Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Dîrok û Berxwedan

Bîlançoya roja 16’emîn: Binpêkirina agirbestê û berdewamiya êrîşên dagirkeran

Dewleta Tirk a dagirker di binpêkirina agirbestê û êrîşên nû yên li dijî gundên Serêkaniyê û Girê Spî de berdewam e û li rexê jî QSD’ê helwesta xwe der barê peymana Sochiyê ji Rûsyayê re eşkere kir.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
25/10/2019 - 12:40
di nav Dîrok û Berxwedan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
QSD bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir: Bi kêmanî 60 çete hatin kuştin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEAYAN – Tevî peyman û agirbestê, artêşa dewleta Tirk a dagirker, çeteyên wê yên qaşo Artêşa Azad û Cebheta El-Nusra di êrîşên li dijî herêmê de berdewam in. Di heman demê de Hêzên Sûriye Demokratîk(QSD) helwesta xwe der heqê peymana Sochi de diyar kir û piştrast kir ku hin bend nakevin ximzeta gel û red dikin. Li aliyekî dîtir jî polîsên Rûsyayê dewriyeyek li ser sînor pêk anîn û beşên nû ji hêzên rejîmê gihaştin ser sînorê Kobanê.

Dagirker û çeteyên wê di binpêkirina agirbestê de berdewam in

Artêşa dewleta Tirk a dagirker, çeteyên Artêşa Azad û Cebheta El-Nusra di binpêkirina peyman û agirbestê de berdewam in. Her wiha duh êrişî gundên Menacîr, Caf, Esediyê û Omeriyê yên li gundewarên Serêkaniyê kir. Herw wiha êrişî gundê Lîlyan kir û QSD’ê êriş têk bir. Di encamê de derbeyên giran li çeteyan da, erebeyeke leşkerî û erebeya veguhastina leşkeran, rûxandin û gelek kuştî û birîndarên wan çêbûn.

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji agirbestê derfetê werdigirin û dixwazin herêman zêdetir dagir dikin. Çeteyan êrişî gundê Erbeîn ê rojavayê navçeya Til Temir kir.

Girê Spî

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker, karmendekî ku li nexweşxaneya bajarokê Silûkê yê girêdayî kantona Girê Spî dixebite bi navê Mihemed Bozan Seîd, kuşt.

Li aliyekî din jî, mayînek bi erebeya çeteyên girêdayî dewleta Tirk li gundê Ebû Xerza de teqiya û di encamê de erebe rûxî, 2 çete hatin kuştin û her wiha jî di çalakiya li gundê Xirbet Beqer de 6 çete jî hatin kuştin.

Çeteyên qaşo bi navê Ehrar El-Şerqiyê yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ciwanê bi navê Sebrî Osman Îbrahîm(1995) ê ji kantona Girê Spî ye revand û der barê serbestanê de, fîdyeyeke mezin xwest.

Dewriyeyên Rûsyayê û gihiştina beşên nû ji hêzên rejîmê û belavkirina li ser sînor

Duh beşeke nû ji hêzên rejîma Sûriyê ku bi 160 erebe û nêzî hezar û 300 leşkerî jî tê de gihiştin Kobanê û yekser berê xwe da Girê Îzaa yê rojavayê bajarê Kobanê. Ev beş dê li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê yê li kantona Kobanê ji destpêka sibeha roja înê ve belav bibe.

Di heman çarçoveyê de, polîsên leşkerî yên Rûsyayê tevî hêzên Ewlekariya Hundirîn dewriyeyek ji bajarê Qamişlo heta bi navçeya Amûdê pêk anîn û piştre vegerîn Qamişlo.

Redkirina der barê hin bendên peymana Rûsya û Tirkiyê

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî îşaret pê kir ku helwesta xwe der heqê peymana Sochi ji Rûsyayê re eşkere kiriye ku hin bendên ku xizmeta berjewendiya gel nakin, red dikin. Her wiha Ebdî bal kişand ser ku tevî agirbestê, hê jî çeteyên artêşa dewleta Tirk a dagirker di binpêkirinên xwe de berdewam in û bang li dewletên garantor kir ku der heqê van binpêkirinan de berpirsiyar bin.

Li aliyekî dîtir jî Rayedarê Têkiliyên Giştî yê QSD’ê Rêdûr Xelîl got, artêşa dewleta Tirk a dagirker peyman û agirbestê bin pê dike û ji aliyên rojhilatê bajarê Serêkaniyê ve bi sê bakan ve êriş dike. Her wiha jî bang li garantorê Amerîkayê kir ku van êrişan rawestîne.

Berdevkê Fermî yê QSD’ê Kîno Gabraîl jî îşaret pê kir ku komên terorîst ji sibeha pêncşemê ve tevî pêkanîna QSD’ê ya biryara agirbestê, êrişan pêk tînin û wiha axivî: “Dewleta Tirk berpirsê binpêkirina agirbestê ye.”

Şermezarkirina komkujiyên dewleta Tirk

Meclisa Jinên Sûriyê destnîşan kirin ku ew bi navên xwe û bi navên hemû jinan sûcdarî û êrişên li dijî gelê Sûriyê bi giştî û jinan bi taybet şermezar dikin, her wiha banga hesabxwestin û cezakirina dewleta Tirk û kesên destekê didine komên çekdar ên ku bi navên cuda êriş dikin, kirin û wiha gotin: “Dewleta Tirk bi sûcdariyên xwe hemû pîvanên mafên mirovan binpê kir.”

Her wiha Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, da ku şer neqewime gav avêtin, lê belê tevî vê yekê, bi îdîaya parastina xalên hevpeymana Sochi dewleta Tirk êriş û komkujî pêk anî, li ser vî esasî ew bang li civaka neteweyî dikin ku hêzeke navbeykar bişîne herêmê, her wiha bang li rêxistinên mirovî dikin ku alîkariya koçberan bikin.

Di heman demê de, Endamê Desteya Rêveber ê Tevgera Civaka Demokratîk Aldar Xelîl, banga yekîtî, parastina xaka Sûriyê û garantiya mafên gelê Kurdê Sûriyê kir û wiha anî ziman: “Me ji kesên dibêjin, em xwediyê Sûriyê ne zêdetir parastina sînorê Sûriyê kir.”

Dewleta Tirk çekên di nava cîhanê de qedexekirî ne bi kar anî

Rojmaneya Times a Birîtaniya duh bi wêneyekî bi ser navê”Fosfor ji Bosphuos tê” diyar kir ku artêşa Tirk bi hemû çekên di nava cîhanê de qedexekirî ne, êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiriye.

Her wiha li paytexta Helsinkî ya Fînî anku li pêşiya avahiya parlemanterê Filendî protosto hate kirin û li dijî êrişên dewleta Tirk, destek dan Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li bejahiya Eyn Îsayê, 5 çeteyên dagirker hatin kuştin

Nivîsa Pêş

Çeteyên tirk endamên tîma tenduristiyê ya Serêkaniyê li Silûkê qetil kirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Çeteyên tirk endamên tîma tenduristiyê ya Serêkaniyê li Silûkê qetil kirin

Çeteyên tirk endamên tîma tenduristiyê ya Serêkaniyê li Silûkê qetil kirin

Li gundê Leylan ê Serêkaniyê 3 çete hatin kuştin

Li gundê Leylan ê Serêkaniyê 3 çete hatin kuştin

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.