Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Dîrok û Berxwedan

Şehîdên QSD’ê û MLKP’ê û şehîdê rojnamevan Mihemed Reşo hatin oxirkirin

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo her sê şêhîdên xwe rojnamevan Mihemed Reşo, şervanê MLKP’ê Demhat Gunebakan û şervanê QSD’ê Agirî Qamişlo bi tilîliyên dayikan oxir kirin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
16/10/2019 - 16:36
di nav Dîrok û Berxwedan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
ParvekeTweet

QAMİŞLO – Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî hovana êrîşên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Li dijî êrîşan şervanên QSD’ê û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber xwe dide. Di encama şer de şervan, sivîl û rojnamevanên şehîd ketin, bi coşeke mezin tên oxirkirin. Îro jî şêniyên bajarê Qamişlo 3 şehîdên xwe ji barada şehîdan a taxa Şerqî hilgirtin û ber bi Goristana Şehîd Delîl Saroxan ve ketin rê.

Şehîd Mihemed Reşo 13’ê vê mehê di kerwanên Cizîrê re ber bi Sêrekaniyê re ketibû rê, bûn hedefa dewleta Tirk a dagirker. Şehîd Kerem Pehlîvan (Demhat Gunebakan) ku 2’yê Hezîranê di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Serêkaniyê de şehîd bû. Ehmed Hesen (Agirî Qamişlo) encama êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser bajarê Qamişlo 14’ê vê mehê şehîd ket.

Şêniyên bajarê Qamişlo bi sloganên ‘Şehîd namirin’ 3 şehîdên xwe anîn Goristana Şehîd Delîl Saroxan û li vir merasîmek li dar xist.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê axaftin hatin kirin.

Endamê Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdana Şehbayê Xelîl Hisên sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: “Parastina axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê erka hemû pêkhateyan e. Van şehîdan ji bo azadî û rûmeta gelê xwe canê xwe feda kir. Şehîdên me aşiqê vê axê û gelê xwe ne. Em jî heya dawî vê axa pîroz biparêzin.”

Berdevka Tevgera Komunîst a Şoreşger Bêrîtan Asya bejna xwe li hember hemû şehîdan tewand û got: “Şehîdên me li hember dagirkeriya dewleta Tirk bi serbilindiyeke gelekî mezin dîrokê dinivîsin.  Heval Dembat ku hevalekî Tirk bû, li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk bi gelê Kurd, Ereb, Suryan re li ber xwe da. Îro, roj roja berxwedanê ye. Heya yek kes ji me sax be û dilopeke xwîn di laşê me de hebe, em ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin.

Hevserokê Yekitiya Ragihandina Azad a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sîpan Can jî soza şopandina derxistina heqîqetê da û got: “Hevalên me yên rojnamevan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li rex gel û şervanên xwe mil bi mil rastiyê derdixistin holê û wê her derxin. Ragihandina azad ew ê ku berxwedana gelê xwe vebêjê ji cîhanê re, bi şervanên xwe re mil bi mil bi kameraya xwe şer bike û hovîtiya dijminên xwe derxe. Ji bo hevalên me yên rojnamevan rastiyê derdixin, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve têne hedefgirtin. Ev ne cara yekem e ku rojnamevan tên hedefgirtin. Bi destê DAIŞ’ê Denîz Firat, Rizgar Adanmiş, Dilîşan Îbiş û Hogir Mihemed hatibûn hedefgirtin. Em jî soza derxistina heqîqatê nûjen dikin û heya yek rojnamevan hebe jî em ê rastiyê derxin.”

Birayê şehîd Mihemed Reşo, Mustafa Reşo jî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: “Şehîdên me li ser rêya heqîqetê ku dimeşiyan, li ser wê rêyê jî şehîd ketin. Em jî rêya derxistina heqîqetê her bişopînin.”

Bavê şehîd Mihemed Reşo, Hisên Reşo jî ji bo têkbirina dagirkeriya dewleta Tirk banga yekitiya gelê Kurd kir û got: “Ev dijminê hov encax bi yekitiya me pûç bibe. Gelê Kurdistanê heger ne îro be, kengî em ê bibin yek. Dem dema yekitiyê ye.”

Piştî axaftinan wesîqetên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên şehîdan hatin kirin.  Şehîdên Berxwedana Rûmetê bi sloganên ‘Şehîd namirin’ û tilîliyên dayikan re spartin axê.

Sibê konê her sê şehîdan li ber Goristanan Delîl Saroxan dê bê vedan.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Çeteyên artêşa tirk a dagirker li Serêkaniyê û Til Temirê derbên giran dixwin

Nivîsa Pêş

Nasnameyên Şehîdên Berxwedana Cenga Rojava hatin eşkere kirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Nasnameyên Şehîdên Berxwedana Cenga Rojava hatin eşkere kirin

Nasnameyên Şehîdên Berxwedana Cenga Rojava hatin eşkere kirin

Balafirên şer ên dagirkeriya dewleta Tirk li ser Mexmûrê digerin

LEZGÎN - Dewleta Tirk a dagirker çekên qedexe bikar tîne!

Manşet

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Koordînasyona Komalên Ciwan banga ‘vegera li welat’ li ciwanan kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dayikên Şemiyê rastî êrîşên polîsan hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.