Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: ‘Demhat Agît û Cemîl Amed li Silêmaniyeyê bi komployekê hatin qetilkirin’

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê diyar kir, Seyîdxan Ayaz (Demhat Agît) û Eser Irmak (Cemîl Amed) bi hevkariya qirêj a TC û hêzên navneteweyî hatine qetilkirin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
22/10/2019 - 14:14
di nav Daxuyanî, Dîrok û Berxwedan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
KCK: ‘Demhat Agît û Cemîl Amed li Silêmaniyeyê bi komployekê hatin qetilkirin’
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê der barê mijarê daxuyaniyek weşand û diyar kir, “Hevalên me Demhat Agît (Seyîdxan Ayaz) ê ji bo karên Yekîtiya Neteweyî û li dijî dagirkeriya TC a li Rojava karên li nava raya giştî dimeşand tevî Cemîl Amed (Eser Irmak) ku ji xaziyê şer bû û ji ber tenduristiyê li Silêmaniyeyê bû, bi desteka hêzên navneteweyî û hevkariya qirêj a TC hatin qetilkirin.”

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Her du hevalên me yên ku ji ber karên neteweyî, siyasî, dîplomatîk û tenduristiyê li bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê bûn, bi operasyoneke leşkerî ji hewayê hatin bombekirin û qetilkirin. Vê êrîşê careke din nîşan da ku komploya navneteweyî ya li dijî Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê di meriyetê de ye. Hêzên navneteweyî yên hevparê vê êrîşê îradeya Kurdên azad û hişmendiya rêxistinbûyî kirin hedef. Bêguman hin hêzen herêmî û ajanên noker piştevaniya vê komploya TC a faşîst mêtinger kirine. Hêzên êrîşkar bi hedefkirina karên siyasî, civakî û dîplomatîk dixwazin ku gelê me bê îrade û bê nûner bihêlin. Ev komkujiya ku li Silêmaniyeyê hate kirin di serî de ji aliyê YNK’ê divê ji aliyê parlamenta neteweyî ya Kurdistanê û hikumeta herêmî ve bê eşkerekirin û êrîşên korsanî yên dewleta Tirk a faşîst ku ji komkujiyê berpirsyare bê redkirin û şermrezarkirin. Ev êrîşa ku dewleta Tirk ji hewayê ve kiriye binpêkirina qada hewayî ye û nîşan dide ku qada hewayî ji aliyê kê ve hatiye binpêkirin. Hem em hem jî gelê me li bendê ne ku ev êrîşa siyasî û komkujî bê eşkerekirin.

Dewleta Tirk a faşîst beriya niha bi heman rê û rêbazan û bi têkiliyên ajan û xayinan ên qirêj hevalên me yên karên neteweyî û dîplomatîk dikirin kiribûn hedef û qetil kiribûn. Hem qetilkirina van hevalan hem jî qetilkirina hevalên beriya niha di çarçoveya konseptekê de ne.

Ev komkujiya ku paralelî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Rojavayê Kurdistanê hate kirin, nîşan didin ku mêtingeriya TC a faşîst li her deverê êrîşî Kurdan dike û hewl dide tine bike. Rejîma TC a faşîst dema ku bi rêk û pêk Kurdan qir dike, bi taybetî êrîşî kesayetên Kurd û rêxistinên xwedî îrade û hişmendiya Kurd in dike.

Dewleta Tirk a faşîst bi rêya vê komkujiyê êrîşî îrade û ruhê yekîtiya neteweyî ya li çar parçeyên Kurdistanê kir. Her du hevalên me bi karên xwe yên neteweyî û siyasî her tim hewl didan ku yekîtiya Kurdan bê xurtkirin. TC a faşîst hêzeke qirker e ku li her devera dinyayê êrîşî Kurdan dike. Zîhniyeta ku di sala 2013’an de li Parîsê jinên Kurd ên şoreşger qetil kir çi be, li Silêmaniyeyê zîhniyeta ku her du hevalên me qetil kir jî heman zîhniyete. Kurd û hêzên demokraisyê bersiyav ê komkujiyê didin.

Gelê me yê li Başûrê Kurdistanê geleke ku êşên giran kişandiye. Enfal û komkujiyên Helebçeyê li wan hatiye kirin. Bi sekna xwe ya bi rûmet û xwedî îrade serê xwe li ber ti hêzê netewandiye. Li dijî Bekoyên sedsala 21’ê ku TC a mêtinger wan dike ajan û li dijî gel bi kar tîne, divê bi ruhê neteweyî helwestê nîşan bidin û mafê jiyanê nedin xayin û ajanan.

Di serî de hêzên siyasî yên Başûrî em bang li Kurdan hemûyan dikin ku yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin û helwesteke xwedîderketina li şehîdan nîşan bidin. Em bang li gelê xwe û hêzên siyasî dikin ku di 23’ê Cotmeha 2019’an de li Silêmaniyeyê beşdarî merasîmê bibin û helwesta xwe nîşan bidin.

Em careke din dibêjin ku bi şehîdên xwe ve girêdayî ne. Di serî de malbatên hevalên me Demhat Agît û Cemîl Amed em sersaxiyê ji Rêber Apo û tevahiya gelê xwe re dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna bi keda mezin a şehîdên xwe bi ser bixînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

QSD’ê encama şer û berxwedana roja 13’emîn a li dijî êrîşên artêşa dagirker a Tirk eşkere kir

Nivîsa Pêş

Li Zirganê êrîşa SÎHA’yê: 1 kes şehîd bû, 3 kes birîndar bûn

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li Zirganê êrîşa SÎHA’yê: 1 kes şehîd bû, 3 kes birîndar bûn

Li Zirganê êrîşa SÎHA'yê: 1 kes şehîd bû, 3 kes birîndar bûn

Duran Kalkan: 'Mitebeqata DYE–TC'ê ya qirkirinê ye, heta dawî berxwedan'

Manşet

  • Tev Baranê, Ciwanên Kobanê Derketin Qadan
  • Şehîd Ehmed Omer Bi Rêya Deriyê Sînor ê Sêmalka Ber Bi Başûrê Kurdistanê Ve Hate Şandin
  • Li Geverê Bi Hezaran Kes Ji Bo Rojava Meşiyan
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan
  • Xwepêşandana Ciwanan Li Ber Avahiya Spiegel Hamburgê
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD: 29 çeteyên êrîşkar hatin kuştin

    QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.