Enter your email Address

Pazartesi, Şubat 2, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

PAJK’ê bi daxuyaniyekê salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kir

PAJK'ê cejna vejînê pîroz kir, xaka Mezopotamyayê ya ku teşiya Kurdan bi aliyê azadiyê ve tê badan, ji bo ku dîsa bi ber û bereket bibe, bang li hemû jinan û gel kir ku têkoşîna azadiyê geş bikin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
27/11/2019 - 11:05
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
PAJK: Têkoşîn li ser xeta Zîlan, ziman û çalakiya serdemê ye
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Koordînasyona PAJK’ê bi wesîleya salvegera 41’ê ya damezrandina PKK’ê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“PKK’ê bi gotina ‘Kurdistan hatiye dagirkirin’ dest bi şikandina zincîra koledariyê ya li Kurdistanê kir. Dema ku jinên hatin kolekirin, bêîrade hatin hiştin û ji nirxên xwe hatin dûrxistin bi xwe hesiyan hingî PKK’ê dest pê kir. PKK’ê wate da nirxên civakî yên karker, kedkar, bindestan ku ji aliyê desthilatdariyan ve bêwate hatibûn hiştin û bi vî rengî dest pê kir. Ji bo jiyaneke azad, bi hev re, bi rûmet a li Rojhilata Navîn PKK’ê dest bi berxwedaneke mezin kir. Em sala 42’an a têkoşînê li avakarê vê meşa azadiyê li Rêber Apo, li şehîdên xwe, li gelê xwe yê kedkar ku li dijî her şêwe zehmetiyan li ber xwe dide, li hevrêyên li zindan û çeperan li ber xwe didin, li dostên xwe pîroz dikin.

PKK’Ê HÊZA FELSEFÎK AFIRAND KU PÊŞENGÎ JI GELEK RAPERÎNAN RE KIR

Di sedsala 21’ê de jî hêzên hegemonîk mirin nîşanî gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn dan û bi vî rengî ew bi tayê razî dikirin. Di demekê de ku gefa tinekirinê li kedkar, jinan, û etnîsîteyên li derveyî desthilatdariyê dihate xwarin, gelek îdeolojiyan rêya rizgariyê destnîşan dikirin. Rêbaz û amûrên gelek îdeolojiyan ên rizgariya ji desthilatdariyê ji bilî desthilatdariyê rêyeke din nebû. Rêber Apo jî kete nava lêgerîna pênase ûs aziyên têkoşîneke nû ya li derveyî desthilatdariyê. Di nava sazîbûna azadiya civakî yên sedsala 20’an de partî saziya sereke bû. Lê belê partî jî li pey afirandina desthilatdariyeke nû bûn û ne ew amûr bûn ku civakê ji nava tengaviya serdest-bindestan rizgar bikin. Rêber Apo wateyeke nû da saziya partiyê û partiya me ji nû ve ava kir. Partiya me ya nû di afirandina azadiya civakî de rêxistinbûneke ku bibe pêşeng ji xwe re kir esas. Ruh û bedenê partiyê ku di sedsala 21’ê de li derveyî îdeolojîk, teorî û entellektueliya modernîteya kapîtalîst bi perspektîfeke rêxistinbûyî têkoşer tevbigere bi PKK’ê re ji nû ve kir yek.

PKK’ê xwe weke partiya jinan ragihand û ji gelek tevgerên azadî û rizgariya civakî re bû çavkaniya sûdwergirtinê. Bi perspektîfeke welê nêzîk bû ku wê îdeolojiyên çep ji rewşa xitimandî rizgar bikirabûya, li Kurdistanê jiyaneke azad, li dinyayê jî jiyaneke azad û rûmet a kolektîf ava bikirabûya. Lewma PKK’ê hêzeke felsefîk afirand ku pêşengî ji gelek raperînan re kir.

