Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Neteweyên Yekbûyî şaş e, ya rast Dewletên Yekbûyî

"Ji ber ev saziya mafê neteweyan û mafê gelan naparêze, tenê berjewendiyên dewletan diparêze lewma divê em bêjin: Ev saziya dewletan e. Lewma divê di serî de navê wê were sererastkirin û jê re were gotin: Dewletên Yekbûyî (DY)!"

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
28/09/2019 - 0:04
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
Neteweyên Yekbûyî şaş e, ya rast Dewletên Yekbûyî
ParvekeTweet

“Beriya berê divê ev nav were sererastkirin. Ji ber ku hem nav û hem jî naverok rastiyê nade nîşandan. Sextekariyek mezin di bin vî navî de veşartî ye. Lewma divê em berê nav rast bikin û paşê biçin ser mijara civîna giştî ya 74’an a wan a ku li New Yorkê çêdikin.

Ji ber ev saziya mafê neteweyan û mafê gelan naparêze, tenê berjewendiyên dewletan diparêze lewma divê em bêjin: Ev saziya dewletan e. Lewma divê di serî de navê wê were sererastkirin û jê re were gotin: Dewletên Yekbûyî (DY)!

Ew kesên ku li wir kom bûbûn, ne nûnerên neteweyan bûn. Dibe ku mirov bêje, nûnerên dewletan bû, heta hinek ji wan ne ji bo berjewendên dewletên xwe jî li wir bûn, belê tenê ji bo berjewendên şexsên xwe yan malbatên xwe çûbûn wir. Mînakên herî berbiçav jî; di serî de R.Erdogan û ew qral û hemû serokên monarşîst in.

Piştî vê şîroveya kurt em vegerin ser mijara civîna giştî ya di navbena 17-27’ê îlonê de tê çêkirin. 193 dewlet beşdar dibin. Helbet bi giştî hemû axaftin me eleqeder dike, lê bêguman a yekser têkildarî çarenûsa gelê me ye; axaftina R. Erdogan e.

Pesindariya xwe ya herî mezin, li ser dijberiya xwe ya DAIŞ’ê û Israîlê dida nîşandan. Jixwe 3 wêneyên balkêş nîşan da; Alyan Bebek, Herêma Ewle û Israîl.

Çawa ji navê kurd û Kurdistanê aciz e, di navdayîna zarokên kurdan ê yek jê Alanê Kobanê ye, navê wî jî bi zanebûn xera dikin û dibêjin: Alyan Bebek! Piştî xeniqandina Alanê kurdê Kobanê di nava 6 mehan de 318 zarokên din jî di deryayê de xeniqîn.

Erdogan, gunehkar û qatilên van zarokan û her wiha qirkirina bi sedhezaran mirovan; DAIŞ’ê û Sûriyeyê dide nîşandan, car caran Israilê jî dide rex wan (Netanyahu jî car caran bersiva wî dide). Lê ya rastî ew e ku gunehkar û qatil û qirkerê herî mezin ew bi xwe ye. Baş e em mînakek e balkêş bînin bîra wî; dema ev zarokan dihatin xeniqandin û ewqas mirov bi destê DAIŞ’ê dihate qirkirin û serjêkirin, ma yên ji bo DAIŞ’ê digotin “em nikarin ji van re bêjin ‘terorîst in’, belê tenê em dikarin bêjin ‘çend xortên bi hêrs bûn in’, ji ber ku neheqî li dînê wan ê îslamê hatiye”, ne R.Erdogan û Serokwezîrê wî A. Davutoglu bû?

Îca te çawa li dijî DAIŞ’ê şer kir û 3000 kes ji wan kuşt? Na xêr tu nikare xwe xilas bikî ji edaleta mirovahiyê; tu bi xwe birayê DAIŞ, El Nusra û hwd. û lazim e tu jî weke DAIŞ’ê cezayê xwe bikişînî!

Jixwe, divê ji bo axaftinek wisa, tu li wir nehata qebûlkirin, cihê te li cem birayê te Omer Beşîrê Sûdanî ba! Ji ber ku berî zindanîbûna wî, dihat cem te û birayê te yê berê Beşar Esat, ma gelo dixwest we li hev bîne?

Ê baş e, ma yên rê li ber penaberiya Sûriyeyê vekirin jî ne ew bi xwe bûn? Belê ew bûn, ji ber ku armanca wan li ser van penaberan bazarê bikin û pereyan ji Ewropa û dewletên din bistînin! Ji xwe niha jî vêna didin meşandin û hem jî bi şantajan.

Wêneyê herêma ewle derdixe û dibêje “ez ê li vir 3 milyon penaberan bi cih û war bikim; ji wan re xaniyên bi bax û bexçeyan ava bikim û hwd.”! Dema ev peyvan digot, hinek kesên salonê bi wî dikeniyan. Encex kesekî serê xwe hejandibe an aqilê xwe xwari be karibû van gotinan bêje. Ma tu bûye tapû mudûrî, ma tu xaka kê jê distine û wî koçber dike û erdê wî dide kê? Lê belê bi van gotinan û kiryariyan tu li xwe mukur tê ku tu aşkera dagirkerî. Di heman demê de bê eyb û şerm dibêje “ez yekitiya welatê Sûriyeyê dixwazim”!

Li aliyê din, bûbû hawariyê edaletê û demokrasiyê û azadiyê û hwd. Dîktatorekî ku li welatê xwe 70-80 hezar kes, ji bo hekaret li wî kirine, doz li wan vekiribe û dabe ber dadgehê, her wiha bi sedan rojnamevan û akademisyen û dayik û zarok û bi hezaran siyasetmedar û aştîxwaz û hwd. xistibe zindanan, çawa dikare li ber çavê raya giştî wan gotinên pîroz bîne ser ziman?

Şîna wî bang dikir nûnerê 193 dewletan, ji bo ku di gazî û hewara wî de werin û jêre alîkariyê bikin da ku hîn bêhtir zilmê bike û wan bike hevkarê gunehên xwe, berovajii divê em bang bikin gelên 193 welatan û hemû mirovatiya cîhanê ku wî dîktatorê faşîst û qirker û dagirker êdî bidin rawestandin, ceza bikin, da ku êdî nikaribe sûcê mirovatiyê bide meşandin!”


ÇAVKANÎ: e-rojname – Ahmet Aktaş

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Statûya başûrê Kurdistanê di hedefa Iraq, Îran û Tirkiyeyê de ye

Nivîsa Pêş

Di pêşengtiya TCŞ û JCA li Oltenê tecrîd hate protestokirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Di pêşengtiya TCŞ û JCA li Oltenê tecrîd hate protestokirin

Di pêşengtiya TCŞ û JCA li Oltenê tecrîd hate protestokirin

PKK’ê şehîdên meha Îlonê bibîr anî

PKK’ê şehîdên meha Îlonê bibîr anî

Manşet

  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im
  • Bi Hezaran Ciwanên Berlînê Bi Yek Deng: Bijî Berxwedana Rojava
  • Ji Melûn Dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” Hatin Bihîstin
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan
  • Li Frankfurtê, Bi Pêşengiya Ciwanan Hezaran Kes, Ji Bo Rojava Daketin Kolanan
  • Ciwanan Ji Balafirgeha Cenevreyê Qîriyan: Kobanê Neketiye, û Wê Nekeve

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD: 29 çeteyên êrîşkar hatin kuştin

    QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.