xwe daxwazeke têkoşînê hişt ku bi qasî çiyê mezin e.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
19/01/2020 - 9:00
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 3 mins read
A A
Evîndarê çiyê: Rûbar Serhildan
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Gerîla û çiya ji bo Kurdan evînek e. Çiyayên ku bi hezaran salan xwe lê girtine, bûne xewn û xeyala bi hezaran şervanên azadiyê. Bedenên ciwan li çiyê bûne xwedî îrade û bawerî û veguherîne şervanên azadiyê yên têk naçin. Çiya çavkaniya xeyal û hêviyê ne. Hêviyên bedew û bêdawî li çiyayên Kurdistanê şîn dibin. Xeyala herî mezin a gerîla her tim ew bûye ku li çiyayên welatê xwe hemûyan bigerin.

Yek ji dilên bi coş ên ku da pey xeyal û hêviyên xwe Rûbar Serhildan (Alan Omer) e, ku li deşta Rojava ji dayik bû, bi eşqa azadiyê bû evîndarê çiyê. Xeyala wî ya herî mezin ew bû ku biçe serê çiyayê Agirî û li her dera welatê xwe temaşe bike. Rûbar Serhildan li nava malbateke welatparêz meizn bû û di temenê wî yê ciwantiyê de şerê Şoreşa Rojava rû da. Li derdora wî têkoşîne mezin hebû û gelê wî ji bo şoreşê seferber bûbû. Rûbar tevî temenê xwe yê ciwan li şûna xwe nedisekinî û her kar dikir. Ji ber ku temenê wî biçûk bû tevlî qada şer nedihate kirin, lê belê pêwîstî li ku hebûya Rûbar li wir bû.

Piştî çend salan bi rengekî çalak tevlî karê ciwanan bû. Demeke dirêj li qada Rojava karê ciwanan kir û piştre berê xwe da çiyê, biryar da ku bibe gerîla. Di sala 2018’an de tevlî nava refên gerîla bû.

LI ZAGROSAN GAVA XWE YA DESTPÊKÊ AVÊT

Gerîla Rûbar zû hînî çiyê bû. Ji bo her hilma ku distan bi hezaran carî spasiya çiyê dikir. Tişta ku herî zêde li qadên gerîla dixwest bike; li devereke bilind rûnê û li çiyayan temaşe bike. Dema ku ev dikir ji hevrêyên xwe re digot, ‘Ez dixwazim li ser wî çiyayê bilind rûnêm û her devera welatê xwe bibînim’. Digot, ‘tişta ku herî zêde dixwazim bikim biçim serê çiyayê Agiriyê, li wê derê bi Rêbertî re sohbetê bikim’. Evîndarê xaka welatê xwe bû.

Rûbar piştî ku hat çiyê mîna gulekê vebû û bi pêş ket. Di mijara leşkerî de xwe zû bi pêş xist û şareza bû. Hevalan jê xwest ku ji nû ve li karê ciwanan vegere, lê belê wî got, ‘Ez dixwazim di nava HPG’ê de bimînim, çiya mala min e’.

Li ser vê daxwaza wî hevalan ew li Zagrosan wezîfedar kir. Rûbar dema ku bihîst wê biçe Zagrosan ji kêfxweşiyê firiya. Wê biçûya warê çiyê, warê şer. Piştî ku ji hevalan veqetiya herî dawî got, ‘Ez diçim ku xeyalên xwe pêk bînim’ û xwe gihand Zagrosan.

Gihîşt beşa herî serhildêr a welatê xwe, ji xwe qada şerekî giran bû. Li Zagrosan bi coşa xwe ya ciwantiyê karek nema ku nekir. Li qada Zagrosê têkoşîneke dijwar meşand, xwe ji zor û zehmetiyê venegirt. Di 14’ê Nîsana 2019’an de di êrişeke dewleta Tirk de tevlî karwanê nemiran bû. Rûbar Serhildan li dû temenê xwe yê ciwan daxwazeke têkoşînê ya mîna çiyê bilind û hezkirina welêt û çiyê hişt.


ÇAVKANÎ: ANF – TÛFAN DERSIM

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Pêşewa Qazî û destkeftên Komara Kurdistanê

Nivîsa Pêş

LEZGÎN – HRE: 6 çeteyên dewleta dagirker a Tirk hatin kuştin, 2 leşkerên artêşa Tirk birîndar bûn

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Çalakiyên HRE’ê: 16 leşker û çete dagirker hatin kuştin

LEZGÎN - HRE: 6 çeteyên dewleta dagirker a Tirk hatin kuştin, 2 leşkerên artêşa Tirk birîndar bûn

Eniya Antî Faşîst: Em Erdogan şermezar bikin

Eniya Antî Faşîst: Em Erdogan şermezar bikin

Manşet

  • Ciwanên Kobanê piştî hevpeymanê carekî din li qadan in
  • Ciwanên Welatparêz Li Geverê Ji Bo Rojava Çalakî Lidar Dixin
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”
  • Nasnameyên 2 Şehîdên YATˊê Hatin Ragihandin
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan
  • Li Hamburgê Bi Hezaran Kes Daketin Kolanan û Daxwaza Statuya Rojava Kirin
  • Xwendekarên Peymangeha Bijîşkî ya Kobanê destek didin dermankirina birîndaran

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bangek Ji Ciwanên Hesekê Ji Bo Ciwanên Bakur Ji Bo Seferberiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wanê Ciwanek Hat Revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.