HÊZA BERXWEDANÊ YA LI DIJÎ ZALIMAN JI NÛ VE AVA KIR

PKK’ê ji Hûrriyan heta Gûttiyan, ji Împaratoriya Med-Pers heta kevneşopiya Zerdeşt, ji Koçgirî heta Dersimê, ji tevgera Azadî heta berxwedana Berzencî, ji Simkoyê Şikakî heta Osman Sebrî ji nirxên kevneşopiya berxwedanê ya Kurdan hemûyan sûd wergirt û hêza berxwedanê di nava bi milyonan mirovî de afirand ku li ber zaliman rabin. Jin û mêrên Kurd ên leheng ku niha li Amedê, Serhedê, Botanê, Xakurkê, Şekîfê, Dalahoyê, Şahoyê Til Temirê, Qamişloyê, Kerkûk û Zaxoyê li dijî dewleta zalim li ber xwe didin, nûnerên hemdemî yên vê kevneşopiyê ne. Şopdarên Hakî, Kemal, Sarayan bi Şîlan, Rustem, Reşît, Delal û Çîçekan silav dan, ji dîroka xwe ders wergirtin û nirxên ku PKK’ê dikin PKK’ê afirandin.

PKK’ê bi berxwedanê, bi rabûna li ber polîtîkayên asîmîlasyonê û koledariya jinê di dîroka şoreşê de rûpelekî nû afirand. Ji bo di kêliyê de bi rengekî azad bijî, têkoşîna azadiya jinê kir pêşenga têkoşîna şoreşê. Bi jin ên azad û têkoşîna azad a Kurdan gerdûnî bû.

BÛ HÊVÎ JI GELÊN BINDEST RE

PKK’ê her ku planên hegemonya navendî li Kurdistanê têk bir ji gelên dinyayê re bû çavkaniya sûdwergirtinê. Felsefeya Rêber Apo ku nirxên civakî bi nirxên azadiyê yên jinê re kir yek, di têkoşînên azadiyê de veguherî nêzîkatiyeke nû. Bi vî rengî her ku geşiya azadiyê ya jinê ba da, ji bo gelên bêhêvî û bindest bû hêviyeke nû. Jinên Kurd di şexsê hevrê Sakîne Cansiz de weke jinên ku li ber zaliman çogê natewînin tên pênasekirin.

EM TÊKOŞÎNA AZADIYÊ GEŞ BIKIN

PKK a ku li pêşberî zaliman çog netewand xwedî hêza çareseriyê ye ku dikare krîza li herêmê ûd inyayê çareser bike. Bila gelê me û hevrêyên me zanibin ku ev pêvajoya em jê re Şerê Dinyayê yê Sêyemîn dibêjin bi zor û zehmetiyan tijî ye. Di heman demê de pêvajoyeke welê ye ku bi berxwedana bi rûmet a mezin a Rêberê me, tevgera me, kadroyên me, gel û dostên me em ê serketinên mezin biafirînin. Dijminên me jî bila baş zanibin ku PKK bi berxwedêrî û biryardariya Rêber Apo, bi lehengiya Hakiyan, Kemalan, Agîtan, Sarayan, Şîlanan, Rusteman, Reşîtan, Simkoyan û Çîçekan gihîşt vê astê û siberojê ava dikin.

Bi navê PAJK’ê em salvegera damezrandina PKK’ê ku tê wateya cejna ji nû ve vejînê li Rêber Apo, şehîdan, dayik û gelê me yê leheng ên bi ewladên xwe li her deverê têdikoşin, li hevrêyên xwe pîroz dikin. Xaka Mezopotamyayê ya ku teşiya Kurdan bi aliyê azadiyê ve tê badan, ji bo ku dîsa bi ber û bereket bibe, bang li hemû jinan û gel kir ku têkoşîna azadiyê geş bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Operasyonên qirkirina siyasî: Li 6 bajaran 17 kes hatin destgîrkirin

Nivîsa Pêş

Rêveberiya Xweser: Divê Rûsya çalaktir be û helwesta me ya diyalogê jî naguhere

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
LEZGÎN – Şervanên QSD’ê 7 leşkerên dagirker ên Tirk kuştin û panzêrek jî teqandin

Rêveberiya Xweser: Divê Rûsya çalaktir be û helwesta me ya diyalogê jî naguhere

LEZGÎN – Li Xakurkê derbên giran li dagirkeran hate xistin: 7 dagirker hatin kuştin

LEZGÎN - HPG: Li Xakurkê operasyon û şer

Manşet

  • Ciwanên Kobanê dev ji parastina heremê bernadin
  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin
  • Ciwanên HDK Li Enqerê Ji Bo Rojava Slogan Nivîsandin
  • Li Edenê Ji Bo Rojava Xwepêşandan
  • Ciwanên Kobanê piştî hevpeymanê carekî din li qadan in
  • Ciwanên Welatparêz Li Geverê Ji Bo Rojava Çalakî Lidar Dixin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga parêzvanên Kobanê ji bo ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.