Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Heta ku dagirker bên qewirandin wê berxwedan bidome

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku dewleta Tirk û komploker hemû wê bên têkbirin û destnîşan kir, "Heta ku dagirker ji xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ku jiyana azad û demokratîk lê ava bûye bên qewirandin wê berxwedan bidome."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
13/10/2019 - 15:34
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
KCK: “Bi ruhê serhildanê yê Şeladizê li her deverê helwestê nîşan bidin”
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û çalakiyên ku di 12’ê Cotmehê de li qada navneteweyî ji bo piştevaniya Rojava hatin kirin silav kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Em vê mirovahiya xwedî wijdan û exlaq bi navê gelê Kurd careke din silav dikin.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a mêtinger qirker ku Kurd jê re ‘Romî’ dibêjin û komploker hemû wê bên têkbirin û hate gotin, “Em pê piştrast in ku gelên me û berxwedêr wê bi xurtî bi hev re bin û heta dagirkeran biqewirînin li ber xwe bidin.”

WIJDANÊ MIROVAHIYÊ RABÛ SER PIYAN

Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:

“Rêveberiya heyî ya DYE’yê bi desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê re li hev kir û di 9’ê Cotmehê dema destpêkirina komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd li dijî herêma xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şoreşa Rojava dest bi komployeke nû kir. Bêguman hin hêzên cuda jî di nava vê komployê de hene. Hêzên kapîtalîst modernîst dixwazin careke din Kurdan bikin qurbanê berjewendî û wijdanên xwe yên sar ên mîna qeşayê. Dewleta Tirk jî xwe pêşkêş dike û difiroşe û bi vî rengî dixwaze Kurdan qir bike. Bi polîtîkayeke bê exlaq û zextên faşîst qirker ên di sedsala 21’ê de ku di dîrokê de nehatiye dîtin, dixwaze vê armanca xwe pêk bîne. Vê yekê jî bi amûrên teknîka pêşketî ya komkujiyê dike ku jin, zarok, extiyar her kesî dide ber xwe û her tiştî hildiweşîne. Mîna mirovên li arenayên Romayê bi şêran didin parçekirin, Kurdan li pêş çavên dinyayê dikujin, komkujiyan dikin. Li hemberî vê komployê wijdanê mirovahiyê serî hildane. Bi milyonan kes di 12’ê Cotmehê ji bo piştgiriya şoreşa Rojava daketine qadan. Em careke din van mirovan silav dikin.

Li hemberî vê komployê Kurd jî rabûne ser pêyan, li hemberî van êrîşan gelê Kurd diyar kiriye ku wê careke din li hemberî komployan li ber xwe bide. Heke nerazîbûn neyên nîşandan, ev komployên li dijî Rojava wê li hemberî hemû parçeyên Kurdistanê were kirin. Gelê Kurd ev rastî dîtiye û bi hestên yekîtiya neteweyî rabûye ser pêyan.

WÊ BERXWEDAN BI AWAYEKÎ XURT BIDOME

Şoreşgerên Rojava û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdêlên giran dane û bi qehremanî li ber xwe didin. Heta ku gelên cîhanê piştgiriyê bidin wê ev berxwedan bi bawerî bidome. Wekî ku berdevkê QSD’ê jî gotiye, dewleta Tirk a dagirker û komplogeran biryara destpêkirina vî şerî dane lê ew ê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryara qedandinê wê bidin. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi berxwedana xwe ji bo avabûna jiyana demokratîk rolên xwe yên dîrokî bi cih bîne.

DEWLETA TIRK WÊ TÊK BIÇE

Ti çek û teknîk ji daxwaza azadî û demokrasiyê ya gel, ji bêrîkirina wê, ji têkoşîna wê ya vî alî ve nikare xurtir be. Nexasim komplo û êrîşa dagirker ku îro di wijdanê mirovahiyê de hatiye mehkûmkirin, çi çek were bikaranîn nikare encamê bistîne. Heke bi rengê ku mirovî, wijdanê mirovahiyê nirxê sereke yê rewabûnê û mafdariyê ye tînin, li bara van êrîşan gelên me û mirovahiya piştevanê gelê me wê bi ser bikeve. Gumana ji vê, gumana ji nirxê mirovahiyê û dîroka mirovahiyê ye. Çawa ku hemû Romayên xurt li bara têkoşîna nirxên mirovahiyê têk çûbin, dewleta qirker a mêtinger ku Kurd jê re Romî dibêjin jî û hemû komploger wê têk biçin.

DESTHILATA AKP-MHP’Ê YA FAŞÎST NE XURT E

Ereb, Kurd, Sûryan, gelên Bakur Rojhilatê Sûriyê berxwedaniyeke dîrokî didin. Êrîş çi dibin bila bibin, windahiyên ku têne dayin çendî giran bin jî, ev berxwedan her roj wê hê xurtir bibe. Komploger çendî êrîşê bînin jî, çendî xwe xurt nîşan bidin jî, çendî zilma xwe giran bikin, xwe xurt dibînin, wê zêdetir qels bibin. Ên ku bawer dikin hêz teknîk û çek e, li bara wijdana mirovahiyê û berxwedana mafdar wê bi mîsogerî fêhm bikin ku qels in û têk biçin.

Gelê me yê hêja û hemû gelên Sûriyê, desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ku êrîşê bi ser we de tînin ne xurt in. Berevajî, dema xwe ya herî qels dijîn. Ne ji ber ku xurt in, ji ber ku qels in êrîşê tînin. Deshilata faşîst a AKP-MHP’ê bi vê êrîşê dixwaze xwe li ser piyan bihêle. Hişmendiya mêtinger a qirker û polîtîkayên wan ti caran wiha ne tengijîne, ti caran wiha qels nebûne û nehatine rewşeke wiha ku êdî nikaribin xwe bidomînin. Ji vî alî ve gelê Kurd, hêzên demokrasiyê yên Rojhilata Navîn û hemû dostên li cîhanê divê li dijî dagirkeriyê berxwedanê bi biryardarî bidomînin û van êrîşan bişkînin, hişmendiya mêtingeriya qirker li van xakan veşêrin. Şikandina vê dagirkeriyê wê were maneya pêkhatina Tirkiyeya Demokratîk, Kurdistana Azad, Sûriyeya Demokratîk û Rojhilata Navîn a demokratîk.

Bi vê çarçoweyê em berxwedêran û yên ku destekê didin berxwedêran slav dikin û serkeftinê ji têkoşîna wan re dixwazin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Bi sedan şêniyên Til Temirê gihîştin Serêkaniyê

Nivîsa Pêş

Artêşa Tirk a dagirker girek dîrokî li gundewarê Tirbespiyê topbaran kir

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Artêşa Tirk a dagirker girek dîrokî li gundewarê Tirbespiyê topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker girek dîrokî li gundewarê Tirbespiyê topbaran kir

Ji Pênûsa Gerîla – Min nasnameya xwe naskir

LEZGÎN - Ji HPG'ê daxuyanî: Di Cenga Heftenînê de 2 leşkerên dagirker hatin kuştin

Manşet

  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.